Di dilê jinên dengbêj ên Serhedê de stran man

Jinên dengbêj ên serhedî, bi dengê dilê xwe yê ku dibû stran, dengê xwe gihandin gelek welatan û ji bo jinan bûn îlham. Ji dengbêja yekem Gulê heta Sûsika Simo ya li welatên Kafkas weke stêrkek diçirisî, heta denbêj Gazin a ji Wanê gelek stran li dû xwe hiştin

 NÎMET OLMEZ 
Wan- Herêma Serhedê ku warê gelek dengbêjên bi nav û deng e; gelek jinên dengbêj jê derketine. Ew dengbêjiya bê enstruman ku bi dengê qirikê li wê herêmê belav bûbû, çanda me bi gelek dengbêjan xemiland, jinên dengbêj ên Serhedê jî pêşengî ji vê çanda xweş re kirin.  
Di kevneşopiya dengbêjiyê de, her çiqas dengbêjên jin pir kêm werin dîtin jî; her kes dizane gelek stranên wekî Lawikê Metînî, Derwêşê Evdî, Mihemedo Ronî, dengbêjên jin nivîsandine. Di demên nêz de der barê denbêjên jin ên dijîn de jî agahî hene û qeyda dengê wan, bi saya xebatên ku heta roja me jî didomin li Radyoyên Erîwan û Bexdayê hene. Bi saya rewşenbîr û hunermendên ku bi riya radyoyên Erîwan û Bexdayê hatin ba hev û xebitîn, dengbêjên jin ên wekî Sûsika Simo, Gulîzar, Cemîla Cauş, Kubara Xudo, Meryem Xan, Zadîna Şakir, Nesrîn Şêrwan, Eslîka Qadir, Eyşe Şan, Elmas Mihemmed, Fatma Îsa dengê xwe gihandin me. Dengê wan hunermendan hat qeydkirin, ket arşîvê. Bi vê nivîsê em dixwazin ji nava gelek dengbêjên jin ên xwe li bîra me bi cih kirine; jiyan û berhemên dengbêj Gulê, Sûsika Simo, Zadîna Şakir bînin bîra xwendevanan.
Dengbêj Gulê wekî dengbêja yekem tê zanîn û tê texmînkirin ku di sedsala 18’emîn de jiyaye û di heman demê de helbestvan bûye. Di serdema dengbêj Gulê de, behsa dengbêjeke xwedî dengê bilind a bi navê Pero tê kirin û di destpêka sedsala 1900’an de jî behsa dengbêjeke din a bi navê Hemîde ku li Colemêrgê jiyaye jî tê kirin. Nav û serpêhatiya van jinên dengbêj, di nava civakê de belav bûye lê tu kesê nikaribî li dengê wan guhdarî bikira. Çîrok û agahiyên der barê dengbêj Gulê, Pero û Hemîde de, zêdetir ji aliyê jinên denbgêj ve tê gotin. 
Gulê li dîwanan stranan got 
Dengbêj Gulê ku hevjîna Evdalê Zeynikê ye; di sedsala 18’emîn de li herêma Serhedê jiyaye. Mehmed Uzun di berhema xwe ya bi navê “Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê” de dibêje ku axaftina di navbera Gulê û Şêx Silê de derbas bûye, tevlibûna wê ya dîwana dengbêjên ku didin ber hev û stran dibêjin, nîşan didin ku baweriya Gulê pir pê hebûye. Gulê di demek ku bi dengbêjan re dane ber hev de gotiye “Ez Gulê me, ji jin û xatûnan zêdetir im, navê min Gulê ye lê tu ji xwe re li rê û tedbîrek bigere. Ez ê vê êvarê li ser te stran bibêjim. Gulê me ez, gula Xamûrê me, hevjîna mezin a Zeynê kurê Evdal, dayika Temo me, dengbêja dîwanan, serdara jinên welat im.”
Agahiya yekem a der barê Gulê de di strana “Ez pela Gulê me, evîndarê wê bûm” de derbas dibe. Ev stran ji aliyê Evdalê Zeynikê ango Ehmedê Ferman ve hatiye nivîsandin ku tê de behsa gulê dike lê Gulê di vir de hem wekî gulek hem jî dildarek pênase dike, xwe jî wekî pela wê bi nav dike. 
