Di nava civaka tewariqiyan de pêşangiya jinê çandek qedîme 2

Zarokên Tewariqiyan bi dayika xwe tên nasîn û di nava jiyanê de jî li ber destê dayika xwe tên perwerde kirin, ji lewra bandora dayikê li ser hemû şêwaza çand û jiyanê serwere û bê wan tiştek nayê kirin.

HÊLÎN GEMO

Navenda Nûçeyan - Dema diya mêrekê ji malbatek rêzdar be ew mêr dikare di hukumkirina Çiyayê El-Ehqar de xwedî pozisyonek girîng be ger eslê bavê wî neyê zanîn jî, lê ger eslê diya wî ne diyar be ew mêr qet nikare di eşîra Tewariqiyan de cihekî girîng bigire ger bavê wî ji malbatên Tewraqî ên herî bi rûmet be jî. Şermeke civakî ye ger zikê jina ducanî li ber bav, bira û endamên eşîra wê were eşkere kirin, ji ber vê yekê dema ku jin dizane ducanî ye digirî, ji ber heya ku zaroka xwe neyne dunê ew nikare bav û birayê xwe bibîne. Dema ku dibe dema welidîna jina ducanî, bêyî ku kes hîs bike ew direve çolê da ku malbat qîrîn û êşa wê nebhîze, ji ber vê yekê jinên Tewarqiyan gav bi gav jina ducanî dişopînin da ku ger bibe dema welidînê bireve alîkariya wê bikin. Wekî lêkolîner dibêjin ku girîngiya yekem di nav eşîrên Tewariqiyan de ji eslê dayikê re tê dayîn. Di hin welatan de dema di navbera jin û mêran de hevberdan çêdibe, weke şerim ji jinê re tê dîtin, lê di nav civaka Tewariqiyan de jin bi bûyera hevberdanê serbilindin. Her wiha jina ku gelek caran bûyera hevberdanê di jiyana wê de dûbare bûbe, ev dibe delîlê xweşkbûn û rewşa civakî ya wê jinê. Piştî hevberdanê jin azad e mêrekî din ku qet nezewiciye ji xwe re bixwaze û pê re bizewice. Her wiha ger jina Tewariqî bixwaze mafê wê heye ku bi mêrekî ne Tewariqî re bizewice.

Cejna nav li zarokên nû tên diniyayê kirinê

Di nav cejnên wan de cejnek heye jê re dibêjin "Cejina Nav" ku heftiyekê piştî ji dayikbûna nûbûyî dom dike. Piştî ku jin zaroka xwe tîne duniyayê, xizmên dayikê zarokê digirin û li dora konê dayikê digerînin. Roja din diçin mizgeftê û navek li gorî baweriya xwe li zarokê dikin û piştî nav li zarok tê kirin şahiyekê li dardixînin.

Çand û perwerde

Tewariqî bi her sê zaravayên zimanê xwe temciq, temaşiq û temahiq daxivin. Zimanê wan di nav zimanê Emazîxî de yekane ye ku rehên Emazîxî yên ku hatin winda kirin parastiye. Her wiha ji hemû gelên Emazîxî tenê Tewariqiyan alfabeya Tîfînax parastine. Ew perwerda li dibistanên dînî pir girîng dibînin, piraniya zarokên wan xwendina xwe ya seretayî fermî temam dikin, hin ji wan xwendina xwe ya navîn jî diqedînin, tenê komek biçuk ji wan li zanîngehan dixwînin. Dawetên Tewariqiyan heftiyekê dom dike, malbat û xizmên zava tên gundê bûkê û xizmên bûkê jî dest bi çêkirina konê bûk û zava dikin. Memlekeya Odxist û bajarê Tînbikto yê dîrokî ku yek ji mezintirîn navendên radyasyona şaristanî û olî ye, damezrandine. İslama Sinhaca di serdema Uqba de dest pê kir, di serdema Edarisa de hate xurt kirin û di serdema sêyemîn a hicrî de bi tevahî hate eşkere kirin. Hemû cejinên Îslamî pîroz dikin, despêk û dawîya meha remezanê bi çêkirina xwarinên xweş, pêşbaziyên deveyan û duayan pîroz dikin.

Edebiyata nivîskî ya Tewariqiyan tune ye, li şûna wê edibiyeta devikî heye û ji nifşek derbasî nifşan dibe. Xebatên wan ên referansê ku sedsalek berê ji hêla hin rojhilatnasan ve hatine berhev kirin û xebatên ku vê dawiyê hatine weşandin ji hêla lêkolînerên rojavayî ve hatine berhev kirin, hene. Her wiha helbest, şano, çîrok, gotinên pêşiyan, stran, çîrokên dîrokî, efsane û şehrezayên Tewariqan jî hene.

