Bi nêrîna jinan Cejna 1’ê Gulanê
Jinên ku her sal roja 1’ê Gulanê bi ruhê berxwedanê pêşwazî dikin, diyar kirin ku ev rojên cîhanî bi ked û berxwedaniya gelên ku bindestiyê red kirine hatine îlankirin.
SARA EGÎD – ESMA MIHEMMED
Qamişlo – Roja 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê ye. 1’ê Gulanê, di Kongreya Parîsê ya Rêxistina Yekîtiya Karkerên Navneteweyî ya di sala 1889’an de wekî ‘Cejna Hevpar a Karkeran’ hate pejirandin. Ji wê salê heta niha li çar aliyê cîhanê her sal bi sedhezaran karker, kedkar û çîna karkeran vê cejnê pîroz dikin. Lê dîsa jî ji gelek aliyan ve karker ji mafên xwe yên bingehîn bêpar dimînin. Li 95 welatên cîhanê bi çalakiyên curbecur ên wek meş, xwepêşandan û her wekî din tê pêşwazîkirin.
Bûyera Haymarket bû gaveke ku 1’ê Gulanê bê pejirandin
Kevneşopiya vê rojê, xwedî dîrokeke mezin, bêhempa ya têkoşîn û berxwedaniya karkerên ku bi seatên dirêj û bi heqdestek kêm li kargeh yan jî li avahiyên bê ewle kar dikirin e. Kongreya Navnetewî ya Karkeran a ku di sala 1889’an de li Parîsê hat lidarxistin, ji bo partiyên kedkar, sosyalîst û Marksîst ve Enternasyonala duyemîn hate ava kirin. Her wiha biryara lidarxistina ‘Xwepêşandanek Navneteweyî ya Mezin‘ ji bo piştgiriya daxwazên çîna karker bi taybetî jî ji bo pejirandina rojê 8 seatên kar, hat dayîn. Ev dîrok ji aliyê Federesyona Karkeran a Emrîkî ve ji bo bîranîna greveke giştî, li Welatên Neteweyên Yekbûyî hat hilbijartin. Lê destpêka van daxwaz û xwepêşandanan,1’ê Gulana sala 1886’an bû û heya 4’ê Gulana heman salê berdewam kir. Bi bûyera ‘Haymarket’ re jî gihîşt lûtkeyê. Ev xwepêşandan verguherî bîranîn û bûyerek ku salane tê pîrozkirin.
‘Destpêk xwepêşandan bûn’
Di 21’ê Nîsana sala 1856’an de, kevirê bingehîn li bajarê Vîktoriyayê ya Avusturyayê hat danîn.
Xwepêşandanek girseyî ji bo rojê 8 seat kar hat lidarxistin. Vê xwepêşandanê îlham da karkerên Emrîkî ku ew jî yekem xwepêşandanê li dar bixin. Û piştî bûyera Haymarket ku ew bûyer di dîroka tevgera karkerên cîhanê de bû kêliyeke bingehîn. Bûyer li Şîkagoya Emrîkayê, di 4’ê Gulana sala 1886’an de qewimî. Bû sedema sereke ku roja 1’ê Gulanê her sal bibe Cejna Karkeran a Cîhanî. Di vê bûyerê de karkeran li Welatên Neteweyên Yekbûyî yên Emrîkayê bi taybetî jî li Şîkagoyê gelek xwepêşandan, meşên girseyî birêxistin kirin û di van çalakiyên cihêreng de daxwaza diyarkirina seatên kar kirin.
