Di pergala perwerdeya Tirkiyeyê de zayendperestî kûrtir bû

Di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 21 salan de li Tirkiyeyê nijadperestî, olperestî û zayendperestiya di pergala perwerdeyê de kûrtir bû. Ji pirtûkên dersê bigre heta bernameya giştî hişê zarokan bi bîrdoziya zayendperest, serweriya mêr tê dagirtin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê pergala perwerdeyê demek dirêj e bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye. Têgihîştina yekparêz û neteweperest ji pirtûkên dersan bigre heta hemû astên perwerdeyê xwe zêdetir diyar kir. Di van salên dawî de hevkariyên bi terîqetan tên kirin re jî bû sedem ku tarîtiya heyî hîn zêdetir bibe. 'Perwerdeya olî' ya ku ji perwerdeya pêşdibistanê dest pê dike, hewl da zarokan wekî ku AKP û alîgirên wê dixwazin bi şekil bike û hemû pêkhateyên xwe jî li ser vê ava kir.

Paşketina di qada perwerdeyê de bi lez bi pêş dikeve, bi heman lezê ji zanistiyê hat dûrxistin. Axaftina binesaziya dibistanan, kêmbûna mamosteyan, polên qelebalix, şandina zarokan ji bo yurdên cemaetê û bûyerên êrîşa zayendî yên li wir tên jiyîn berdewam dike. Li Tirkiyeyê heyama perwerdeyê ya 2022-2023’an bi dawî bû. Dibistan, xwendekar û dayik û bav îsal jî rastî zehmetiyên aborî hatin. Nûçeyên ku bi ‘Kirina pêdiviyên dibistanê temam nebûn’ dest pê kir bi manşeta "Zarok nikarin xwedî bibin” bi dawî bû. Dayik û bavên ku nikaribûn lêçûnên xwe pêk bînin, hinek caran simîtên şîlkirin xistin çenteyên xwarinê û hinek car jî ji ber ku nikaribûn mûçeyên servîsan bidin, riyên cuda ceribandin.

Di perwerdeyê ku yek ji wan qadên ku newekheviya zayendî herî zêde tê jiyîn de, pirtûk û mufredat bi newekheviyê tijî bûn. Îsal jî zarok ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar man. Zimanê Kurdî ku di nav dersên hilbijartî de cih girt, ji ber ku di dibistanan de ket rêzê, bi gotina ‘polên têrker nîn e’ nehat dayîn. Piraniya dersên hilbijartî perwerdiya 'olî' pêk anîn.

Zarok bi zayendperestiyê tên teşekirin

Pergala perwerdeyê îsal jî riyeke dûrî wekheviya zayendî şopand. Di pirtûkên ku bi hemû zextên îdeolojiya serwer re hatin teşekirin, zayendperestî û pêkanînên zayendperestî ku di hemû qadên jiyana civakî de tên jiyîn, cih girt. Her wiha pêkanînên ku perwerdeya têkel kir hedef jî îsbatek bilindbûna muhafezekariyê jî bû. Dîsa di pirtûkên dersê de jin di malbatê de ji karên malê û zarokên berpirsyar hatin nîşandan. Di dersan de hat gotin ku mêr ji jinan serwertir in û divê jin ji mêran re xizmet û îtaat bikin. AKP’ê ku cudakariya zayendî bi zîhniyeta xwe kûrtir kir, perwerdeyê veguherand pergalekî ku ne lêpirsîn kirin îtaet dike hedef nîşan dide. Helbet ev yek jî bi polîtîkayên din ve girêdayî encamên vê yên giran hatin jiyîn.

Di pirtûkên dersan de çi hebûn?

