Li Rojhilata Navîn qeyrana dewletê û jin: Iraq
Sala 2025’an ne salekî asayî bû; bû salekî ku veguherînên siyasî bi qeyranên aborî û avhewayê re li hev ket, nexşeya tundiya li dijî jinê ji nû ve şêwe kir, qelsiya parastina qanûnî derxist holê û berxwedêriya rojane ya berxwedanê nîşan da.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Qeyranên ku ji aliyê pergalan ve tê afirandin, pirsgirêkên civakî kûrtir dike û ev pirsgirêkan jî tundiya li dijî jinê kûrtir dike. Di bingeha van qeyranan de, nehevsengiyên ji newekheviya zayendî çavkanî digre heye û ev rewş jî dibe sedem ku diyardeya qetilkirina jinan heta roja me ya îro bidome.
Îro, temaşekirina sedemên kûr ên qeyrana zêde ya li Rojhilata Navîn û pirsgirêkên civakî yên ku ji vê yekê çavkaniyê digre û mîna topa berfê mezin dibin, neçariyek e. Analîza qeyranên her welatê Rojhilata Navîn dijî, di nava rastiya siyasî, aborî û civakî ya heyî de pirsgirêkên nû avadike, ji bo têgihîştina dînamîkên van veguherînan pir girîng e.
Bandorên diyardeya qetilkirina jinan a wekî encamek qeyranan, di qadên cuda yên jiyana civakî de xwe nîşan dide. Ji bilî vê yekê, jin îro bi zexta ku mîna “şikestina zayendî ya sêyem” tê binavkirin re rû bi rû ne; di vê pêvajoyê de divê qadên têkoşîna hevpar bên vekirin û di vê aliyê de gavên pratîk diavêjin.
Li Iraqê jî jin dev ji têkoşîna li dijî tundiya li hemberî xwe û cînayetên jinan bernedan. Berevajî, ev têkoşîn di roja me ya îro de veguherî rengekî diyarker û bi bandor.
Em ê di vê beşa dosyeyê de, qeyrana heyî û şêwazên tundiya li dijî jinê ya li Iraqê bigrin dest û destkeftiyên ku jinan di qadên têkoşîna cuda de bi dest xistine, de lêkolîn bikin.
Ji sembolîzma protestoyê heta têkoşîna li dijî tundiya avahi û cudakariyê
Hebûna pergalekî ku di demên hilbijartinê de jinê tenê mîna dengek dibîne û di bin kevneşopiyan de undiyê kûrtir dike, ji bo jinan gefa herî mezin e. Di salên dawî de jinan, mêran tenê mîna bav, bira, hevjin an jî dost namîne, mîna nîşana hişmendiya dewletê û polîtîkayan jî bigre dest. Ev nêrîn, ji bo têkoşîna jinan îvmeyek girîng da qezenckirin. Her çend ev destkeftiyan, rastiya civakî ji kokê neguherand jî, di aliyê hilweşandina dîwarên bêdengiyê de wateyek kûr hildigre.
Di 25’ê Mijdarê de, jinên Iraqî vê rojê tenê mîna rojek gerdûnî bi bîr naynin, di heman demê de vê rojê vedigerînin wesîleya hesabpirsîna neteweyî. Dewlet û civakê, bi serneketiyên xwe yên di parastina jinê de rasterast rû bi rû dihêlin; kesên rizgarbûyî û çalakvan, radigihînin ku têkoşînê êdî ne sembolîk e, xwedî wesfek hebûnê ye. Bi vî awayî ev roj ji “rojek” demkî wêdetir, di aliyê têkoşîna jinan de vediguhere xalekî werxê ya xwedî wateyên kûr.
Rûxmê ji 2003’an û vir ve li Iraqê zêdetirê 20 sal li ser veguherînên siyasî û civakî derbas bû jî, jinên Iraqî hêj bi tundiya zayendî û olî ya bilind re rû bi rû ne. Sedema bingehîna vê yekê, nebûna pergalekî ku beşdariya jinan misoger dike û nebûna avahiyek civakî û makezagonî ya mafên wan diparêze ye.
