Bi nebûna çemê Dîcle û Firatê dê Mezopotmaya jî tune bibe

Dewleta tirk bêyî ku guh bide ji bo ji navbirina şaristaniyê bandav û santralên elektrîkê li ser çeman çêdike ku ev santral bandorê li ser kêmbûna ava çemê Dîcle û Firat dikin.

Navenda Nûçeyan – Peyva Mezopotamya peyvek Yunanî ye ku ji peyva ‘Misû’ tê wateya navde yan jî navîn û ‘Pûstamos’ tê wateya çem ku pênaseya warên dikeve navbera çemê Dîcle û Firatê dike.

Dîroka mirovahiyê ji Mezopotamyayê dest pê kiriye, ji destpêka çêbûna mirovahiyê ve nokokiyên serkêşiyê û desthilatdariyê dest pê kirin. Ji şikeftan heta ji derketina şikeftan, mirov piştî vegera jiyanê, dîrok vê yekê derdixe holê ku li gel berketina bi xweza û avê re jiyana cuda ava bûye.

Sumeran piştî şerê jiyanê, li Mezopotamyaya ku bûye cihê serhildanên guherîna mirovan, hebûna Dîcle û Firatê wisa kiriye ku şaristaniyek mezin derbikeve, bêguman bi dawîbûna Sûmeran li Mezopotamyayê heta niha diyar nebûye û der barê zimanê Sumeran de bijîjk Sûran Heme Reş  di lêkolînek de diyar dike ku zimanê Sumeran gelek nêzî zimanê Kurdî ye û zimanek hind Ewropî ye.

Çandinî, bendav, benderên lêhiyê, astronomî, kêlinên peykertiraşî û kolandin ku dîrokek pênc hezar sal beriya zayînê bi xwe digre. Hemû ew guherînên ku di serdema niha de rû didin mirovahiyê derbas kiriye û rê ji bo bingehdanîna binçîneya jiyanê di roja me ya îro de ye.

Hebûna herdû çemên Dicle û Firatê li erda Mezopotamyayê bûye cihê jiyanê, bêguman nebûna avê li her cihê pirsgirêka sereke ya jiyanê ye, Mezopotamya ji ber hebûna van çeman dikaribû şaristaniyek mezin ava bike, heta niha jî gelek cihên kevnar mane nehatine ditin.

Bêguman wateya wê rabirdûya ku gel tê de derbas bûne, erka li ser milên her kesê ye mirovatî qerzdarê dîroka welatê xwe ye cihê kevnar biparêze. Di kongreyek di sala 1972’an de ji aliyê rêxistina navdewletî ya UNESCO’yê ve biryar hatiye girtin ku beşek ji cihê xwezayî û cihê şaristaniya cihanê weke bermahiyên dîrokî ji bo neslên pêşerojê bimîne. Di sala 2016’an de ev rêxistin navê avzêya Rojavayê Iraqê weke beşek berhemên dîrokî ya şaristaniyê xist nav lîsteya arkeolojîk û xwest bên parastin û nabe bi tu awayan gefek li ser hebe.

Di zagonên navdewletî de ava çeman bi du awayan hatiye dabeşkirin

Yekem rûbarê nîştimanî, ew ava ku ji destpêkê heta dawî di nava sînorê welatek de heye û tu welatên din ên derdorê beşdarî avê nebûne weke Rûbarê Taymiz li Bêrîtanya, Çîn û Fransa serpereştiyê ji vê cere avê re dikin û digihîjin welatên wan û sûdê jê digrin ji bo çandini, pîşesazî û geştiyariyê.

Duyem rûbarê navdewletî, ev cureyê avê di sînorê du welatan de yan zêdetir e û her welatek serweriya li ser beşa navxweyî heye, bi mercê pabendbûna berjewendiyên welatên Rojava yê xwe bin. Bi taybetî di sûda giştî ya çandinî, pîşesazî û geştiyarî de, weke çemê Danûb, Rayîn, Nîl û Firat.

Qonaxên derbasbûna ava navdewletî di serdemên cuda de û gelek rêketin hatin kirin lê belê nikaribûn weke pêwîst bi cih bikin. Heta ku Neteweyên Yekbûyî di rêketina 21’ê Adara sala 1997’an de biryara piraniya welatan bi 104 dengên belê û nexêr yê tenê 3 welatan û 27 welatan deng nedan ku di nava wan de Îsraîl û Esîwubya hebûn. Peymana navdewletî ya bikaranîna ava navdewletî bi mebesta ji derveyî çandiniyê erê kir. Dikarin van peymanan ji bo çareserkirina pirsgirêkên avê û serpereştiya avê di zagona navdewletî de daynin, ew rêketina taybet di nava welatan de li ser avê dikin û divê li ser wê rêketinê bin.

Li gorî madeya 33’an ger çareseriya pirsgirêka avê bi danûstandinan di nava welatên xwedî av de negihîje encamê divê lijneyek ava bikin ji bo diyarkirina rastiyan û nêzîkkirina aliyên nakok ji bo çareseriyê (International Arbitration) yan jî rêkariya zagonê li bikin.

Her wiha di xala 9’an a heman madeyê de wiha tê gotin: “Welatê di vê peymanê de xwedî îmza, dikarin rizamendî li ser dadgeha navdewletî ji bo çareseriyê pirsgirêkê bikin, yan jî bi riya navbeynkariya navdewletî dikarin bigihîjin rêketinekê.”

Berunî bi bîr xist ku welatên xwedî av mafê sûdjêgirtinê heye lê belê bi awayekî ‘wijdanî dirust’ bi mercê ku ziyanê nedin Rojavayê xwe û ava ku tê de derbas dibe û şeş meh her projeyek ku li ser ava çem were avakirin divê welatên din ji naveroka projeyê agahdar bikin ger ên din nerazî bûn dikarin bi riya welatên navbeynkar bigihîjin çareseriyek guncaw.

Ev di demeke ku Tirkiye bêyî guh bide tunekirina şaristaniyan, rabû şaristaniya li Heskêfê ew cihê ku xwedî bermahiyên dîrokî yên bi deh hezaran salan beriya zayînê ye di bin bendavê de hişt. Ji derveyê wê du bendavên din û 19 sentralên elektrîkê ku bandorê li ser kêmkirina ava çemê Dîcle û Firatê dikin çêdike. Ev bandorê li ser cihên dîrokî dike ku hemû herêmên Mezopotamyayê di nava xwe de digre. Li gel temamkirina bendavên projeya GAP’ê li Tirkiyeyê ava herdû çeman, Dîcle û Firatê nêzî sed milyar metre kêm bûye. Li gorî lêkolînên rêxistinên navdewletî û Yekitiya Awropayê ji bo kar û barê avê ger sê carên din bi vê astê, ava Dîcle û Firatê kêm bibe ev herdu çem heta sala 2040’an wê zuha bibin û tune bibe.