MEDÎNE MEMEDOGLU
Amed - Lijneya Giştî ya Rêxistina Çand, Zanist, û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bi biryarek 21’ê Sibata sala 1999’an wekî “Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” pejirand û cara yekem di sala 2000’an de, bi armanca piştgiriya ji bo dewlemendiya çandî û pirzimaniyê, di her roja 21’ê Sibatê de li hemû cîhanê çalakiyên cur be cur çêdibin. Girîngiya dîrokî ya rojê, di sala 1952’yan de piştî ku Pakistanê zimanê Urduyê wekî zimanê gelê Bangladeşê deklare kir, li dijî Tevgera Zimanê Bengalê wekî bertek derket holê û xwe dispêre bi şîdet çewisandina van çalakiyan. 21’ê Sibatê sala 1952’yan li paytexta Bangladeş Dekayê dema ku gelek xwendekarên endamên Tevgera Zimanê Bengalê ji bo xwestin bi alfabeya Bengalê binivîsin û Pakistan zimanê Bengalê bi fermî nas bike çalakiya protestoyî li dar xistin hatibûn kuştin. Ev roj jî rastî wê roje tê.
Ji sedî 40 ziman di bin xetera tunebûnê de ne
Li cîhanê ji 7 hezarî zêdetir ziman hene û ji sedî 40 ziman di bin xetera tunebûnê de ne. Li cîhanê welatê ku herî zêde ziman lê hene Papua Yenî Gîne ye. Li welatê ku şêniya wê ji 8 milyonî zêdetir e, ji 800 hezarî zêdetir ziman tên axaftin. Welatê ku zimanên cuda lê herî kêm in jî Koreya Bakur e. Li gorî Atsala Zimanên Cîhanê yên di bin Xeterê de ya UNESCO’yê li Tirkiyeyê 18 ziman tune bûne yan jî di bin xetera tunebûnê de ne. Li Tirkiyeyê ku Unîk, Mlahso û Yunaniya Kapadokyayê bi temamî tune bûn, zimanê Hertevîn jî li ber tunebûnê ye. Zimanên Hertevîn û Mlahso ji malbata zimanê Suryanî ne, zimanekî din ê Suryanî Turoyo jî di lîsteya UNESCO’yê, di bin xeterê tê dîtin. Piştî van zimanan, zimanên Ladîno û Gagavuzca jî hene. Ev jî di lîsteya UNUSCO’yê de di nava zimanên di xeterê de ne. Romanî, Ermeniya Rojava, Hemşînî, Lazî, Yunaniya Potus, Abazaca û Suret jî ji zimanên di bin xeterê de ne. UNESCO; zimanên Adigeyî, Abhazî, Kabar-Çerkes û zaravayê Zazakî yên Kurdî jî di kategoriya zimanên "li ber şikandinê” de dibîne.
Hat erêkirin lê nehat pêkanîn!
Ji aliyê Lijneya Giştî ya NY’yê ve di 18’ê Kanûna 1992’yan de û zagona bi hejmara 47/135’an hat weşandin, di Belavoka ji bo Mafên Kesên Xwedî Kêmaran Nîjadî, Olî û Zimanî de dive di mijara zimanê dayikê de berpirsyarî bidin ser milên dewletên endam û hat xwestin ku perwerdeya zimanê dayikê maf e, loma jî dewlet ji aliyê wekheviya derfetê û wekheviya civakî ve divê perwerdeyê pêk bînin. Tevî ku Tirkiyeyê belavoka NY’yê ya têkildarî Mafên Zimanê Dayikê pejirandiye jî di wê mijarê de ya pêwîst nekiriye. Di fikraya dawî ya benda 42’yemîn a Destûra Bingehîn de jî ji hevokên “Ji Tirkî pêvetir bi tu zimanekî din, di saziyên perwerde û hîndekariyê de ji bo hemwelatiyên Tirk perwerde nayê dayîn” tu guherîn çênebû. Ji bo hînkirina zimanan, tiştên ku bi kursên hatin vekirin û dersên bijarte çêkirin, çawa ku di pratîkê de ji aliyê dewletê ve piştgirî nedîtin, ên ji derveyî zimanê Tirkî bi zimanên din axivîn hatin lînckirin û rastî zextên cur be cur, ceza û êrîşên lînckirinê hatin.