Li Iraqê, diyardeya tundiya nava malbatê êdî ji mijarekî malbatê wêdetir, veguherî qeyranekî avahî ya gef li hebûna dewletê dixwe. Ev yek, bi awayî zelal qeyrana kûr ya ku avahiya hiqûqî û çandî ya welat pê re rû bi rû ye nîşan dide.
Nîşaneyên ji bo sala 2025’an
Wezareta Karên Hundir a Iraqê, di tevahî sala 2024’an de zêdetirê 14 hezar dozên tundiya nava malbatê tomar kir. Ev hejmar, bi taybetî ji ber ku ji sedî 73’ê mexdûran jin in, nîşanên xetereyê dide. Li gorî raporan, ji sedî 57’ê bûyeran ji êrişên ji aliyê hevjin ve, ji sedî 6 tundiya dayik û bav a li dijî zarokan û rêjeya mayî ji êrîşên li dijî xizm û extiyaran pêk tê.
Ev hejmaran, tenê beşekî tundiyê temsîl dike. Rêxistinên navneteweyî yên mîna “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî” û “Human Rights Watch”, diyar dikin ku hejmarên rasteqîn pir zêdetir e; sedemên vê yekê jî çanda bêcezakirinê û astengiyên civakî yên rê li ber xwegihandina mexdûran a edaletê digre ye.
Tenê li paytext Bexdayê, rojane nêzî sed dozên tundiya nava malbatê tên tomar kirin. Ev rewş, belavbûna diyardeya rojane û hawirdora hiqûqî ya bêdengiya civakî û mafên jinan nas nake nîşan dide.
Nakokiya Qanûnan; Parastina şêwazî û meşrûkirina nerasterast
Iraq, di warê hiqûqî de bi valahiyek mezin re rû bi rû ye. Rûxmê bangên dubare yên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên civaka sivîl, Qanûna Pêşîlêgirtina Tundiya Nava Malbatê ya di 2015’an de ji aliyê Encumena Wezîran ve hate pejirandin, hêj li Meclîsê li benda pejirandinê ye. Hinek madeyên qanûnê, ji aliyê hinek blokên siyasî ve mîna li dijî şerîetê an kevneşopiyên civakî tên dîtin û lewma pejirandina vê tê asteng kirin.
Makezagona Iraqê ya 2005’an, rûxmê soza parastina malbat û jinê, pêkanîna vê di pratîkê de bi madeya 41’an a Qanûna Cezayê ya 1969’an re nakok e. Ev made, tundiya hevjinê ya li dijî hevjin, dayik û nav a li dijî zarok an jî tundiya mamoste ya li dijî xwendekar, di çarçoveya “mafê bikaranînê” de dinirxîne; bi vî awayî heta ku kiryar, di sînorên ku ji aliyê şerîet, qanûn an kevneşopiyan ve hatine diyarkirin de bimîne, ji berpirsiyariya cezayî an hiqûqî bêpar bimîne. Ev rewş, ji tundiyê re parastina hiqûqî mîsoger dike û rayeya dadweriyê ya di parastina mexdûran de qels dike.
Ev made, ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên mafên jinan ve bi berfirehî hate rexnekirin; hate diyar kirin ku peyva “terbiye” biçûkxistinê û bi nirxên makezagona modern re li hev nake. Bikaranîna vê peyvê ya ji bo sivikkirina tundiyê an jî tenê bi hişyariyan sînordarkirinê, bi hiqûqî nayê qebûlkirin. Van îtîrazan, bûn sedema pêvajoyek siyasî û hiqûqî, Ji aliyê Serokê Meclîsê ve li dijî madê doz hate vekirin. Dadgeha Makezagonê jî, biryar da ku “terbiye” nayê wateya tundiyê, tenê amûrekî sererastkirinê ye û ji bo derbaskirinê ne jî mîna sûc tê hesibandin.