Dirûşmeya ‘8 seat kar, 8 seat navber û 8 seat xew’
Ev çalakî banga kêmkirina seatên kar yên rojane dikir ku her roj şûna 10 heta 14 seatan bibe 8 seat. Di bin dirûşmeya ‘8 seat kar, 8 seat navber û 8 seat xew’ de çalakî hatin lidarxisitn. Di 3’yê Gulanê de polîsan li ber kargeha ‘Makormîk’ ya çandinyê êrîşî xwepêşandaran kirin. Di encamê de gelek karker hatin kuştin û piraniya wan jî birîndar bûn. Dora rojê, ji bo ku civînek şermezarkirinê bê rêxistinkirin, rêveberan bang li karkeran kirin ku li qada Haymarket kom bibin. Lê di dema civînê de kesek nenas bombeyek dînamêt avêt polîsan 7 polîs û 4 sivîl di encama êrîşê de hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Ji ber ku gelek rêvebirên vê xwepêşandanê hatin girtin û hatin darvekirin, vê bûyera ku wek bûyerek ne adilane ji aliyê karkeran ve hat pênasekirin, bû sembola fedakariya ji bo mafên karkeran. Û ev roj hat diyarkirin. Her çiqas ku ev rojek cîhanî be jî, li gelek welatan nayê pîrozkirin jî.
Rojên Cîhanî
Dema ku em behsa rojên ku ji aliyê dewletên navnetewî ve hatine diyarkirin dikin, em nabêjin ku her çîn an jî kesekî ku banga azadî yan jî maf û edaletê kiriye bi dest xist. Berovajî wê, heya roja me ya îro gelek kes ji ber ku mafên xwe yên jiyanê û hebûnê mîsoger nekirine hê jî têdikoşin. Roja Jinan a Cîhanê ku her sal di 8’ê Adarê de tê pîrozkirin, her wiha Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Hember Jinan ku her sal di 25’ê Mijdarê de tê bibîranîn. Ev roj û bi dehan rojên cîhanî ji ber xwe derneketin holê. Lê belê bi saya têkoşîn, protesto û serhildanan û bi bedêlên giranbuha pêk hatin.
‘Sîstema Kapîtalîst dizê kedê ye’
Her çend di raya giştî de pejirandinek hebe tê ser ziman, lê belê di pratîkê de lawaz e. Ji ber ku sîstema heyî her dem keda mirovan didize, binpê dike. Sîstema sermayayê îro xwe li ser tevahî beşên jiyana mirovan mezin kiriye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstema Kapîtalîst bi berfirehî dinirxîne û diyar dike ku ew sîstem bi kedxwarî û zordariyê hatiye avakirin û ji gelan re nabe cihê hêvî û çareseriyê. Dibêje ku “berovajî wê, her tim bi rêbazên xwe yên xapînok her tiştê heyî dixe bin serweriya xwe, xwe mezin dike, keda ku civakan bi destê xwe hûnandine didize, hişê ciwanan bê bawerî dihêle û xwe bi azadiyeke derewîn pênase dike. Ev mijar girêdayî tevahî çînên civakê ye û bi taybetî jî jina ku her dem ji destpêka dîrokê ve xwediyê ked û aboriya xwe û civaka xwe bû, heya îro ku tenê jinê wek meta, karkera bê heqdest û amûra reklama xwe dibîne.”
Jina ku aboriya malê bipêşxist îro destê xwe li ber zilam û sîstemê vedike. Zilamê ku perwerdeya xwe ya xapandin û biçûk dîtina jinê li ser destê zîhniyeta baviksalar dîtiye îro xwe li ser keda jinê mezin dike.
Gelek şoreş pêk hatin lê ked û jin mijara wan a duyemîn bû
Her çend şoreşên di bin navê Sosyalîzmê de pêk hatibin jî, her dem ked û jinan kirine mijara duyemîn. Tenê sermaye û sîstemek serwer pir girîng dîtin. Li her devera dinyayê çalakî û xwepêşandanên girseyî ji bo protestokirina rewşa heyî tên lidarxistin. Lê belê sîsema kapîtalîst bi darê zorê, tirs û gefan li gel dike. Komkujiyên ku rûdidin, şer û aloziyên heyî, felaketên ku bandorek mezin li xweza û civakê dikin, hemû dibin sedem ku yek karker rewşa xwe nepejirîne, dakeve kolanan û bibe dengê mafê xwe.