“Bavê ku got “Em Kurd in” hat qetilkirin, kurê wî jî birîndar kirin
Kurdên li Tirkiyeye ji ber ku bi zimanê xwe diaxivin di bin zextên dijwar de ne. Têkoşîna li dijî vê zilmê bi sedsalan e didome. Bi taybetî di salên 1980’an de jinên ku zarokên wan li girtîgehan bûn nikaribûn bi wan re bi zimanê xwe biaxivin û axaftina bi zimanê Tirkî li ser wan dihat ferzkirin. Ev bûyer bûn mijara pirtûk û fîlman. Dema em li salên 1990’î heta 2021’ê dinêrin dibînin ku ev polîtîkayên zilm û zordariyê her çûye zêdetir bûne. Hin kes ji bo bi Kurdî axivîne, hin kes ji bo bi Kurdî stran gotine, hin kes jî ji bo ku gotine em Kurd in an rastî êrîşê hatine yan jî hatine qetilkirin.
Mînak li Sakaryayê di 16’ê Kanûna 2018’an de ji ber ku bav û law bersiva pirsa “hûn Kurd in” dan û gotin belê em Kurd in rastî êrîşê hatin. Di êrîşê bav Kadir Sakçi hat qetilkirin kurê wî Burhan Sakçi jî bi giranî birîndar bûn. Ji derveyî vê bûyerê gelek êrîşên din ên bi vî rengî qewimîne.
Deriyên saziyan hatin morkirin
Zilm û zexta li ser zimanê Kurdî tenê bi êrîşa li dijî kesan bi sînor nemaye. Gelek sazî û dezgehên ku ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî dixebitîn hatin girtin, deriyên wan hatin morkirn. Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a di sala 2014’an de vebû û perwerdeya Kurdî ji bo zarokên 5-11 salî dida di 9’ê Cotmeha 2016’an de bi zagona 677 hat girtin. KURDÎ-DER’a ku navenda wê li Amedê bû, 37 şaxên wê li bajarên cuda hebûn, li ser lêkolîn û pêşvebirina zimanê Kurdî dixebitî bi KHK’ê hat girtin. KURDÎ-DER’ê bi şaxên xwe ve bi zaraayên Kurdî xebatên atolyeyê li dar dixist û ji bo ziman piştgiriyek mezin dida.
Dibistana seretayî ya Kurdî hat girtin
Li Cizîrê di Dibistana Seretayî ya Bêrîvan a di sala 2014’an de hatibû vekirin, sê caran deriyên wê hatin morkirin lê her carê vedibû û xebatên xwe didomand. Piştî ku qeyûm avêtin ser şaredariyê hat girtin. Li Geverê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş ku di sala 2014’an de perwerde da zarokan, piştî avêtina qeyûm hat girtin. Dibistana ku herî kêm 800 zarok lê perwerde dibûn dem bi dem dihat girtin lê herî dawî di sala 2016’an de avahiya wê ya li Parka Apê Mûsa hat girtin dûre ew der kirin qereqol.
Dibistana ku gel li Licê ava kiribû jî rûxandin
Li gundê Kerwes ê Licêya Amedê jî dibisatana Kurdî ya 4 qatî, bi operasyonek di çarçoveya qedexeyên derketina derve de 12’ê Nîsana 2017’an bi makîneyan hat rûxandin. Rêxisinên civaka sivîl ên bi navê Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî û Yekitiya Nivîskarên Kurd jî bi HKK’ê hatin girtin. Kreş û pêşdibistanên bi navê Zarokistan ku bi piştgiriya şaredariyên BDP’ê perwerdeya Kurdî didan, piştî qeyûm avêtin ser şaredariyan hatin girtin û veguherîn saziyên perwerdeya Tirkî didin an jî kursên xwedina Quranê.
SIBÊ: Edîtora Rojnameya Xwebûnê Elîf Can Alkan: Divê Kurdî li her qadê were jiyîn
Nurê Aba ya ji Amedê: Zimanê min her tiştê min e