Di pirtûkên dersê ku gotinên erênî yên der barê nûnertiya jinan her sal kêm dibe de, di warê wekheviya zayendî de tu pêşketin çênebûn. Dema ku jin di nava malê de hatin vehandin, vehandina jinbûna cil û bergên 'modern' û perwerdeyî cihê xwe ji dayik û jinên malê de ku bi çavên muhafezekar re hişt. Li gorî hin xebatan, di pirtûkên dersê yên bîrkarî de bi tu awayî modela rola jinan nehat dîtin. Dîsa di hin pirtûkan de jinan cihekî hindik dîtin. Jinên kedkar ji gotaran hatin derxistin û li şûna wan mêr hatin danîn. Ji bo jinan tenê gotarên an jî wêneyên ku giraniyê didin jiyana malbatê hatin tercîhkirin. Dema ku jin bi taybetmendiya xwe ya 'parvekirin' dihatin nîşandan, mêr jî bi îfadeyên 'welatparêz, hezkirina netew, bi disîplîn, fedekar' hatin nîşandan.

676 hezar zarok ji perwerdeyê hatin dûrxistin

Li Tirkiyeyê perwerdeya mecbûrî ya 12 salan heye. 9 milyon û 928 hezar û 304 kur û 9 milyon û 227 hezar û 267 jî keç û bi giştî 19 milyon û 155 hezar û 571 xwendekar, di astên pêşdibistanê, seretayî û navîn de perwerdeya fermî dibînin. Lêbelê, rapor nîşan didin ku li welat 676 hezar zarokên di temenê perwerdeyê de ji perwerdeyê tên dûrxistin. Ji bo sedemên vê yekê 'xizanî' di asta girîng de tê nîşandan, pergala 4+4+4 jî yek ji wan pêkanînên ku zarokan dişîne malên wan. Piraniya kesên ku ji pergala perwerdeyê hatine dûrxistin zarokên di navbera 14 û 17 salî de ne. Ango li Tirkiyeyê ji her 10 zarokan yek nikare biçe dibistanê. Ji dibistanê qutbûn herî zêde di serdema dibistana amadeyî de hat jiyîn. Dîsa beşek girîng a vê yekê zarokên keç in.

Perwerdeya têkel di hedefê de ye

Pispor û sendîkayên pêwendîdar bal kişandin ku li welat perwerdeya têkel, bûye hedef û diyar kirin ku cihêkariya zayendî heye. Îsal piştî hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê ketina HUDA PAR’ê ya meclisê fikarên di vê mijarê de kûrtir kir. Li Tirkiyeyê rêjeya zarokên keç ên diçin dibistanê ji sedî 91’e. Neçûna zarokên keç a dibistanê yan jî ji xwendinê qutkirina wan tê wateya ku bi darê zorê tên zewicandin. Her wiha ev rastî di raporan de jî derket holê. Li Tirkiyeya ku wekheviya zayendî pêk nayê û cînayeta jinan û tundî her car di rojevê de ye, dijberiya perwerdeya têkel, ji armanca avakirina civakek li ser yekolî, yek mezhebî û yek serweriya zayendî dûr nasekine.

Ji dibistanan re şêwirmendiya manevî

Herî dawî di çarçoveya protokola ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî îmze kir de, hat pêşbînîkirin ku di bin navê 'şêwirmendên manevî' de li dibistanan wezîfedarên olî bên tayînkirin. Ne diyar e ku wezîfedarên olî dê di dibistanan de çawa kar bikin û li ser kîjan mufredatê 'perwerdeyê' bidin. Ev serastkirina ku wek 'pêngava dawî ya perwerdeya laîk' tê dîtin, bertekên gelek dayik û bavan kişand. Tenê li Îzmîrê ji 842 dibistanan re mela, xwendekara qursên Qur'anê, waîz û pisporên xizmetên olî hatin wezîfedarkirin. Cihê meraqê ye ku çawa û çiqas çavkanî ji van peywiran re hat veqetandin.

