Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hemu pêkhateyan anî gel hev

Jinbûn, Kurdbûn ne navendîbûn di hebûna Jînayê de hatibûn cem hev. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li tevahî tax û kolanên Rojhilat û Îranê deng veda hemu pêkhateyan anî gel hev.

SHADÎ EHMEDIYAN

Urmiye- Di roja me ya îro de mijara nasname û veguhertinên wê nîşandana eleqeyê ye. Yek ji sedemên herî girîng ên vê diyardeyê di cîhana nûjen de guherbariya nasnameyên civakî-mirovî ye. Ji ber vê yekê gelek ramengêr faktorên civakî wek sedema herî girîng dibînin. Ji bilî faktorên takekesî û derûnî, faktoreke girîng e. Li ser guherîna nasnameya mirovî bal tê kişandin û tê teqezkirin. Ji ber ku nasnameya civakî dikare weke xwepênasekirin were destgirtin. Ev pênase ji aliyekî ve berhema jiyana civakî ye û di aliyekî din jî li ser kesayetiya mirovan faktoreke bi bandor e. Ji aliyê din ve gelek kes nasnameya zayendî wek tebeqeyek jêrî nasnameya civakî dibînin. Girêdana bi qalibên zayendî ve yan jî li ber wan, berxwedan dibe ku ji nasnameya civakî ya mirov ji bo xwe pênase kiriye bi bandor bibe.

Civak ji aliyekî ve xwediyê kar, serxwebûna kesayetî û madî, beşdarbûna siyasî û hwd. teşwîq dike, ji aliyê din ve jî avahiya kevneşopî ya civakê, newekheviya jin û mêr û çanda serwer a baviksalarî li ser jinan ferz dike. Ev ciyawazî, bi şexs re di navbera nasnameya kevneşop û nûjen de dibin sedema acizî û nakokiyan.

Xwepêşandanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kirin, îsbata van aloziyan e. Xwepêşandanên ku li gorî bûyerên salên dawî, xwedî gelek taybetmendiyên cuda ne tên lidarxistin. Yek ji tiştên herî girîng jî ew e ku jin ji bo parastina mafên xwe derdikevin pêş. Ji awayê xwepêşanan bigre heta bi awayê berdewamkirin û eleqebûn rola xwe dilîzin. Ji rêhevaltiya jin û mêr bigre heta belavbûna wê li bajarokên biçûk û civakên kevneşop, mirov dikare cudahiya van xwepêşandanan û demên berê bibîne. Di civakeke ku gelek pirsgirêkên aborî bûne bela serê mirovan de, li ser nasnameya hemwelatîbûyînê xwe dispêre dirûşma li qadê bilind dibe.

Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî

Di civakek baviksalar de ji bilî jinan tu kes nikare çirûska guhertinên bi vî rengî vemirîne. Jinbûn, Kurdbûn, nenavendîbûn, di hindikahiya olî de û ji îmtiyazên çînayetî bêpar bûn di hebûna Jînayê de hatin cem hev. Qetilkirina Jîna Emînî berhema gelek tebeqeyên newekheviya di civakê de bû.

Dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" xwedî taybetmendiyek wisa ye ku daxwazên cuda yên komên xizan û bindest ên civaka me nîşan dide. Navendiya jinan encama gotina berê ye ku dibêje bêyî azadiya jinan0 azadiya civakê ne pêkan e. Dema em bi bîr bînin ku du ji sê karên cîhanê ji aliyê jinan ve tên kirin û di dawiyê de jî daxwaza jiyanê bi hemû aliyên xwe yên çandî, civakî, aborî û siyasî, di navenda vê dirûşmê de cih digre, têkiliya jin û jiyanê nayê înkarkirin.

Têkçûna demokrasiyê ya heta niha ji ber kêmdîtina mafên jinan e

Li kolanan xwestina mafên jinan du çalakiyên cuda ne, kolanên ku her dem derketina wan qedexe ye êdî veguherîne qadek ku mirov li wan ji bo mafên xwe diqîrin. Xwepêşandan, dirûşm, girêken zilma li ser jinan û dirûşmên jin, jiyan, azadî yên navaroka wan jin e û ji bo serhildana hemû tiştên hebûna jinan lêpirsîn dike, derketina holê ya hişmendî û şiyarbûna jinan e.