Bi giştî, qanûnên nakok ên di Makezagonê de tundiyê rewa dikin û mafên jinan paşguh dike. Dewlet, di çarçoveya makezagonê de nêzîkatiya xwe ya vederkirina jinê didomîne. Ji aliyê din ve, her qanûnên nakok ên mîna Qanûna Cezayê nebe, gelek qanûnên din dikarin mafên jinan biparêzin û li dijî tundiyê bi bandor bin.
Pisporan, difikirin ku dema guherandina Qanûna Cezayê ya li gorî Makezagona demokratîk û peymanên navneteweyî hatiye û daxwaza dikin ku divê bi van belgeyan re li hev bên bê mîsoger kirin. Herwiha, balê dikşînin ku divê madeyeke ku di rewşa jinek ji ber tecavûzê ducarî bibe û zaroka wê li ber diçe de, ji cezayê bêpar bimîne bê anîn û ev yek mîna pêwîstiyeke mirovî û etîkê dibînin. Rûxmê vê yekê jî, ji bo jinên rastî tecavûzê tên an jî ji ber vê yekê ducanî dibin, parastineke taybet nîne. Berevajî vê yekê, qanûn pêşniyar dike ger jin bi tecavûzkerê xwe re zewicîne ceza kêm bike an jî bi temamî ji holê rake; ev rewş di makezagona Iraqê ji bo jinan de mîna “diyariyek” tê pêşkêşkirin.
Rûxmê ku di sala 2020’an de, ji bo pêşîlêgirtina tundiya nav malbatê pêşnûmeyek qanûnê hate amedekirin jî, ji ber ku ji aliyê hinek komên olî ve li dijî avahiya malbatê mîna gefek hate dîtin, hate rawestandin. Pispora mafên mirovan Bushra El-Zuwaini, nebûna îradeya siyasî û bê koordinasyona di nav saziyên dewletê de mîna sedemên sereke yên berdewamiya qeyranê nîşan dide.
Kûrkirina cudakariyê û Marjînalkirina edaletê ya ji bo jinan
Di nava dîmenekî metirsî ya di warê edaletê ya civakî û mafên mirovan de balê dikşînê li ser paşveçûnek de, Meclîsa Iraqê di 21’ê Çileya 2025’an de di Qanûna Rewşa Kesane de guherînek nakok kir. Rûxmê redkirina îtiraza a Dadgeha Federal a Bilind jî, yasa di 13’ê Şubatê 2025’an de hate îmzekirin û ket meriyetê. Bi vî awayî Meclîsa Iraqê, çarçoveya hiqûqa medenî derbas kir û guhertînek naqok ku mijarên zewac û mîrasê bihêle destê otorîteyên olî pejirand.
Ev gav, bû sedem ku li Iraqê demokrasiyê zêdetir paşve bike; bivê yekê re ji bo tundiya li dijî jinan qilfek hate dayîn û ji dewletê re derfet da ku berpirsiyariyên xwe yên hiqûqî ya li dijî hember jinan û zarokên keç paşguh bike. Pejirandina yasayê, Iraqê li dijî mafên jinan de bicîh kir; bi guherînê re referansên yasayî ji nû ve hatin pênase kirin û li gorî referansên olî û eşîrî, zewacandina zarokên keç ên ji 9 salî vir ve rewa kir. Ev pêkanîn, rê li ber zewaca zarokên keç ên biçûk vedike, jinan ji mafên çeyiz, nafaka û mîrasê bêpar dihêle û mafên dayikan ên tomar kirina zarokên xwe û sûd wergirtina ji karûbarên giştî û civakî ji destê wan digre.