Dema ku tu li axaftinên di navbera Gulê û Evdalê Zeynikê de derbas bûne, dinihêrî, dibînî ku sohbeteke wan a edebî hebûye. Mînak dema ku Evdalê Zeynikê ji gulê re gotiye “Gula min, mehrûma min. Roj derketiye gelo?” Gulê wiha bersiva daye: 
“Ey Evdalê mehrûm, hê roj derneketiye lê xwezila te xweşikbûna derdorê bidîta. Navsera Çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij û moranê xemiliye. Asîman şîn, giya, dar hêşîn in, av jî wekî berfê spî ye. Tîrêjên rojê yên sor û bilind, dilê min germ dikin. Di vê roja meha Gulanê de roj ji asîman, ji navsera Sîpanê Xelatê, hêdî hêdî ber bi me ve tê. Cîhan şiyar dibe...”  
arasında geçen konuşmalara bakıldığında karşılıklı adeta bir edebi sohbetin gerçekleştiğine vurgu yapılır. Örneğin Evdal’ın Gulê’ye yönelttiği, “Gulem benim, mahrumem benim. Güneş doğdu mu?” sorusuna Gulê  şöyle yanıt verir: 
Sûsika Simo 
Sûsika Simo, di sala 1925’an de li herêma Elegeza Ermenistanê, li gundê Mîrekê yê Ahbaranê, di malbateke Êzidî de tê cîhanê. Demeke hindik piştre malbata wê koçî Gumruyê dike û li wir bi cih dibe. Sûsika Simo li Gumruyê dest bi xwendinê dike doktoraya xwe li wir temam dike. Çend salan li nexweşxaneyek dixebite. Di nava vê demê de, di jiyana wê de pirsgirêkên mezin tunebin jî zorî zehmetî li pêşiya wê derneketibin jî; ew her dem di dilê xwe, ruhê xwe de hîs dike ku aliyekî wê kêm e. Bi her strana ku guhdarî dike re, têdigihîje ku aliyê wê yê vala temam dibe, ji ber wê dest ji karê xwe yê nexweşxaneyê berdide, berê xwe dide hunerê. Têkoşîna wê ya bi zincîrên ku civaka wê wekî qaîde û quralan dibîne re zehmet derbas dibe lê evîna wê ya ji stranan re, wan zincîran yek bi yek dişkîne.  
Jinên Kurd ên bi adet-kevneşopî û feraseta olî yên civaka xwe, rastî qeyd û bendan hatine, bi taybetî piştî koçberiya Kafkasyayê ev paşverûtî zêdetir bûye lê ji ber ku rêveberiya Sovyetê ya li Kafkasyayê serwer bû, perwerde û hemû mafên civakî yên jin û mêran hêsan kiribû, wekheviya civakî esas digirt, jin li dijî eşîret û pergala feodal bi hêz bûn. Tam di rewşeke wiha de Sûsika Simo qeyd û bendan şikand û li Kafkasyayê ji bo civaka Kurd tişteke nû ya serkeftî kir. Hemû quralên ku civakê ji bo xwe wekî tabû didît dişkîne û di sala 1946’an de bi cil û bergên Kurdî cara yekem derdikeve ser dikê, stranên Kurdî û Ermenî dibêje. Bi di koman, hunera bi awayê opera û baleyê ava dike. Bi heman awayî bi komên şanoyê yên Elegezê re yan beriya lîstika şanoyê yan jî pişt re derdikeve ser dikê, stranên gelêrî yên Kurdî dibêje. Bi qasî gotina stranan meraqa wê ji govendê re jî heye û pê re mamostehiye ji komên govendê re dike. Wan deman ango di sala 1946’an de cara yekem hunermendek Kurd bi fermî tê nasîn, derdikeve ser dikê û stranan dibêje. Ev yek ji bo wê demê tiştek yekem e.
Jiyana wê bi hunerê re bû yek
Sûsika Simo, Kulya Neftalyan a Ermenî dinase û piştî demek evîndarê hev dibin. Sûsika Simo jineke Êzidî bû, li gorî baweriya wan zewaca bi Ermeniyek re xweş nedihat dîtin. Ji ber wê ev rewş civaka wê aciz dike lê Sûsika Simo bi zanîn û dengê xwe bi civaka Kurd xwe dabû pejirandin. Ne tenê li Ermenistanê, heman demê li Gurcistan û li gelek welatên Sovyetê strêka wê geş bûbû. Ewe derdiket ser dikê, stranên xwe bi Ermenî û Kurdî digot. Hevjînê wê Kulya Neftelyan, di gelek mijaran de piştgirî dayê. Bi hev re tevli bernameyan bûn û duet kirin. 
Sûsika Simo bi dengê xwe yê bi heybet û ji dil, stran û meqamên ji peşiyan mabûn got û di heman deme de lîstik û govendên civaka Kurd bi gelê Kafkasyayê dan nasîn. Bi dehan stranan bi diyarî muzîka Kurdî ya klasîk kir. Ji bo pêşvebirina çand û hunera Kurdî, kevira teneşîrê bû lewre ya ku çanda Kurdî Kafkasyayê da nasîn ew bû.
