Di nava civakê de hişmendiya netewperestiyê tê bipêşxistin

Peyva netewperstî bi tena serê xwe nikare bi pênaseyek were şîrovekirin, di heman demê de ferasetek teorîk e û xwedî naverokek fikrî, siyasî, civakî û ferhengî ya taybet e.

JIYAN ELÎ

Navenda Nûçeyan- Netewperestî wate û fikreke serdestiyê ye ku li dijî gelên din carna dibe sedema cudakariyê. Reng, fikr, bawerî, çand, ziman ev beş piştî serhildana dewlet-bajar û avabûna netew-dewletê heta desthilatdariya mêrê serdest bi pêş dikeve.

Ev cudahî weke gefek li ser hêza hemû mirovahiyê ye û dibe sedema dabeşkirina civakê, mirov ji mafên xwe bêpar dimîne. Fikrên netewperstiyê wisa ne ku dikarin mirovan bimkin bikin, ji ber cudahiya tevgerî ya civakê. Vê cudahiyê dikaribûye bandorê li ser mirovahiyê bike û heta roja me ya îro bidome.

Cudakariya çermspiyan bi serdestiya civakê hatiye danîn

Bi taybetî ev teorî û cudahiyên netewperstî digihîjin beriya sedsalan û zêdetir xuya dikin. Li gorî çermê sor, tevger, çermreş û çermspî wîlayeta Amerîkaya Yekgirtî çermspî hemû mafê wan neteweyên din binpê dikin û weke kole nêzî wan dibin, bi vê ve girêdayî kar bi wan didin kirin. Lê belê piştre li dijî vê cudahiyê li Amerikaya Latîn gelek tevgerên li dijî netewperestiyê ava dibin. Dîroka yek ji van tevgerên li dijî netewperestiyê digihîje wê dema ku jinek ciwan a çermreş tê girtin. Sedem jî ew e ku wê kursiya xwe nedaye kesek çermspî. Piştre di sala 1957’an de Martin Lotermberg li gel 60 rêberên çermreş, tevgera xwe bi rêxistin kir û bi konfaransa rêberên Kirîstanê Başûr bi nav kir.

Gelek mînakên dîrokî yên netewperestî hene. Wekî; Holokst rejîma zayendperestî ya Başûrê Afrîkayê, tevgerên zayendperestî li dijî biyaniyên li Amerîkayê di dema şerê cîhanê yê duyem de, tevgerên li dijî Samiyan ku li dijî tevgerên berpa bûn li Ewropayê, bi giştî û Almanya mînaka herî berbiçav a dîrokê ye.

Bi Netew-dewletê re netewperestî bi pêş ket

Her wiha ji bo rengdayîna netewperestiyê li Rojhilata Navîn di çarçoveya desthilatdar û dewletê de ku gotinên desthilatdariyê ew bû yek netew, yek al, yek ziman û yek rêgez bi awayek ber bi çav hat dîtin. Gelek neteweyên cuda di bin van gotinên siyasî û bîrdozî, netewperest, olperest û nîjadperestî de difetisin û mafên wan tên binpêkirin. Bi taybetî netewperestiya di Împaratoriya Osmanî de li dijî mesihiyan e û komkujiya Ermenî û Kurdan, Aşûrî û Yunaniyan heta astekê li hemberî Ereban jî di dawiya sedsala bîstan de. Ya ku em îro dibînin dewleta Tirk bi hemû aliyan ve êrîşî gelê Kurd li Kurdistanê dike, hem bi riya dîplomasiyê, hem jî bi riya siyasî, leşkerî û civakî.

Mînaka herî berbiçav a netewperstiyê di roja me ya îro de li Ukranya û Rusyayê hat dîtin ku çawa reng da ragihandina Ewropayê bi awayek berbiçav hat dîtin, di dema şopandina şer de behsa wê yekê kirin ku digotin ev der Ewropa ye ne Rojhilata Navîn e û nabe ku şer tê de were kirin. Di heman demê de wê çawa pêşwazî li koçeberên wî bajarî li ser sînorên xwe bikin, ji ber ku rengê çermê wan spî bû zêdetir diçûn. Lê belê ji ber vî şerî bi hezaran koçber li ser sînorê Belerûs û Ukranyayê di nava sermaya zivistanê de dijiyan û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, welatên Ewropayê neçûn hewara wan.