Guherînên di Qanûna Rewşa Kesane de, di bûyerên zewaca di temena biçûk de bû sedema zêdebûnek berbiçav û bi rewakirina çanda tecavûzê re pirsgirêkên civakî kûrtir kir. Ev rewş, rêxistinên jinan xist nava tevgerê; jinan di platformên cuda de fikarên xwe anîn ziman û daxwaza vekişana ji guherînan kirin.
Têkoşîna li dijî guherînên yasayî û tundiya sazûmanî
Li dijî guherînên di Qanûna bi hejmara 188’an de hate kirin, rêxistinên jinan, tevgerên femînîst, hinek parlamentorên jin ên di meclîsê de û jinanê ji van guherînan bandor dibin, li Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê dozê hevpar vekirin. Herwiha, li gel serlêdana dadweriyê, ji bo betalkirina nelirêtiyên pêvajoya yasayî, gelek xwepêşanan pêkanîn. Di rewşa heyî de, Iraq li Rojhilata Navîn di nava welatên ku herî zêde hepsê qeyranan bûye de, cih digre.
Li Herêma Kurdistanê ya Iraqê jî rewş ne pir cuda ye. Rûxmê hebûna qanûnekî ya tundiya nava malbatê mîna sûc dibîne jî, gelek jin hêj tên qetilkirin an jî rastî tundiyê tên. Dema ku jin hewil didin mafên mafên xwe biparêzin, bi astengiyên burokratîk û çinî re rû bi rû dimînin; kêmbûna malên stargehbûnê ya jinê û polîtîkayên ewlehiya hişk a hikûmetê li van navendên pêktîne, van qadan veguherîne girtîgehên vekirî. Di encamê de, jin ji bikaranîna mafên civakî, civakî û perwerdeyê bêpar dimînin.
Tevgerên Femînîst: Di navbera vederkirin û hilberandina ji nû ve ya hezê de
Sala 2025, bû salekî ku qeyrana avahî ya civakê ya rêxistinên jinan û pergala hiqûqê dijîn, bi awayekî eşkere derket holê; ev rewş di warê sînordarkirina tundiya li dijî jinê de bi netêrkêrbûnê re encam bû. Her wiha di hin rewşan de dewlet, bi awayekî nerasterast vê tundiyê piştgirî kir.
Lêkolînera mafên jinan Manar El-Zebidî, diyar dike ku tevgera femînîst a li Iraqê bi şikestinên kûr ên avahî û çînî re rû bi rû ye. Li gorî Zebidî, ev tevger bi gelemperî di rêveberiya komeke teng a jinan de ye; ev jinan nêzî navendên hêza siyasî ne, bi balgozzaneyên biyanî re têkiliyên wan hene an jî xwedî girêdana partibûnê ne. Ev komên jinan ên bi partiyan an jî aktorên siyasî re girêdayî ne, nekarin xwe ji nêzîkatiya mulkiyetî rizgar bikin; xebata femînîst ji naveroka xwe vala kir û veguherand vitrînek medyayê ya ku rûyên heman dubare dibin. Ev rewş, di jiyana jinanên marjînalîze bûyî de guherîneke şênber çênakir.
Her çend madeya 14’an a Makezagona Eraqê, di navbera hemwelatiyan de wekheviyê pêşbinî dike jî, rastiya hiqûqî bi nakokiyên eşkere dagirtî ye. Manar El-Zebidî, destnîşan dike her çend organa yasayî xwedî rayayên berfirehê jî, piraniya caran ji bandorên siyasî û civakî bandor dibe. Manar El-Zebidî, diyar dike pêwîste ku Iraqê makezagon û yasayan li gorî peymanên navneteweyî yên alîgirê wê ye, berçavan derbas bike. Di vê çarçoveyê de, girîngiya yasaya pêşîlêgirtina tundiya nava malbatî ya li dijî jinê û yasaya mafê gihîştina agahiyê mezin e. Ji bo misoger kirina parastina mafên bingehîn û bi taybetî jî mafên jinan, çalakkirina mekanîzmên denetîma makezagonî jî krîtîk e.
