Di dewleta Iraqê de cihê zimanê Kurdî

Zimanê Kurdî, li Iraqê zimanek fermî ye, ji bo neteweya Kurd zimanê dayikê ye lê dewleta Iraqê hewl dide di aliyê perwerde û fêrkirinê de zimanê Kurdî were paşguhkirin.

LAVE KURDE

Silêmanî- Dema em behsa zimanê Kurdî dikin, bêguman em behsa zimanê ku niha gelê Kurd pê diaxive dikin. Zimanê her neteweyê ji dîrokê hatiye, beriya niha 60 hezar salan li vê herêmê ku niha jê re dibêjin Kurdistan, avadanî û cihê heyîna jiyana civaka mirovan çêbûye ku zimanê pê biaxivin hebû. Piraniya dîroknasên bi nav û deng diyar dikin ku Kurdên îro neviyên Medan in û zimanê Kurdî jî ji vê dîrokê tê. Lê belê girîng e bal were kişandin ser zimanê Kurdî. Niha çi cihê wê di Iraqê de heye?

Neçar bûn netewe û zimanê Kurdan qebûl bikin

Her çendî zimanê Kurdî li Iraqê, di salên 70’yan de cihek kêm girtibe jî lê belê nebû yek ji zimanê fermî yê welat, di wê demê de têkiliyên herêmê û destwerdanên navdewletî û serhildanên gelê Kurd weke pêkhateyek neteweyî bi hêz serî hilda. Neteweyên Yekbûyî hêzên zilimkar neçar man qebûl bikin ku siyasetek nû di nava dewleta Iraqê de pêk bînin. Ew siyaseta nû ku bû xwedî herêmekê wisa çand û zimanê Kurdî di welatan de bi pêş bikeve. Niha di aliyê cih de zimanê Kurdî di çarçoveya welatê Iraqê de bûye zimanê fermî.

Li gorî madeya 4’an a destûra Iraqê di sala 2005’an de bi vî awayî behsa zimanê Kurdî hatiye kirin:

Yekem: Li Iraqê zimanê Erebî û Kurdî du zimanên fermî ne, mafê hemû Iraqiyan heye parastin û fêrkirina zimanê dayika xwe bikin, yanî her zimanek di dezgehên fêrkirinên taybet de heye.

Duyemîn: Sînorê îfadekirina zimanê fermî diyar dikin, ji ber bicihkirina hukmê vê madeyê li gorî zagonên van xalan e.

  • Derxistina rojnameya fermî bi herdu zimanan.
  • Gotin û fikir di aliyê fermî de bi herdu zimanên ku weke encûmena nûneran û encûmena Wezîran, dadgeh û kongreyên fermî.
  • Danîna belgenameyên fermî û danûstandin derxistina name, belgenameyên fermî bi herdu zimanan.
  • Vekirina dibistanan bi herdu zimanan li gorî zagona perwerdeyê.
  • Her aliyek din ku bingeha yaksaniyê girtiye, weke pere û nasname.

Sêyem: Dam û dezgehên federalî yên fermî li herêma Kurdistanê bi herdu zimanan bi kar tînin.

Çarem: Zimanê Suryanî û Tirkmenî du zimanên din ên fermî ne û di van cihên fermî de ku tê de piraniya wan ji rûniştvanan pêk tê.

Pêncem: Her herêm û bajarek mafê wan heye zimanke din ê navxweyî bike zimanê fermî ger piraniya rûniştvanan di lapirsên giştî de biryar bidin.

Li Iraqê hewl didin zimanê Kurdî lawaz bikin

Ew siyaseta ku heye ji bo lawazkirina ziman û neteweya Kurd e, bi awayek sereke ziman kiriye hedef, em dibînin li parçeyên din ên Kurdistanê astengî ji ziman re çêdikin û ji ber vê yekê Kurdan ceza dikin. Li Iraqê li herêma Kurdistanê ku bi zimanê dayikê azadî ji bo xwendin û nivîsandin û axaftinê heye. Lê belê li Iraqa federal Kurd hemû neçar in bi Erebî biaxivin, ji ber sîstem û siyasetê wisa kiriye ku Erebî fermîtir be, ew jî di demek de ye ku herdu ziman Kurdî û Erebî bibin zimanê fermî yê Iraqê.

Hewldanek din a ji bo lawazkirina ziman bi biryara wezareta perwerdeya Iraqê ye ku di 6’ê Cotmeha 2022’an de hatiye îmzekirin rêveberiya giştî ya ezmûnan diyar kir ku hemû dibistanên bi zimanê Erebi mijarên zimanê Kurdî wê tê de were xwendin. Xwendevan ger derece di mijarên Kurdî de anîbin weke nemayî jê re dihesibîne, ev biryara wezareta perwedeya Iraqê destnîşan kir ku înkarkirina zimanê Kurdî, wisa dikin ku van mijaran nexwînin û înkar bikin. Ev di demek de ye ku li dibistanên herêma Kurdistanê mijarên Erebî tên xwendin û ger xwendevan dereceyek pêwîst bi dest nexin wek mayî wê werin hesibandin. Ji ber wê xwendevan neçar dimînin mijarên Erebî bi başî bixwînin û guh nedin mijarên Kurdî.

Bi helwesta parlamenterên Kurd li parlamentoya Iraqê biryar paşve hat kişandin

Cihê bi bîrxistinê ye endama parlamentoya Iraqê Sirwe Mihemed ragihand ku bi gefên parlamenterên Kurd li parlamentoya Iraqê dikaribûne biryara wezareta perwerdeya Iraqê hilweşînin û got: “Niha piştî hilweşandina biryarê, perwerdeya Iraqê ragihand ku her xwendevanê/a ku di zimanê Kurdî de bi ser nekeve wek biserneketî dihesibînin.”

Her wiha jêbirina zimanê Kurdî li gelek tabloyên li bajarê Kerkûkê tevgerek tirsonek e li hemberî zimanê Kurdî û ev siyaseteke ku li ser xwe û zimanê neteweya Kurd tê bicihkirin e.

Ziman rê ji bo bidestxistina mafên din ên neteweya Kurd xweş dike û peydakirina îdare û xwecihên Kurd di her danûstandinek siyasî di dahatûyê de. Ji ber serhildan û çalakbûna ziman tê wateya serhildana neteweyê. Ji ber vê hikumeta herêma Kurdistanê û wezareta perwerdeyê li cihê siyaseta marjînalkirina zimanê dayikê, li ser bêplanî û nebûna siyasetek baş ziman di perwerde û xwendina bi Kurdî de nehatiye meşandin. Divê weke pêkanînek sereke dewleta serbixwe ya Kurdistanê û nasnameya neteweya jê bawer, kar ji bo geşepêdana zimanê neteweyî bikin.