Mînaka Rojavayê Kurdistanê
Tevî ku di cîhana kapîtalîst de ji jinan re tu statû nehatiye diyarkirin, bi saya Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê civaka Kurd ku ji naskirina hebûna xwe bêpar bû nas kir û dest bi têkoşîn û berxwedanê kir. Her wiha jina Kurd vegeriya xwebûna xwe û di nava şoreşa Kurdistanê de bû hêmana ku nebe nabe ye. Mînaka vê yekê jî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye ku bû çavkaniya hêz, têkoşîn, berxwedan, xwebûn û îlhamê ji tevahî jinên cîhanê re. Di nav rojên cîhanî de her tim jin di pozîsyoneke ku li bendê ye jê re maf bê dayîn de ye. Lê Şoreşa Kurdistanê jinan ji wê pozisyonê derxist û kir hêmana sereke ya têkoşînê.
‘Astengî ji aliyê hêzên desthilatdar ve tê’
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed, Cejna Karkeran a Cîhanê li Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan û jinên ku ked didin, pîroz kir. Remziye diyar kir ku kedkaran di Caejna 1’ê Gulanê daxwaza mafên xwe yên bingehîn
kirine, bi taybetî ya ked û jiyanê xwestine û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Karkeran tenê daxwaza edaletê kirin, ji bo wê jî meş û çalakiyên cihêreng lidar xistin. Gelek rojên taybet di asta cîhanî de hene ji rojên kedkaran bigre heya roja jin û dayîkan hene. Ji bo ku gelên doza azadiya xwe dikin mafên xwe bi dest nexin, hêzên desthilatdar astengî ava kirine.”
‘Sîstem û dewletê xwe bi diziya keda mirov mezin kir’
Sîstema kapîtalîst ku her tim û daîm xwe li ser keda mirovhiyê ava kiriye ji civakê re tiştek nehiştiye. Her tişt xistiye bin serweriya xwe, desthilatdariya xwe mezin û berfireh kiriye. Ev desthilatdarî ji xwe re kiriye hêz û pê şerê cîhanê dimeşîne. Sîstema desthilatdar çiqas qezenc dike ew qas kêm mafê karmend û kedkaran dide. Dema karkirinê bê sînor dike. Remziye Mihemed jî bal kişand ser rewşa gel a li welatên dewlemend, her wiha anî ziman ku çiqas dewletek dewlemend be, rêjeya xizaniyê tê de gelek li pêş e, ji ber ku ew welat xwe li ser keda mirovahiyê mezin kiriye û wiha pê de çû: “Sîstem û dewletê xwe bi diziya keda mirov mezin kir. Ji lewra her sal û her dem karker çalakî û meşên girseyî ji bo bi destxitina mafên xwe yên bingehîn li dar dixin.”
‘Rêxistinbûyîn tê wateya yekîtiya gel’
Remziye Mihemed bilêv kir ku di Rojavayê Kurdistanê de berxwedaniyeke bêhempa hatiye meşandin û bi saya vê berxwedaniyê gel karîbû xwe ji desthilatdariya sîstema Rejîma Baasê rizgar bike û wiha domand: “Gelê Rojavayê Kurdistanê şoreşek li dar xist û tevahiya civakê beşdarî nava vê şoreşê bûn. Armanca Şoreşê ne tenê şerê li beramber Rejîma Baasê û DAÎŞ’ê bû, her wiha civak bi rêxistin kirin. Wateya rêxistinbûyînê, yekîtiya gel û têgihîştina rastiya hebûnê bû. Dibe ku sazî hatibin avakirin, lê her ferdek di nava saziyê de bû xwedî ked û proje.”