Sûsika Simo, bi Gulîzarê re di sala 1955’an de bûn yekemîn jinên di Radyoya Erîwanê de stran gotin. Di sala 1965’an de di jiyana xwe ya hunerê de derdikeve lûtkeyê û li Qada Sor gelek caran konserên mezin dide. Egîdê Cimo bi bilûra xwe, Karapêtê Xaço jî bi dengê pê re ne. Beriya ku cara pêşên li Qada Sor konserê bide, Wezîrê Eşo di Rojnameya Riya Teze de bi sernavê “Sûsika me” nivîsek diweşîne. Di nivîsê de dibêje; “Hûn wê wekî jineke wisa li gorî kevneşopiyê tev digere xeyal nekin. Bi performansa artîstîk a li ser dikê heyraniyeke mezin çêdike.”  
 Ew di sala 1977’an li Erîwanê diçe ser dilovaniya xwe. Li Gumruyê tê definkirin. Li dû xwe fîstanên neteweyî yên Kurdî yên bi motîfên nûjen hatibûn xemilandin, stran, şahî û qerekterê serhildêriya jinên Kurd, dewlemendiyeke mezin a çandê û berxwedêriya jinan dihêle.   
Strana ji bo Lenîn
Sûsika Simo îmze davêje bin stranên ku mizgîniya şoreşa Cotmehê û sosyalîzmê didan. Her wiha straneke wê ya ji bo Lenîn heye. Simo wiha gotiye: 
“Dewra berê, berê belangaz bûn/Lenîn rabû em xilas bûn/bi navê Lenînê şirîn şa bûn...”
“Berê em xizan bûn
Lenîn rabû em rizgar bûn
Bi navê Lenîn em bextewar bûn
Gelên Sovyetê bûn birayên hev
Ciwaniya wna bi evîn û xweşiyê dibore
Lenînê mezin her dem di hişê wan de ye...
Di jiyana wan de tu gazin tune ne
Dilê hemûyan li cîhaneke bi aştî û biratiyê ye
Keç û xort çawa dixwazin wisa dijîn...
Em ji partiya xwe pir razî ne
Her karê partiyê ji bo me mizgînî ye
Xweş û xêra me ji wê tê û dê were.”
Zadîna Şakir orkestra ava kir
Zadîna Şakir, dema ku malbata wê di salên Şerê Duyemîn ê Cîhanê de ji gundê Hesocano yê Dîgora Qersê koçî Ermenistanê kirine hatiye dinyayê. Bavê wê navê Zadîna li danî. Zadîna ji ber ku bi ciwanekî Ermenî re dizewice di nava civaka xwe rastî bertekan tê lewre wê demê zewaca Kurdan a bi Ermeniyan re baş nedihat dîtin. Nêrîn û bertekên li dijî Zadînayê bûn sedem ku dest ji hevjînê xwe berde. Ew jî wekî Sûsika Simo bi Ermeniyek re zewicîbû lê wekî ya wê nehatibû pejirandin. Di dema Sovyetê de Zadîna bi Egîdê Cimo re orkestayek ava kir, konser da. Bavê wê pir girêdayê kevneşopiyên xwe yên civakî bû. Zadîna zaroka wê ya ku wekî ruhê xwe jê hez dike ye. Li vê zewacê baş nanihêre, ji bo xwe heqaret dibîne. Tevî hemû hewldanên Zadînayê yên ji bo lihevhatinê jî ew wê nabexşîne û ji qehran dimre. Ji wê demê û şûn ve xemgînê konê xwe li dilê Zadînayê digre. Ji ber ku nikare biçe şîna wî, musebibê mirina wî tê zanîn, dikeve nava derd û kulan. Wê hesab nekiribû ku dê toleransa ji bo Sûsika Simo, nîşandan, ji bo wê neyê nîşandan û hewqas bertekên hişk bibîne. Piştî ku tenêtî zorê didê, hezkirina hevjîn û zarokên wê jî nikarin valahiya di dilê wê de dagirin û ji derdê wê re bibin derman. Êdî aramî jê re namîne, poşmanî û xemgînî li jiyana wê bi cih dibin.
