Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (1)

Çiyayê Atlasê erdnîgariya Cezayirê dike du beş û di aliyê avhewayê de bandorek giring daye çêkirin. Aliyê bakur ê çiya avhewaya Deriya Spî li ser serwere, aliyê başurê çiya jî ziwa û çule. Li ber peravên Deriya Spî gelek curên şînahiyê tên çandin, a sereke jî çandiniya zeyîtunane.

Danesîna Cezayirê 

Navenda Nûçeyan - Beriya ku em qala welatekî bikin ya herî sereke divê em kevneşopiyên wê û dîroka avabûna wê bidinasîn. Ji xwe Cezayir ji hêla mîrateyên xwe yên dîrokî ve binav û denge, li gel wê jî xwedî çandeke dewlemed e, ji ber wê jî di dîrokê de rastî  gelek dagirkeriyan hatiye. Erdnîgariya wê ya aliyek nerm û şîne, aliyê dinê jî çol û sahraye di dîrokê de ketiye bin mêtingeriya Fenîke, Qartaca, Roma, Bîzans, Osmanî û Fransiyan.
Bi erebî El Cezîre tê wateya girav û bi demê re bûye Cezayir. Cezayir, bi navê Komara Demokrat a Gelê Cezayir jî tê zanîn. Welatekî erebî yê li bakûrê Efrîka dikeve nava herêma Mexrîbê ye. Di Efrîka de welatê herî di aliyê erdnîgarî de ferehe, di cîhanê de dehemîn welatê mezine, di cîhana Isalmî de jî duyemîne û piştî Komara Kazaxistanê tê. Di aliyê bicîhbûna erdnîgarî de ji bakur ber bi Deryaya Spî ve dirêj dibe. Ji hêla bakur-rojhilat ve bi Tûnis, rojhilat bi Lîbya, rojava bi Maroko û Sahara, başûr-rojava bi Mauritania û Mali û başûrê rojhilat jî bi Niger re cîrane. Pergala rêveberiya wê nîv serokatiye, 48 bajarên wê li gorî pergala rêveberiyê tê parvekirin û giştî welat ji aliyê 1541 şaredariyan ve tê rêvebirin. 
Hem endama damezrêner a Yekîtiya Efrîka ye, di heman demê de weke endama damezrîner a yekîtiya Mexrib El-erebî ye, ji dema serxwebûnê ve bûye endama yekîtiya dewletên Ereb û di nava neteweyên yekbûyî de jî cihê xwe girtiye. 
Avhewa
Çiyayê Atlasê erdnîgariya wê dike du beş û derbas dibe, ber bi Tunusê ve diçe. Ev çiya di aliyê avhewayê de bandorek giring daye çêkirin. Aliyê bakur ê çiya avhewaya Deriya Spî li ser serwere, aliyê başurê çiya jî ziwa û çule. Di cîhanê de dikeve nava welatên herî di aliyê petrol û gaza xwezayî de dewlemend e. Piraniya dahata wê li ser gaza xwezayî û petrolê ye. Li herêma bakur a dibin avhewaya deriya Spî de çandiniya dexil, dan, zeytun û fêkiyan tê kirin. Herî zêde jî darên zeyîtunan hene û piştî petrolê dahata duyemîn jî ji ticareta zeytunan tê.  
Xwediyê av û hewaya wê ya cuda li herêmên turîstîk reng zêde dike û ji ber wê jî herî zêde di bihar û havînê de dîdarên wê serdanî dikin. Her du demsalan dîdarên ji deverên cuda yên cîhanê serdanî dikin dema herî xweş dijî.
Binevşiya Cezayirê
Di nava şînkahiya wê de ya herî bi nav û deng gula mor a binefşiye, weke binevşên zozanên Kurdistanê nazik û delale. Cudahiya wê ji hemû binevşan jî rengê wê morê vekiriye, şêweyê pelên wê jî li hev hatinek nazik û taybete. Ji ber wê bedewiya xwe ya xweser ketiye nava wêje, helbest û stranan û bi navê binevşiya Cezayirê tê zanîn. 
Giringiya paytextê
Paytexa wê jî bi navê Cezayir e, bi xwe jî weke Cezayira biçuke. Ji ber hemû xaniyên wê ji derve bi sipî hatine baya kirin û ji dur ve rengê sipî pir xwiyaye ji ber wê jî jêre dibêjin şehrê sipî. Weke bajar berê li kenarê deriya Spî ji aliyê Fenîkiyan ve hatiye avakirin û di deryageriyê de rolek giring dîtiye. Bajarê qedîm bi hemû heyîbeta xwe ya şunwarên dîrokî, mîmarî, avahîsaziya taybet û çandên qedîm mirovan ber bi kolanên xwe yên cuda ve kaş dike û destê dîdarên wê jê nabe. Her ku hun bikevin kolanekê, li pêş kolanek din xwiya dike heta hun xwe li Meyîdana Şehîdan dibînin. Dîdarên serdaniyê dikin, bê ku biçin Meyîdana Şehîdan ji bajêr dernakevin û venagerin. Hem ji bo rêzdariya şehîdên berxwedan Cezayirê hem jî heyîbetek cuda li rengê bajêr zêde kiriye. 
Di gera nava bajêr de teqez hunê rastî dengê çaya germ bên û bixwazin qedehekê jê vexwin. Ew çaya sahrayê ya ji bo herêmê taybet e û teqez dîdarên wê bi mereq vedixwin. 
Bajarê wê yê ji aliyê meznahiyê ve di rêza sêyan de Annaba jî di warê sanayî û turîzmê de di rêza pêş de ne. Bajarê Ain Temouchent ê jî bi rezên tirî û daristanên xwe yên fêkiyan tê zanîn. 

Sibê: Herêmên dîrokî û çanda wê

(Necah Meîş/Hêlîn Gemo)