Di 19 salan de milyonek 755 hezar û 375 kesên di temenê zarok de zarok anîn

Zarokên keç ên ku perwerdeya wan wek 'lêçûneke zêde' tê dîtin, tê xwestin ku di zûtirîn demê de ji mal bên derxistin. Li Tirkiyeyê di 19 salên dawî de ango di salên AKP'ê de hejmara keçên ku welidîne derket milyonek û 755 hezar û 375'an. Ji sedî 27’ê van ji zarokên di bin 17 saliyê de çêbûn, hejmara kesên welidandin di bin 15 salî de jî 15 hezar û 601 e. Daneyên li Tirkiyeyê nîşan didin ku di navbera salên 2012-2021'ê de 147 zarokên di bin 15 saliyê de ji carekê zêdetir e.

Bûyerên êrîşa zayendî zêde bûn

Êrîşa zayendî jî di pergala perwerdeyê de ji bilî cihêkariyê wek tundiyek cuda li pêşberî me radiweste. Rêjeyek girîng a bûyerên êrîşa zayendî li dibistanan qewimîn. Yên kiryar jî yan mamoste yan jî berpirs/midûrên dibistanê bûn. Li gorî nûçeyên çapemeniyê di sala 2022’an de herî kêm 238 zarok rastî êrîşa zayendî hatine. Di sala 2022’an de mamosteyên dibistanê jî di nav de herî kêm 65 zarok ji aliyê xebatkarên qursa Qur'anê û endamên terîqetan ve rastî êrîşa zayendî hatin. Di 5 mehên ewil ên sala 2023’an de jî herî kêm 50 zarok rastî êrîşa zayendî hatin. 11 ji van bûyeran li cihên wekî dibistan û qursên Quranê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî yên ku Wezareta Edaletê parve kir, sûcên îstîsmara li dijî zarokan ji sedî 33 zêde bûne.

Zarokên li dibistanan tên xebitandin

Hejmara zarokên ku ji perwerdeyê qut dibin û bi darê zorê tên xebitandin pir zêde ye. Li aliyê din di bin navê perwerdeyê de ji zarokan di gelek waran de bi kar tînin. Di serdema AKP’ê de di bin navê perwerdeya pîşeyî de gelek lîseyên pîşeyî hatin vekirin. Milyon û 848 hezar û 236 xwendekar li lîseyên pîşeyî perwerdeyê dibînin. Zarokên ku di bin navê perwerdeya pîşeyî û teknîkê de jî li dibistanan tên xebitandin mehane tenê hezar û 300 TL tên dayîn. Hat ragihandin ku hejmara xwendekarên ku bi çînkirina wekî "çirak, kalfa û hoste” dixebitin gihîştiye milyonek û 200 hezar. Li gorî daxuyaniyên fermî, hat diyarkirin ku heta 18’ê Kanûna 2022’an lîseyên pîşeyî di 11 mehan de 1 milyar û 955 milyon TL qezenc kirine û ji vir ji xwendekaran re 94 milyon û 332 hezar TL û mamosteyan re jî 206 milyon û 608 hezar TL bi giştî 301 milyon par hatiye dayîn. Milyarek û 654 milyon TL ya mayî jî bi riya “karkeriya zarokan” derbasî xezîneya dewletê bû.

5 milyon zarokên karker hene

Li gorî encamên lêkolîna 2022’an a Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) a li ser hêza kar a gelê malan, rêjeya tevlibûna hêza kar a zarokên 15-17 salî ji sedî 18,7 hat ragihandin lê Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ISIG) ragihand ku daneyên sazî di vî warî de hatiye veşartin. Li gorî ÎSÎG'ê li Tirkiyeyê herî kêm 2 milyon û di mehên havînê de jî 5 milyon ‘zarokên karker’ hene. Her wiha ji vê hejmarê re zarokên xwedî statuya koçber û penaberiyê jî nehatiye zêdekirin. Daneyên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî diyar dikin ku di sala 2022'an de herî kêm 3 hezar û 552 zarok li kolanan hatine xebitandin. Dîsa ÎSÎG’ê bi daneyên xwe diyar dike ku di salên AKP’ê ango ji sala 2022’an heta 31’ê Gulana 2023’an de herî kêm 868 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.