Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çand û zimanê xwe nûjen dibe (3)
Avakirina her pergalê li ser perwerdeyê ye. Jînda Elî Ehmê jî da zanîn ku dema mirov perwerde bi zimanê xwe dibîne, pê re fêrî çanda xwe jî dibe.
'Mirov çand û gelêriyên xwe bi zimanê xwe îfade dike'
NECAH MEÎŞ
Hesekê - Ji destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê heya roja îro gavên pir girîng ji bo pêşketina zimanê Kurdî hatine avêtin. Hemû dijminên gelê Kurd bi riya êrîş û propgandayên xwe, xwestin destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser di nava van salan de bi dest xistine, bi taybetî di qada perwerdeyê de binpê bikin. Lê tevî hemû aloziyan perwerdeya zimanê Kurdî hê berdewam dike.
Berdevka Rêveberiya Dibistana Giştî ya Kantona Hesekê Jînda Elî Ehmê pêşketina zimanê Kurdî di dema şoreşê de wiha nirxand: "Şoreşa 2011'an dema çêbû, di nav de xebatên ziman jî hatin destpêkirin. Wekî komên biçûk di malan de dihat dayîn, jixwe di wê demê de pir astengî jî dihatin kişandin. Saziya ku ji bo xebatên ziman hat vekirin di sala 2012'an de vebû.
Ew sazî û hejmara endamên ku tê de cih digirtin pir biçûk bû. Bi çûyîna demê re ew sazî fireh bû, hejmara xebatkaran zêde bû, pêşketin û lêkolînên ser ziman, gotin û peyvan zêdetir bûn. Di 2013'an de em derbasî dibistanên Hesekê bûn. Wê demê dibistanên rejîmê normal dihatin meşandin. Me jî rojê 3 saetan wayenên zimanê Kurdî dida. Ji bo mamoste hîn bêhtir ziman û berfirehiya wê nas bikin, akademiyên ziman û bîrdozî hatin vekirin, di wir de li ser pirtûka Samîtan û berfirehiya ziman dihat nîqaşkirin. Akademî heya 3 heyvan mamoste perwerde dikir û piştî ku diqedandin derbasî dibistanan dibûn."
'Dema mirov fêrî ziman bibe, fêrî çanda xwe jî dibe'
Jînda Ehmê diyar kir ku hemû pêkhatî perwerdeya xwe li ser branşên Rêvberiya Xweser didin û wiha pê de çû: "Di sala 2014'an de pirtûkên refa 1-2-3 derbasî dibistanan bûn, di vir de di navbera me û dibistanên rejîmê de pir astengî hat kişandin. Me jî hewldanên xwe heya dawî kir ku kesên Kurd perwerdeya xwe bi zimanê Kurdî bibînin û pêkhatiyên Ereb jî perwerdeya xwe bi zimanê Erebî bibînin lê li ser branşên Rêveberiya Xweser ku Komîteya Pirtûkan amade kiribûn. Çima heya refa 3'yan? Ji ber ku tu li giştî cîhanê binêrî di asta perwerdeyê de kesa ku bixwaze di xwendina xwe de xurt be, sê salên destpêkê zimanê dayikê tê dayîn. Ji refa 4 û pê ve ji pêkhatiyên Ereb re waneyên zimanê Kurdî tê dayîn û ji pêkhatiyên Kurd re zimanê Erebî tê dayîn. Ji ber ku ev netewe bi hev re dijîn nabe ku ji hev qut bibin."
Her dewlet avakirina wê li ser perwerdeyê ye. Ehmê jî girîngiya xwendina bi zimanê zikmakî wiha tîne ziman: "Her dewlet avakirina wê li ser perwerdeyê ye, dema ku perwerdeya wî miletî tune be netew û çand tune ye tiştekî ku tu xwe pê bidî naskirin tune ye. Ji ber ku mirov xwe bi zimanê xwe îfade dike, dema tu fêrî zimanê xwe bûyî, pê re tu fêrî çanda xwe jî dibî. Her wiha tu yê çand û gelêriyên xwe bi zimanê xwe bidî xuyakirin. Kesê ku zimanê xwe nas neke û xwe bi zimanê xwe perwerde neke wê nikaribe hem tiştekî li ser neteweya xwe, hem jî naskirina xwe bide kesê li hemberî xwe. Em bêjin Şoreşa Rojavayê Kurdistanê serkeftina wê di asta perwerdeyê de bû, ji ber ku ziman hat pêşxistin û bingeha ziman hat avakirin. Jixwe dema derbasbûna me ya dibistanan kêf û coşeke mezin ket nava gel. Hejmareke pir baş di dibistanan de perwerdeya zimanê Kurdî dibînin. Niha jî zêdeyî 200 hezar şagirt li dibistanan berdewam dikin û perwedeya xwe bi zimanê xwe dibînin. Ji pêşdibistan bigre heya bekeloriyan."
'Divê em xwe bigihînin astên hîn baştir'
Jînda da xuyakirin ku bi hinceta zimanê Kurdî ne fermî ye gelek malbat zarokên xwe dişînin dibistanên rejîmê û wiha got: "Ji ber ku sîstema rejîmê li vir zordariya xwe feriz kiriye û bi taybetî li ser miletê Kurd, hîn neqebûlkirin heye. Bi meseleya îtirafa bi bawernameyan û neqebûlkirina waneyên ku di branşên Rêveberiya Xweser de tê dayîn em dijîn. Lê em bi riya civînan, komîn, meclis û malbatan re dixwazin vê hişmendiyê rakin. Di van demên dawî de û bi taybetî îsal gelek şagirtên ku li gel rejîmê dixwendin, derbasî dibistanên Rêveberiya Xweser bûn. Beramberî wê rêjeyek ji şagirtan di dibistanên rejîmê de perwerde dibin ji bo meseleya bawernameyan, hem jî tirsa ku careke din rejîm vegere û hemû dibistanan têxe bin kontrola xwe. Lê dema em îtirafê bi zimanê xwe bikin, wê hemû welatên derve werin li tecrûbeya Rêveberiya Xweser binêrin. Ez dibêjim di demên pêş de ku derfet hîn bê dayîn ji Rêveberiya Xweser re wê gavên baştir û bileztir di qada perwerdeyê de bên avêtin."
Jînda Elî Ehmê aste pêşketina zimanê Kurdî wiha nirxand: "Zanîngeha Rojava ku di nava du-sê salan de ji bo piraniya beşan veke dixebite hîn jî vekirina beşan didomîne. Hem jî Akademiya Zanîngehan heye ku piştî zanîngehê biqedîne û hîn bêtir bixwaze xwe xurt bike. Her wiha me hevpeyman bi zanîngeha Fransayê re çêkiriye, şagirtên ji zanîngehên dîtir li ser Zanîngeha Rojava û xwendekarên wê lêkolînan kirin. Ev jî nîşan dide ku perwerdeya me gihîştiye asteke pir baş. Ev hemû jî cihê serkeftinê ne lê divê em hewldanên xwe bidomînin da ku bigihîjin asteke hîn baştir."