Ger rojek mirov daxwaza jiyanê bike, wê demê ji bilî bersivdayînê tu çareyek din namîne. Di van çalakiyên ku di bin al û nasnameya jinan de hevpar e, zayendiya civakî, êşa olî û daxwaza hevpar tê şermezar dike, dixuye ku ketiye qonaxa şoreşê.

Jin û wekhevî

Wekheviya zayendî, tê wateya ku jin û mêr xwedî heman derfet, maf û erkan in. Di bingeha hemû daxwazên jinan ên çalakiyên dawî de wekhevî heye. Pêkanîna wekheviya civakî, aborî, siyasî û huqûqî tê wateya ferqkirina rewşa nebaş a ku jin di hemû qadên jiyana xwe de rastî wê tên.

Jin û tundî

Gelek şewazên tundiyê hene. Hem di lêkolînên tundiya zayendî û hem jî tundiya nava malbatê de xwedî statîstîkên bilind e û hejmareke zêde ya jinan di bin gef an jî ezmûna tundiyê de dijîn.

Beşek mezin a tundiya li dijî wan tê bikaranîn, di nava mal û malbatê de pêk tê. Di gelek rewşan de, yên ku tundiyê dikin mêr in. Ji mêran zêdetir jin rastî êrîşa zayendî tên. Her sal gelek jin ji aliyê mêrên ku bi wan têkilî datînin ve tên qetilkirin. Ya girîngtir jî ew eku jin di hemû qonaxên sûc de mexdûriyetê dijîn.

Jin û çand

Hînbûyîn, bi taybetî jî hînbûyînên çandî û olî gelek caran ji derveyî biçûkxistina jinan bi kêrî tiştek nayên. Ev rewş di rolên ku ji bo jinan hatine diyarkirin de, ango qalibên ku çêbûne de bi awayê vekirî tê dîtin.

Jin û siyaset

Jin wek kevneşopî ji pêvajoyên beşdarbûn û biryargirtinê di jiyana siyasî, sivîl û civakî de hatine dûrxistin. Demokrasî bi naskirina mafên jinan ê ji bo tevlibûna wekhev a hemû çalakiyên siyasî, wekhevkirina qada lîstika siyasî ya di navbera jin û mêran de ye.

Jin û aborî

Rêjeya beşdariya aborî ya jinên Îranê ji navîniya cîhanê gelek kêmtir e. Lê tişta ku di tu amarê de cih nagire, îstîhdama kêm a jinan û bêkariya veşartî ya jinan e. Ango karên ku li derveyî çarçove û pîvanên zagona kar in û di bingehê de ne fermî ne, tevî îdiayên berpirsên Komara Îslamî, jinên îranî ne xwediyên hawirdorek guncaw a kar û îstîhdamê ne. Li gorî lêkolînên hatine kirin, nebûna çavdêriya têrker, nebûna rêvebirina bikêrhatî, rewşa xirab a aboriya malbatê, cudahiya zayendî û sînordarkirina di hilbijartina kar de, faktorên sereke yên kêm îstîhdamkirina jinên li Îranê ne.

Di van xwepêşandanan de diyar bû ku pirsgirêka jinan diyardeyeke gerdûnî ye

Her gava ku jin di riya azadiyê de gavan biavêje, dibe bersiv ji hemû tevgerên newekhev re. Çawa ku dirûşma Jin, Jiyan, Azadî bi zimanên din jî tê gotin û bû dirûşemeke gerdûnî, ji Kurdistanê heta Tahran, Stenbolê û piştre li parzemînên din hat bihîstin.

Li Îranê mafên jinan ên ku bi salan e tên binpêkirin, mafên mirovî yên bingehîn in. Pêkanîna van mafan li gorî çand û ola civakê ye. Bi taybetî li cihê ku guhertinên zagonî werin derengxistin divê bêyî dem derbas bibe bi çalakiyên heyî re bi hev re werin pêkanîn. Bi vê yekê hem dê mafên jinan bi zagonan bikevin bin temînatê, dikare ji bo bi zagonên nû ahangiyek çêbibe perwerdeya ku pêdiviya civakê pê heye were dayîn.