Dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin, sedemên vê jî bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê ye, çêkirina riyan ji bo dijmin û hevkariya partiyên desthilatarên Başûrê Kurdistanê bi dijmin re rê li ber dagirkeriyê ve

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Dewleta tirk bûye metirsiyek mezin li ser herêma Kurdistanê. Bi riya sîxuran ku di nava bajaran de zêde bûne, dewleta tirk dixwaze êrîş bike û bi firehiya 50 kîlometre ketiye nava xaka Başûrê Kurdistanê. Êrîşên dewleta tirk gihîştine wê astê ku hemû sînor derbas kirine, heta çekên li cîhanê hatine qedexekirin çekên kîmyewî li hemberî gelê Kurd bi kar tîne, hemwaltiyên sivîl qetil dike, gund, bajar û bajarokên Başûrê Kurdistan û Îraqê topbaran dikin û xelkê sivîl dike hedef. Armanca dewleta tirk ne tenê PKK ye tunekirina hemû Kurdan e.

Desthilatdariya dewleta tirk û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê, çarenûsa Kurdan ber bi rewşek gelek xirab ve dibin divê hikumeta Iraqê li hember hemû êrîşên dewleta tirk dengê xwe derbixe. Ya girîng ew e ku hemû bizanin ew hêza li Rojava û çiya berxwedanê dike rêgiriya li hember êrîşên dewleta tirk e û rê nade Iraq parçe bibe planên dagirkeran bi ser bikevin.

Ji ber wê niha li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê metirsî heye, divê gel li hemberî van êrîşan xwedî helwest be û rê nede dewleta tirk bi riya dagirkeriyê destkeftiyan bi dest bixe. Her wiha desthilatdariya herêma Kurdistanê bêdeng e divê gelê Kurd rê nede dewlet û hêzên din li ser çarenûsa gelên cuda yên di nava Iraqê de biryar bidin û siyaseta xwe li ser wê derê ferz bikin.

“Yên ji bo dagirkeran rê xweş dikin di nava xaka Başûrê Kurdistanê de xwedî desthilatdarî ne”

Hemwelatiyên bajarê Silêmanî der barê dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.

Heyat Osman diyar kir ku dive her dem Kurd ji xak û nîştimana xwe hez dikin, dagirkerî li ser xakê heye, divê bi riya xwepêşadan û nerazîbûnan gelê Kurd dengê xwe derbixe û wiha got: “Dagirker ji ber dewlemendiya xaka Kurdistanê her dem çavên xwe berdane ser xaka me û dixwazin dagir bikin. Divê gel zextê li hikumet û desthilatdaran bike da ku xaka Kurdistanê biparêze.”

“Desthilatdariya herêma Kurdistanê rê dide ku xwîna şehîdan vala biçe”

Pirşang Celal bi bîr xist ku sînorên Başûrê Kurdistanê ji destên dijmin ji ber bêdengiya desthiladariyê dinalin ji ber desthilatdar rê ji bo dagirkeran vedikin ku xaka Kurdan were dagirkirin û wiha got: “Xaka Kurdistanê weke zêran e ji ber wê dagirkeran çav berdayê. Ev xaka Kurdistanê bi xwîna şehîdan rizgar bûye lê belê desthilatdar û xwediyên vê xakê bi asanî xaka xwe xistine destên dijmin û xwîna hemû Ş-şehîdan vala diçe. Divê hikumeta herêma Kurdistan û partiyên desthilatdar di xema gelê xwe de bin, divê li hemberî xwîna şehîdan dengê xwe derbixin û rê li dagirkeriya di nava xaka Başûrê Kurdistanê de bigre.”

“Ji ber bêaramiya li herêmê ciwanan berê xwe daye koçberiyê”

Ji derveyî qeyrana li herêma Kurdistanê û xirabiya rewşa aborî, êrîş û topbaran û dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê jiyana hemwelatiyan bi giştî û ya ciwanan xistiye metirsiyê û vê jî wisa kiriye ku ciwan berê xwe bidin derveyî welat.

Bedie Mecîd jî der barê vê mijarê de wiha got: “Hikumet ji ber koçkirina ciwanan a ji bo welatên Avropayê bê helwest e. Di demek ku her bostek xaka Kurdistanê hêja ye û divê girîngî jê re were nîşandan, ciwan ji ber rewşa aborî û bêaramiyê berê xwe didin derveyî welat û koçber dibin. Ev yek jî dibe sedem ku dijmin xaka Kurdan dagir bike.”