Amura muzîkê Îmzade tenê jin lêdixin

Amûrên muzîkê yên Tewariqiyan hene ku di dawetên wan de têne bikaranîn weke amûra muzîkê ya bi navê tîndî. Her wiha girîngtirîn amûrên muzîkê amûra îmzade ye ku bi şekilê xwe dişibe kemanê û tenê jin lê didin. Di serdema heyî de gelek komên muzîkê yên Tewariqî çêbûn, ji wan ên herî navdar koma Tînaryoyîn, Terkaft, Tamîkirîst, Îmirhan û Tomast in. Çîna esnafan pir ji karê destan hezdikin û şûrê tariqî ku jê re takoba tê gotin, zincîrên zîv û zêr ku ji wan re tasxalt tê gotin û guharên bi navê ezaban bi destê xwe çêdkin.

Cil û berg

Tewariq di nav dîrokzanên Ewropî de wekî mirovên şîn an jî mêrên şîn tên nasîn, ji ber boyaxa şîn di nav qumaşê cil û bergên wan de ye û şopên şîn li ser çermê wan dihêle. Tewariqî bi gelemperî cil û bergên pir reng li xwe dikin. Mêrên Tewariqiyan ser û rûyên xwe bi laçikên spî an reş dinxumînin û kincên şîn ên fireh ku havînê wan ji toz û germahiya sehrayê, zivistanê jî ji sermayê diparêze li xwe dikin.

Xwarin û debara jiyanê

Jiyana li çolê dihêle ku Tewariq çi tiştê ku bibînin bixwin û ji aliyê birçîbûn û tîbûnê ve pir bi sebrin. Xwarinên wan ên sereke goşt û şîr e, taybet goştê biraştî ji bo wan pir girîng e. Agir dadidin û goşt dixin nava kozan nahêlin ku goştê wan baş bipirije derdixin û dixwin. Goştê mirîşkan û hêkên wan qet naxwin. Nanê xwe li ser komirê çêdikin û jê re dibêjin Tagla. Şîr dixin nava gelek xwarinên xwe, şîr û ard tevli hev dikin û dikin şorbe, şîr dixin nav birincê û şîr bi xurman re vedixwin. Ji bilindahiyek mezin di piyalên camên biçuk de çaya xwe dadigrin da ku kef pê keve, ji ber ku ji çaya kef pê dikeve hez dikin.

Li gel Tewariqiyan şermeke mezine û weke sûc dibînin ger qedrê mêvanan baş neyê gitin, ji ber vê yekê pir qedrê mêvanên xwe digrin. Di nîvê konên wan de maseyeke biçûk ji bo vexwarina çayê û maseyeke mezin ji bo mêvanan heye. Her wiha yek ji adetên wan ku dema jinek Tewariqî bazde derve û di destê wê de tasek tijî şîrê deve hebe, ev nîşana pêşwaziya hatinê ye, dema mêvanek an jî endamek malbatê ji cihekî dûr were wiha dikin. Ger hejmareke mezin ji mêvanan biçin malekê, hemû jinên taxê diçin wê malê ji bo ku alîkariyê bi jinên wê malê re bikin da ku kêmasî dernekevin û qedrê mêvan baş were girtin.

Gelê Tewariqê ji demên kevnar ve di bazirganiyê de dixebitîn. Xwedîkirina deve, çêlek û pez yek ji karê wan ê serke ye, ji ber ku şîr û goşt xwarina wan ya bingehîne. Her wiha tenê kole û xidam karê şivantî û cotkariyê dikin. Di sedsalên borî de bi saya karwanên bazirganiyê xizanî li Sehrayê çênebû. Li hin deverên wan xwê hebû û bi karwanên bazirganiyê dibirin welatên başûr da ku li wir bi nrxeke bilind were firotin. Pir ji nêçîrvaniyê dizanin û taybet nêçîra xezal û zarafeyan dikin. Ziwabûna ku li sehrayê û herêma Sahil xist bandorek mezin li jiyana Tewariqiyan kir. Taybet welatên Malî û Nîjeriya ji ber ku hikumetên van her du welatan tu projeyên pêşkeftinê li deverên ku Tewariq lê dimînin nekirin.

Sibê: Berxwedana Tewariqiyan a li dijî kolonyalîzma Fransa