Tundiya nava malbatê ne bûyerek e, pirsgirêkek avahîsazî ye
Li Iraqê tundiya nava malbatê êdî ne tenê diyardeyek e; pirsgirêkek avahîsazî ya xwedî kokên kûr e. Gelek faktorên ku vê tundiyê xwedî dikin heye; binpêkirina mafê jiyanê, kêmbûna yasayan, kêmbûna mekanîzmên parastinê, bêcezakirin û herwiha avahiyên civakî yên qetilkirina jinan bi navên mîna “paqijiya namûsê” an jî “parastina rûmetê” meşrû dikin. pêkanînên bivî awayî, bi taybetî li deverên kabîle, eşîretî û sînorî tên parastin.
Gotina baviksalar a heyî, hêzeke civakî ya taybet dide mêr; ev rewş pozîsyona jinê qels dike û tundiyê rewa dike. Lewma, pêdiviya qanûnek pêşîlêgirtina tundiya nava malbatê lezgîn e. Divê ev qanûn, mekanîzmên ragihandina eşkere, stargehan û hesabpirsîniya dadwerî bigre nav xwe. Pêwîste rola yekîneyên ewlehiyê û dadweriyê bihêz bike û li dijî pêkanînên “lihevanînê” yên ku mafên qanûnî yên jinan winda dikin, têkoşînek xurt bimeşîne.
Jin li kolanan tên qetilkirin
Li parêzgeha Basrayê, qetilkirina psîkîatr û çalakvana Pan Ziyad Tarek, bû sedemên nîqaşên berfireh. Şert û mercên veşartî ya bûyerê, pirsa “Gelo ev cînayet an jî xwekuştin e?” anî rojevê. Pan Ziyad Tarek, di qada têkoşîna li dijî girêdanbûna madeya hişbir de xebatên girîng dikir û mirina wê bû sembolê binpêkirinên mafên jinan. Rawestandina kamerayên ewlehiyê yên li cihê bûyerê, şopên xenîqandinê, rêşahiyên kûr û birînên di laşê wê de, agahîdayînên dereng û paqijkirina bêdestûr a cihê bûyerê, bû faktorên ku gumanên li ser dewletê zêde dike.
Rûxmê ku rayaderên Iraqê, komîteyên lêpirsînê ava kirin û talîmatên fermî dan jî, ji ber pêvajoya û encamên ne diyar bi rexneyên giran re rû bi rû man.
Gelek aktîvîstên siyasî, jin û mirovên cihêreng ên civakê, kuştina Pan Ziyad Tarek bi mirina profesora zanîngeha Sara El-Ubaide re wekî paralel dîtin; hate diyar kirin ku hinek kesên bi bandor di mirina Pan’ê de jî rol lîstine. Hate diyar kirin ku bûyerên bivî awayî, ji bo bêdengkirina jinên muxalîf tê bikaranîn.
Jin û hemwelatiyê Iraqî, li dijî cînayeta Pan Ziyad Tarek û jinên din, bêdeng neman; derketin kolanan û xwestin dewlet sûcdarên radestî edaletê bike. Gel, diyar kir ku bicîh neanîna daxwazan, dewletê dike hevkarê sûcê. Lê di encamê de dewlet bêdeng ma û bû hevkar; tu pêvajoyeke qanûnî dest pê nekir û cînayetên jinan berdewam kir. Bi demê re baweriya civakê ya bi dewleta xwe kêm bû. Her ku jin li dijî pergala baviksalar û avahiya dewleta mêran derdikevin, zext û girtin zêdetir bûn; otorîteya olî û siyasî ji bo bêdengkirina dengê jinan hate bikaranîn.