Di nav Tevgera Civaka Demokratîk de gelek yekîtî hatine birêxistinkirin’
“Di sîstema Kapîtalîst de, tiştek bi navê tevgerên civakî yan jî rêxistinek ku civak yan jî tê de mafê xwe mîsoger bikin nîne. Tiştê heyî serok û karmend in. Ji bo ku mirov hecedarî sîstemê be her tim nirxa pere bilind dike û keda zêde pereyê zêde nîşan dide. Civaka demokratîk bi yekîtiyên heyî tê avakirin.” Bi van nirxandinan Remziye Mihemed destnîşan kir ku di nav Tevgera Civaka Demokratîk de gelek yekîtî hatine birêxistinkirin. Remziye diyar kir ku ji ber serweriya Rejîma Baasê li Rojavayê Kurdistanê ti xebatek mezin ku aboriya gelê herêmê bi hêz bike, nehatiye damezrandin. Remziye got ku ji bo wê jî tevahî gelê herêmê kedkar in û wiha domand: “Ji bo ku gel bighîje mafên xwe yên rewa, li her derê û di her saziyê de têkoşînek bêhempa meşandin.”
‘Pergala Hevserokatiyê hemahengî ava kir’
Remziye Mihemed da zanîn ku têkoşîna tê meşandin ji bo edalet, wekhevî, azadiya jin û civakê ye û ev agahî dan: “TEV-DEM jî wek tevahî sazî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê ye. Ne tenê zilam kar dike, her wiha jin jî kar dikin ked didin û sîstema hevserokatiyê jî bingeha tevahî kar û xebatan e. Bi saya pergala Hevserokatiyê jinê karîbû bibe xwedî nêrîn, biryar bigre û di mijarên heyatî de jî biryaran bide. Her wiha bî îradeya xwe bibe nûner, nîqaş bike, pergala xwe ava bike û birêxistin bike û bighîje biryarên ku lazim e bigre. Ji bo ku xebatên hevbeş hem bi hevserokan re bimeşînin, her wiha bi hemû endamên saziyên xwe re di nava hemahengiyê de bin.”
‘Jin kedkara bêheqdest e’
Remziye Mihemed tekez kir ku edalet û wekhevî jiyana hevbeş ava dike ji lewra her tim hewl didin ku mafê karkeran bê parastin û mîsogerkirin, ji ber ku desthilatdaran di dinyayê de tu tiştek bi navê edaletê nehiştiye. Serweriya xwe li ser civakê ferz kiriye û vê civakê jî zext û desthilatdarî li ser jinan pêk aniye. Jin kedkara bêheqdest e, zarokên xwe xwedî dike, perwerde dike, wî zarokê xwe ji bo civakê amade dike lê tu carî heqê xwe naxwaze. Keda jinê ji aliyê endamên malê ve nayê xuyakirin, ji ber ku ev yek ji aliyê sîstema desthilatdar ve li ser malbatê tê ferzkirin.
‘Şoreşa jinan bû mînak û îlham da tevahiya jinên cîhanê’
Remziye Mihemed bibîr xist ku rejîma Baasê tu carê 1’ê Gulanê pîroz nekiriye da ku gel nebe xwedî maf û wiha got: “Lê bi saya têkoşîna gel li Roajavayê Kurdistanê, her wiha Şoreşa Jinan rejîma Baasê rûxiya. Şoreşa jinan bû mînak û îlham da tevahiya jinên cîhanê. Ji ber ku jinan di hemû qad û waran de xwe birêxistin kirin, îradeya xwe nîşan da û nûnertiya civaka demokratîk kir. Şoreşa Rojava bi dest û keda jinan gelek destkeftî bidest xistin. Ger ku di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jin ne xwedî rol û hêza mezin bûya, wê şoreşa me serkeftin bidest nexista û rejîma Baasê wê di demeke kurt de ev şoreş bê bandor kiriba.”
‘Jinan pênûs, das û çek kirin çekên pêşengiyê’
Jin xwedî rola herî mezin û sereke ye. Mîsyona jinan di tevahî qadên jiyanê de diyarker e. Jinê rola pêşeng girt ser xwe û têkoşiya. Tiştê herî balkêş ew e ku jinê di qada parastinê de gavên mezin avêt. Jinan ji kolan û gundên xwe destpê kirin, parastin, heya welat tevahî parastin. Jinan ne tenê pênûs kir destê xwe yan jî das û çakûç, her wiha jinê çek da ser milê xwe li rex perwerde, rêxistinbûn û aborî parastina cewherî ji xwe re kir esas, xwe, civaka xwe, herêma xwe bi giştî parast. Jinan bi hêza xwe ya mezin, DAÎŞ’a ku nedixwest bi destê jinekê bê kuştin, şikandin.