Di bêhna xwe ya dawî de jî êşa xwe anî ziman
 
Zadîna di sala 2008’an de dema ku 65 salî ye, li Erîwanê, li pêş sînemaya Rosiyayê dema ji otobusê dadiket, krîza dil derbas dike, li erdê dikeve û bi gotina “oy bavo” dike hawar. Çawa ku di mirina bavê xwe da tenê mabû, di mirina xwe de jî tik û tenê bû. Dema jiyana xwe ji dest dide, ji ber ku tecrîda civakî neguheriye, bêdeng û ‘bêkes’ tê definkirin. Stranên di Radyoya Erîwanê de gotibûn, şaheserên muzîka Kurdî bûn. “Malka Semo”, “Kewa Gozel”, “Derwêşê Evdî”, ji van stranan bûn lê bi taybetî bi strana “Dêra Sorê Biçûkê”di dilê her kesê de şopeke bêdawî hişt. Ev stran pesnê jineke ciwan a kurd dide û ji pîvanên xweşikbûnê yên din ên lîteratora muzîka Kurdî cudatir e. Cara pêşîn zerafet û nazikbûna jinan ewqas derdikeve pêş. Sînemayên Ermenistanê di sala 1959’an de dema ku berhema Erebê Şemo ya bi navê “Kurdên Ermenistanê” wekî dokumanter werdigerîne, di muzîka wê ya fonê de strana Dêra sorê biçûkê ya Zadînayê cih digre. Ev stran ji aliyê mêr ve ji bo jinan pesnê rindahiyê bû.
“Dêra sorê biçûk e lêlê lêlê lêlê lêlê lêlê
Dêra sorê biçûk e
Dest bi hine û neynûk e
Par qîz bû îsal bûk e lêlê lêlê lêlê lêlê lêlê
Par qîz bû îsal bûk e
berxê sebra mala min e
Dêra sorê mezin e lêlê lêlê lêlê lêlê
Dêra sorê mezin e
Dest bi hine û bazin e
Par qîz bû îsal jin e lêlê lêlê lêlê lêlê
Par qîz bû îsal jin e
berxê sebra mala min e”
“Dengê wê bi kesê nedan bihîstin”
Dengbêj Gazin li gundê ku navê wê bi Ermenî Unsuz bi Tirkî Yassica yê li ser Tetwana Bedlîsê bû hat dinyayê. Navê wê yê rastîn Rukiye Kizil e. Di temenê biçûk de bi stranên ku digotin dest bi dengbêjiyê dike. Gazin wiha behsa jiyana xwe li gund kiribû: “Di dema me de zarokên keçik dema dibûn 9-10 salî pêşî serê wan digirtin, dema dibûn 12 salî jî ji bo zewacê wan amade dikirin. Ev tişteke xweş nebû. Dayika min di vê mijarê de pir li ser min disekinî, dema ku min stran digotin zextan li min dikir digot: ‘u êdî mezin bûyî, bila kes dengê te nebihîse.’ Wan çiqas digotin nebêje jî min stran digotin, dest jê bernedida.”
Di 14 saliya xwe de dema ku tê zewicandin mala xwe dibe Wanê, 4 keç û kurekî wê çêdibin. Gazin diyar dike ku zextên olî pêşî li dengbêjiya jinan digrin û dibêje ku bêyî piştgiriya hevjînê xwe wê albumên “Domamê domamê”, “Sînanê Kirîv”, “Evdalê Zeynikê”, “Xelîlê Xazî” û “Gewra min” derxistine. 
Mala Dengbêjên Jin ava kir
Dengbêj Gazin di sala 2011’an de Komeleya Jinên Hunermend û Dengbêj ava kir. Gazin ji bo armanca vekirina komeleyê dibêje; “Bi her dengbêjek re hexîneyek heye. Niha mêr li kolanan rûdinên, dema tu ji wan re bibêjî stranek bibêje dê derhal bibêjin lê ji bo jinan wis nîn e, nikare bibêje, di nava xwe de dihêle. Ji bo jin derkevin meydanê, xwe îfade bikin, hunera xwe bi pêş bixin, bi mirov û cîhanê bidin nasîn me ev komele vekir.” Komele ji ber erdheja li Wanê çêbû neçar ma xebatên xwe rawestîne. Dengbêj Gazin di 58 saliya xwe de bi çûyîna xwînê ya ser mêjî di 21’ê Tebaxa 2018’an de jiyana xwe ji dest da. Bi stranên di dile wê de mayî, bi rondikên çavan hat binaxkirin. Bi ton, rîtm û dengê di dilê xwe de... Wê ruhê xwe diyarî hunerê kir. Bi bandora Eyşe Şan û Meryemxanê, dengê xwe derxist lê niha dengê Gazin wekî dengê veşartî ket nava dengbêjan.
Strana li ser Gulêya Xirîstiyan a ji aliyê Gazin ve hatiye gotin:
“Ez layiqê dînê xwe me
ax ez Gulo me, ez gune me
 ez Guloka bavfile me
wile wezê ne layiqê dînê te me
 ez layiqê dînê xwe me oyy
ax Gulo tête ji bêriyê
de Hacî Mûso dide eyneliyê mûdeliyê 
diçe bi pêşiyê 
de elba şîrê datîne binê siyê 
Gulo ra dikeve bi hêviyê 
Dibê keçê Gulo tu newêre li ser vê dînê heqiyê 
ax ez Gulo me, ez gune me 
ez Guloka bavfile me 
wile wezê ne layiqê dînê te me 
ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me”