Jinên Afganî di dîroka huner û şer de xwedî roleke girîng in (3)

Di dîroka Afganistanê de heta niha desthilatdarên dadperwer tunebûn her kesê bi piştgiriya welatên cuda dest danîn ser desthilatdariyê û ji bo parastina hêz û berjewendiyên xwe xiyanet û hemû cureyên sûcan kirin.

BAHARÎN LEHIB

Kabul - Qral Aman Elah Xan neviyê Abd El-Rihman Xan û kurê Hebîb Elah Xan e. Qral Aman Elah yekane padîşahê pêşverû yê Afganîstanê bû û berevajî bapîr û bavê xwe, wî xizmetên mezin ji gelê Afganistanê re kir. Ji aliyê piraniya ronakbîrên serdema wî û şûnde ve hatiye qebûlkirin. Yekane qral û şahbanûya ku hê di hişê hemû miletan de zindî ne, Qral Aman Elah û şahbanû Sureya Terzî bûn.

Yek ji sedemên ku bûne sedema ramanên pêşverû yên qral Aman Elah Xan, dema ku Şoreşa Oktoberê di sala 1917’an de li Yekitiya Sovyetê pêk hat, ku bandorek li ser tevgerên pêşverû û komunîst ên cîhanê kir û bandorek li ser Afganistanê jî kir. Ji sedemên din ên ku bandor li ramanên Aman Elah û yên derdora wî kirine, ramanên hevjîna wî Şahbanû Sureya Terzî ye ku salên ciwaniya xwe li welatên Rojhilata Navîn derbas kiriye.

Aman Elah Xan soz da ronakbîrên civakê û ji wan re wiha got: “Heger min desthilatdarî bi dest xist, ez ê du karên sereke û bingehîn pêk bînim, yek jê serxwebûna welat ji Îngilîstanê û ya din jî guhertina kar û barên welat e.”

Dema ku ew hat ser hukim, bi şahbanûya Sureya Terzî û hevalên xwe yên din re sozên xwe bi cih anî, di sala 1919’an de serxwebûna welat îlan kir û destên Îngilistanê ji ser Afganstanê rakir. Paşê cara yekem bi hejmareke mezin ji nûnerên rasteqîn ên gel re, destûra bingehîn a bi navê "Destûra Bingehîn a Hikûmeta Bilind a Afganistanê" derxist ku tê de 73 made hebûn, li gel 50 qanûnên din ku roleke bingehîn di karûbarên Afganistanê de lîstin, ji aliyê hikûmet û dadgehan ve hatin pejirandin.

‘Mele ji mijarên edlî dûr xistin’

Xalên makezagona hukûmeta Aman Elah Xan mafên bingehîn ên şexsan wek azadiya agahdarî û çapemeniyê û rakirina baca zêde ya li ser cotkaran destnîşan kirin. Wî mele ji mijarên edlî dûr xistin û daxuyand ku divê hemû  mele bawernameya zanîngehê bistînin. Wî koletiya Hezara ya ku di dema desthilatdariya bapîrê wî Ebd El-Rihman Xan de hatibû ferzkirin, betal kir û ragihand ku hemû welatiyên Afganî xwedî mafên wekhev in. Hemwelatiyên Hindus û Sîx wekî hemwelatiyên din mafên wan hatin dayîn û ji bo zarokên wan dibistan hatin damezrandin. Zewaca di temenê biçûk de qedexe kir û perwerdeya seretayî ji bo herdu zayendan ferz kir. Li gel van hemû xizmetên di civakê de mafên bingehîn jî ji jinan re hatin dayîn.

Aman Elah Xan wiha digot: “Mifteya welat û civaka pêşketî di hişyarbûna jinên wî welatî de ye.”

Şahbanûya Sureya Terzî di perwerdekirina jinan de roleke sereke lîst û di vî warî de bi xwe jî pêşengî kir. Yekem car du dibistanên navîn ên jinan Misturat û Esmet hatin avakirin. Di van dibistanan de ji bilî zanistên din, mamosteyên Almanî û Fransî hatin ku bi van her du zimanan ders bidin û 40 keç beşdarî perwerdeyê bûn. Her wiha heftenameya jinan "Eşed El-Nîsawan" ji bo perwerdekirina jin û civakê derxist. Wê tevî çend jinên din kampanyayek ji bo rakirina hîcabê li dar xist. Di azadkirin û temînata mafên jinan û parastina wan de roleke bingehîn lîst.

‘Pêşketina welat bê zanîn ne pêkan e’

Di sala 1926’an de Sureya Terzî di axaftina xwe de ji bo pîrozkirina Roja Serxwebûna welat wiha got: “Divê em hemû jin ji bo pêşketina neteweya xwe bixebitin û ev yek bê zanîn ne pêkan e.”

Du keçên wêrek Rado û Zaro Dîvan ên Wezîrê Aboriyê yê Aman Elah Xan ku bavê wî Dîvan Naranecandas bû hebûn û di azadiya jinan de rolek girîng lîstin. Rado Dîvan gelek caran bi tena serê xwe bi hespê ji cihekî diçû cihekî din li Kabulê. Rado û Zaro her dem li kêleka bavê xwe bûn û beşdarî civînên ku ji hêla Qral Aman Elah Xan û Sureya Terzî ve dihatin lidarxistin dibûn. Rado Dîvan bi wêrekî û cesareta xwe dihat naskirin.

Piştî tepeserkirina desthilatdariya Aman Elah Xan li ser destê Hebîb Elah Kelkanî yê ku bi "Saq Kîd" tê naskirin bi rizamendiya mîrzayên Îngilîs, hejmarek ji hevalên Aman Elah Xan reviyan Hindistanê û hejmareke din jî hatin zîndanîkirin û kuştin. Rado Dîvan û malbata wê neçar man ku biçin Hindistanê piştî ku ji çarenûsa wî xeber tune bûn.