Xizanî: Rûyê din a tundiyê
Di navbera xizaniyê û tundiyê de têkiliyek rasterast heye. Yek ji 5’ê gelê Iraqê di bin sînora xizaniyê de dijî. Lêkolînan, nîşan didin ku hin malbat, gava ji piştgiriya civakî bêpar dimînin, serî li tundiyê didin; nîşan dide ku ev yek him valakirina stresê him jî mîna mekanîzmayeke kontrolê tê bikaranîn.
Li gorî Bushra El-Zuweynî, ji sedî 69.4’ê jinên Iraqî bêyî armancên xwe yên perwerdeyê bi cih bînin dizewic in; ev rewş valahiya agahiyê kûrtir dike û xizanî û tundiyê ji nû ve dihilberîne.
Faktorên derûnî û dîrokî jî rolek girîng dilîzin. Şer û pêkanînên ku di 13 salên dawî de didome, avahiya civakî ya Iraqê hejandiye û bandorên derûnî yên mayînde hiştine. Li gorî Bushra El-Zuweynî, tundî bûye parçeyek a çanda jiyana rojane; tundiya nava malbatê, mîna nîşaneyek tundiya civakî ya pergala polîtîk salên dirêj li ser kesan pêktîne, tê dîtin. Hemû cureyên tundiyê, di qadên cuda yên jiyanê de mîna rewşên asayî tê qebûl kirin.
Rojnamevan di bin gefê de ne û rewşa tundiya dîjîtal xerabtir dibe
Rojnamevanên li Iraqê, ji sînorkirinên civakî û çandî bigre heta tundiya dîjîtal û gefên elektronîk, bi zehmetiyên pirqatî re rû bi rû ne. Her çend rojnamevanen serbixwe, xwedî azadiya ramanê ya firehtir bin jî, zêdetir rastî kampanyayên bêrûmetkirinê tên.
Lêkolîner û rojnamevana li qadê mafên jinan û kêmnetewan Manar El-Zubaidî, diyar dike ku qanûnekî ku mafê xwegihandina agahiyê misoger dike nîne. Ev rewş, rojnamevantiyê zehmet dike û ji ber kêmbûna parastina qanûnî ya rojnamevanan, pêkanîna oto-sansur zêde dibe.
Di sala 2025’an de rapora “Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF), nîşan dide ku di hawirdora medyaya kûrewî de paşveçûnekê bêhempa a azadiya çapemeniyê heye. Rojnamevanan, bi zextên siyasî, sînorkirinên yasayî û tundiya pergalî re têdikoşîn. Iraq, di endeksa azadiya çapemeniyê de di rêza 155’an de cih digre. Dema bi daneyên qadê re tê berhev kiri, tabloyek tarîtir tê dîtin. Li Iraqê medyayê, ji ber qeyran û pirsgirêkên ewlehiyê marjînalîze bûye. Di vê hawirdorê de rojnamevanên jin di koma herî zêde bandor dibin de ye. Rojnamevanên jin bi tundî, gef û cînayetê re rû bi rû dimînin. Di van şert û mercan de, li Iraqê gotina azadiya çapemeniyê ne pêkan e.
Girîngiya kotayê ya mîna temînatek
Rûxmê ku li ketina rejîma Seddam Huseyîn zêdetirê 20 sal derbas bû jî, beşdariya jinan a pêvajoyên hilbijartinê hêj bi sînorkirinek di bin navê “kota” de sînorkirî ye. Her çend di destpêkê de ji bo zêdekirina nûnertiya jinên ya di jiyana siyasî de hate avakirin jî, bi demê re veguherî sînorekek saziyê ya di nava partiyan de serweriya mêran ji nû ve dihilberîne.