‘8’ê Adarê ji aliyê gelek dewletan ve tê paşguhkirin’
Remziye Mihemed di nava nirxandinên xwe de destnîşan kir ku Roja 8’ê Adarê ji aliyê gelek dewletan ve tê paşguhkirin û wiha domand: “Li gelek welatan ew roj nayê pîrozkirin. Ji ber ku nîşan didin ku jinê mafên xwe bidest xistiye û azadiya xwe mîsoger kiriye. Ew dixwazin dîroka ku bi dest û ked jinan hatiye nivîsandin ji holê rakin. Dibe ku li Sûriyeyê hikûmetek demkî hatiye ser desthilatê, lê belê bê Hikûmetê bi qirkirina gel, jin û civakê destpê kir. Zagonên ku îro ev hikûmet radighîne mafê jinan tê de nayê naskirin.”
‘Ji edaleta jinan ditirsin’
Remziye tekez kir ku cihê ku jin tê de nebe edalet lê nîne û wiha berdewam kir: “Ger jin di nava xebatên edaletê de nebe, wê çi edalet li nava civakê bê meşandin? Hikûmeta Demkî biryar girt ku jin di qada edaletê de nikare cih bigre, ne jina dozger ne jî parêzer nikare kar bike. Êrîşên heyî li ser vîn û îradeya jinê tê kirin. Sîstemên Netew-Dewlet wekhevî, edalet û demokrasiyê naxwazin. Her tim dixwazin bi destê xwe cîhanê birêve bibin.”
‘YPJ Û Rêveberiya Xweser tên paşguhkirin’
Remziye bi bîr xist ku hikûmeta demkî ji nedîtî ve nêzî YPJ û pergala Rêveberiya Xweser dibe, sîstema Hevserokatiyê napejirîne û wiha got: “Keda jinan di şoreşê de bi nepejirandina YPJ’ê re paşguh dike. Ji ber ku ya yekem gav di vê şoreşê de avêt jin bû û heya roja me ya îro têdikoşe jin e. Ji bo wê jî em ê li pey destkeftiyên xwe bin, helwestên xwe raber bikin da ku di hundirê Sûriyeya nû de bi rola pêşeng rabin. Sûriyeyek Demokratîk, nû, bê şer, bê wêrankirin, bê komkujî ava bikin. Çawa ku di nava civakê de di her warê de hevbeşiya kar heye, divê di nava pergala nû de jî ev karbeşî hebe.”
‘Jinan roleke mezin girtin ser xwe û civaka xwe ji her warî ve birêve birin’
Li aliyê din Endama Komîteya Aboriya Kongra Star ya bajarê Qamişloyê Rodîn Îsa jî bal kişand ser rola jinan a di azadiyê de. Rodîn Îsa di destpêka axaftina xwe de Cejna1’ê Gulanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li jinên ji bo azadiyê li ber xwe didin, pîroz kir. Rodîn diyar kir ku jin ji bo ku azadiya xwe bi dest bixin têkoşiyane, her wiha bibîr xist ku jinan li her deverê cîhanê ji bo seatên kar serî hildane, lê sîstema hegemonîk û desthilatdariya zilam nehiştiye ku jin mafên xwe bidest bixin. Rodîn destnîşan kir ku jin bêdeng nemane û berxwedaniya xwe berfirehtir kirine û wiha got: “Jinan roleke mezin girtin ser xwe û civaka xwe ji her warî ve birêve birin.”
