Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (11)
Di siyaseta Cezayirê de jinên pêşeng Di dema ku jin nekarîbûn di civatên mêran de rûnin û siyaset ji xwe weke karê mêran dihat dîtin, gelek jinên wêrek û bi cesaret derketin pêş û karîbûn cihê xwe di nava karê siyasî de bigirin. Yek ji wan jî Seroka Partiya Karkeran Louisa Hanoun a ku di nava welat de bi helwesta xwe ya muxalîf û çepgir tê nasîn e.
Di siyaseta Cezayirê de jinên pêşeng
Di dema ku jin nekarîbûn di civatên mêran de rûnin û siyaset ji xwe weke karê mêran dihat dîtin, gelek jinên wêrek û bi cesaret derketin pêş û karîbûn cihê xwe di nava karê siyasî de bigirin. Yek ji wan jî Seroka Partiya Karkeran Louisa Hanoun a ku di nava welat de bi helwesta xwe ya muxalîf û çepgir tê nasîn e.
Navenda Nûçeyan - Louisa Hanoun 7'ê nîsana 1954'na bajaroka Chekfa ya herêma Jijelê ya Cezayirê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di wê pêvajoyê de zaroka keç a yekeme ji wê herêmê diçe dibistanê û li bajarê Enaba dest bi xwendinê kir. Di sala 1975'an de sipasnameya dibistana amadeyî girt. Piştî xwendina dibistanê di şerîkeyek balafirgeha Cezayirê weke karmendeke navdar dihat nasîn. Berî têkeve nava vê xebatê di xwendinê de derecên lîsansê digire û li Zanîngeha Annaba yê beşa hiquqê dixwîne. Her çendî bavê wê li hemberî biriyara wê ya xwendina beşa hiquqê bû jî bi gotina: “Mafê perwerdê yê ku ez jî berhemê wê me dê di nava civaka me de cihê jinan û giringiya wan di rêveberiyê de bide dîtin” bersiva bavê xwe dide.
‘Şoreşa Nan’
Di sala 1984'an de tevlî rêxistina wekheviyê di navbera jin û mêran a ku Khaleda Tome rêveberiya wê dikir dibe. Di xebatên xwe de bi parastina mafê mirovan û tayîbetî jî mafê jinan dihat nasîn. Di sala 1990’an de jî di nava damezrandina Partiya Karkerên welat de cîh digire. Sala 1998’an jî endama tevgera çep a veşartîbûye. Bûyerên sala 1988’an ên weke ‘Şoreşa Nan’ ku ji ber bihabûna xwarinê welatiyên daketîn qadan rastî êrîşa polîsan hatin û di êrîşan de 500 welatiyan jiyana xwe ji dest dayî hê jî di binhişiya wê de zindî ne û hewil dide di nava welat de wan êşan vegerîne hêzê, ji bo wê jî di hilbijartinên parlementoyê yên sala 1997’an de bi sê hevalên xwe ve weke parlementer tên hilbijartin û dikevin parlementoyê. Di hilbijartinên çileya 1999’an de jî dema dixwaze dûbare têkeve hilbijartinê serlêdana wê ji aliyê desteya hilbijartinê ve nehat pejirandin.
Di sala 2004’an de weke jina yekem ji bo Serokomariyê namzeta xwe daniye, lê ji ber hişmendiya jin nikarin welat bi rêve bibin bi ser neket. Timî li hemberî vê hişmendiyê serî rakiriye, di hilbijartinên salên 2009 û 2014’an de cardin xwe weke namzet nîşan dide û rastî heman hişmendiyê tê.
Bi helwesta xwe ya li hemberî deshilatê hêviyê dide nifşê nû û ji bo wan weke îdolekê ye. Ji ber vê cesareta xwe timî bûye hedef û hatiye girtin. Welatiyên mafê wan tê xwarin jê cesaret digirin û derdikevin qadan doza mafê xwe dikin. Ev jî hîn zêdetir deshilatê ditirsîne û dibe sedem ku bi ser wê de biçin.
Khalidat Tumi
Siyasetmedara Cezayirê Khalida Masoudi ku bi navê Khalida Tumi jî tê nasîn 13'ê adara 1958'an li Ain Bassam a girêdayî wîlayeta Bouira yê herêma Kaylie yê ji dayik bûye. Bavê wê şêxê Zawiyanbû, bi xwe jî li herêmên bejayî û gundan mezinbûye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li bajarê xwe Ain Bassamê qedeandiye. Ji ber baş erebî nedizanî û di dibistanê de zehmetî didît hunermed Abdel Moneim El-Sahrawi alîkariya wê kiriye. Paşê li paytext Cezayirê beşa matematîkê ya dibistana bilind a Profesor Bouzereah xwend. Paşê jî di dibistanên amadeyiyên paytextê de berdewam kir heta hilbijartinên parlementoyê yên sala 1997’an bûyî namzeta Partiya Arsidi xwendina xwe berdewam kiriye. Li hemberî kevneşopiyên malbatê yên weke adetên paşde hêlana jinan û di zagonan de jî cihê jinan nedayîna dîtin disekinî û parastina jinan dikir.
Di sala 1999'an de pirtûka bi navê Weqfa Cezayirê ku bi bi zimanê Firensî 'Une Algerinne debout' nivîsî. Naveroka pirtûkê li ser hevpeyivîneke ku li gel nivîskara Fransî Elizabeth Chamla ya bi eslê xwe Cezayirî ye nivîsandiye.
Bi Louisa Hanoun re beşdarî Partiya Karkeran bû û wezîfeya Seroka Lîga Cezayirê ya ji bo Parastina Mafê jinan girt. Her wiha beşdarî partiya Mîtînga Çand û Demokrasiyê bû, weke Cîgira Serokatiya melcilê sê salan serokatiya bloka wê ya parlamentoyê kir. Piştî wê beşdarî Partiya Tevgera Gel a Cezayirê ya ji hêla Wezîr Amara Ben Younes ve dihat rêvebirin û di 2012'an de dijberî Partiya Ersidi hatibû damezirandin bû.
Ji sala 2002'an heya 2014'an Wezîra Çandê ya Cezayirê bû, her wiha di Partiya Ersidi ya siyasî de jî siyasetmendarek naskiribû.
Di çarçoveyên xwepêşandanên Cezayirî yên di sala 2019'an de bi hinceta ku gendeliyê belav dike hat girtin û wê xistin zindana demkî ya girtîgeha El-heraş.
Sibê: Nivîskar û akademîseyen: Assia Djebar.
(Necah Meîş/Hêlîn Gemo)