Di hilbijartinên 2025’an de, bi giştî di nava 7 hezar û 800 namzetan de tenê 2 hezar û 248 jin cih girt. Ev namzetên jin, ji bo 83 kursiyên ji kotayê ve hatine veqetandin pêşbaziyê kirin. Ev rewş, nîşan dide ku di Meclîsa Iraqê de rêjeya nûnertiya jinê nêzîkî ji sedî 29 e. Di nêrîna ewil de, her çend li gorî raboriyê di nûnetiya jinê de mîna pêşketinek xuya dike jî, analîzan nîşan didin ku pergal hêza siyasî ya jinan sînor dike û qeyranekî avahîsazî ya kûrtir datîne holê.
Mirov nikare behsa nûnetiya wekhev bike
Ji sala 2005’an vir ve pergala kotayê bû perçeyek makezagonê; lêbelê, îro ji bûyîna amûrekî misogerkirina nûnertiya adil derketiye û bûye amûrek sembolîk a ji bo afirandina rûyek demokratîk. Bi gelemperî namzetên jin, ji nav kesên nêzî serokên partiyan tên hilbijartin. Dengên jinên serbixwe an rexnegir ji mekanîzmayên biryargirtinê tên dûrxistin. Jinên dikevin parlementoyê jî, piranî di bin girêdanbûnên partî an eşîrî de dibînin û ji mijarên sereke yên siyasî û civakî dûr dibîne.
Encamên hilbijartinê vê qelsiyê eşkere dike: di hilbijartinên 2021’an de 95 jin hatin hilbijartin; dema ji wan 83 kes bi saya pergala kotayê ketin parlementoyê, tenê 12 li derveyî vê pergalê bi ser ketin. Her çend di hilbijartinên 2025’an de hejmara namzedan zêde bibe jî, pirsgirêkên mîna tundiya siyasî, vederkirina ji partiyê û nebûna beşdariya demokratîk hêj didome.
Ji bo misogerkirina bihêzkirina rast a jinan, divê pergala kotayê li ser bingeha nûnertiya wekhev ji nû ve bê çêkirin. Li kêlaka vê yekê, divê reformên qanûnî, sazûmanî û çandî ku jin di pêvajoyên biryardanê de serxwebûna xwe û hevkariya wekhev a di çêkirina polîtîkayê de biparêzin.
Kujerê jinan dewlet bi xwe ye
Li van axên di dilê Mezopotamyayê ku şaristanî li hev dicivin û ol bi hev re tên jiyîn, jinên Iraqî bi gelemperî bûne mexdûrên ewil ên van veguherînên kûr. Şer, dagirkirin û komkojiyên komên tundrew ên dijminê jinan ên mîna DAIŞ’ê ve hatine kirin, bûn sedema berdewamiya cînayetên jinan. Di roja me ya îro de hemû cûreyên tundiyê hema bejê asayî tê qebûl kirin û jin di her aliyê jiyanê de rastî tundiyê tên.
Kokên pirsgirêkên jinan û civakê, xwe dispêre polîtîkayên ku bi kûrahî di nava tevna civakî de cih digre û li ser dîndariya siyasî û cudakariya li ser bingeha zayendî. Piştî hilweşîna rejîma Baasê, bandora partiyên dinî zêde bû û ev rewş rasterast bandor li qanûn û polîtîkayên giştî dike. Her çend Makezagona Bingehîn a Iraqê rêgeza wekheviyê diparêze jî, qanûnên li ser şîroveyên teng ên olî hatine avakirin, bi taybetî di qadên mîna rewşa kesane, wesayet, cil û berg û azadiya tevgerê de azadiya jinan sînordar kiriye,
Di encamê de, koka tundiya li dijî jinan him digihîje qeyranên dewlet dijî û him jî qeyranên ku dewlet li ser civakê ferz dike. Her çend jin bi sêgoşeya "gendeliya siyasî, tundiya dewleta baviksalar û wesayeta olî" re hatibin dorpêçkirin jî, jinên Iraqî ji bo avakirina civakek demokratîk û makezagonek adil têkoşîna xwe didomînin û destnîşan dikin ew ê tu caran dev ji vê têkoşînê bernedin.