‘Bi ferasetek çors keda jinan tepisandin’
Rodîn destnîşan kir ku zilam her dem keda jinan binpê kiriye û wiha domand: “Zilaman bi feraseta şermê her dem keda jinan tepisandine û berhemên wê jê dizîne. Çandiniya ku jinê bi destên xwe yên pîroz îcad kir, ji destê jinê hat derxistin. Jinan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û bi saya felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ karîbûn gelek gavên şênber bavêjin. Her wiha olana Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li her deverê cîhanê belav bû û ji tevahiya jinan re bû mîrasek domdar.”
Rodîn Îsa ragihand ku jina ku her dem afirînera jiyanê bûye, her tişt ji destê wê hatiye dizîn û wiha got: “Tenê bû meta yan jî bû karmenda bê heqdest û bi seatên dirêj kar dike. Ji ber ku tu zagoneke tune ku mafên jinan biparêze û doza jinan di tevahî şoreşan de her di asta duyemîn de ma. Lê îro jin di formên navneteweyî de bi bandortir bûye.”
‘Jin bi keda xwe li çanda xwe vegeriyan’
Di berdewama axaftina xwe de Rodîn Îsa tekez kir ku jin li Rojavayê Kurdistanê bi ked û berxwedaniya xwe ya bêhempa ji nû ve li çanda xwe vegeriyane û wiha pê de çû: “Nemaze çandinî, berhevkirina berheman û ji nû ve avakirina têkiliya di navbera jin û xwezayê de ku ev ne têkiliyeke nû ye yan jî di sedsala 21’emîn de bi pêş ket. Lê belê ev têkilî bi destê sîstema baviksalar hat birîn. Cihê ku me wek jin lê winda kiribû, me li wir destpê kir. Li ser vê bingehê jî jinan xwe bi xwe birêve bir û nexwestin ku bibin pêvekên tu kesên din.”
‘Bi îdeolojî û zanebûnê em xwe birêve dibin’
Rodîn Îsa di nava axaftina xwe de bal kişand ser mijarên perwerdekirin û zanînê û wiha pê de çû: “Jin ne hewcedarên tu kesî ne. Em bi îdeolojî û zanebûn jiyana xwe dimeşînin, kar û xebatên xwe berfireh dikin û em dizanin ku em ê çawa jinan teşwîqî kar bikin.” Rodîn li serbinpêkirinên ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve li hember jinan tên kirin rawestiya û wiha vegot: “Hikûmeta Demkî mafê jinan bi temamî binpê dike û destekeftiyên ku bi salan e di nava şoreşê de bi dest xistiye dixwaze ji dest bigre. Jin vegere malê, bêdeng be. Lê jin di roja me de bi hêzên xwe di gelek qadan de bi awayekî îdeolojîk û rêxistinkirî tevdigere. Jinan xwe di qadên jiyanî, aborî, siyasî û ya herî girîng di qada leşkerî de birêxistin kir.”
‘Şoreşa Rojavayê Kurdistanê çavkaniya hêz û berxwedanê ye’
Remziye Mihemed û Rodîn îsa diyar kirin ku ezmûna jinan di nava 15 salên Şoreşa Rojavê Kurdistanê de ji bo tevahî jinên cîhanê bûye çavkaniya hêz û berxwedanê. Her wiha ev ezmûn dikare bi riya perwerdekirin, xwebirêxistinkirin û bi pêşxistina aktîvîteyên curbecur jinan bihêztir bike.
Tenê bihêzdarkirina jinan di rojên taybet de çênabe. Her çend rojek hatibe diyarkirin jî, ev roj ne têrker e, ji ber ku jin, ciwan û civak di hemû waran de rastî zordariya zîhniyeta baviksalar tên. Li her derê dinyayê ev zordarî berfireh bûye. Her roj zarok, jin, ciwan, karker, bijîşk yan tên binçavkirin, girtin, hedefgirtin û kûştin yan jî bê deng dimînin. Ji lewra têkoşîna ku li beramber sîstema kapîtalîst tê meşandin, bi rojekê tenê ango bi 1’ê Gulanê tekez nabe. Divê her roj bibe roja Jin, Ciwan, Karker û kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin.