Bakurê Efrîqayê: Pênc welat, qeyranek ku jin bedêla wê didin – 5

Li Morîtanyayê tevî ku nîşaneyên başbûna aborî hene jî jin hê di gihîştina bazara kar, serxwebûna aborî û parastina civakî de bi zehmetiyan re rûbirû dimînin. Bandorên qeyranê ji pirsgirêkên dahatê wêdetir e heta gihîştina parastina qanûnî diçe.

Li Morîtanyayê mezinbûna aborî ji bo jinan nayê wateya serxwebûna aborî

XEDÎR ABBAS

Navenda Nûçeyan – Normên civakî û têgihîştinên li ser rolan a di nava malbatê de,

bi zêdekirina berpirsiyariyên lênêrîna bêpere, bandorê li ser xebatê dikin. Sînordarkirina şiyana jinan a tevger an xebatê ya li derveyî malê bandorê li derfetên jinên Morîtanyayî dike û dibe sedem ku nikaribin beşdarî bazara kar bibin. Ev faktor, di heman demê de bi astengiyên aborî, qanûnî û sazûmanî re jî têkildar in.

Jinên Morîtanyayî, mîna jinên li deverên din ên cîhanê, bi gelek astengiyên ku bandorê li ketina wan û ragirtina wan a di hêza kar de dikin re rûbiûrû dimînin.

Kêmbûna rêjeya beşdariya hêza kar a jinên Morîtanyayî, nikare tenê bi faktorên aborî were ravekirin. Çand, normên civakî û têgihîştina rolên wan di nava malbatê de roleke girîng di diyarkirina kalîteya beşdariya jinan di çalakiyên aborî de dilîzin. Danasîna çandê ya wekî "astengiyeke mutleq a ji bo karkirina jinan" jî ne rast e. Jinên Morîtanyayî, di çandinî, xwedîkirina ajalan, bazirganî, pîşesaziya xurek, karê îdarî û bazara xizmetê de xwedî pozîsyonên girîng in. Pirsgirêk ew e ku hinek normên civakî cureya karê ku ji aliyê civakî ve tê qebûlkirin, cihê wê, demjimêrên xebatê û kapasîteya jinan ji bo berdewamiya wî karî diyar dikin.

Rewşa jinên Morîtanyayî ya di bazara kar de ji ya jinên li welatên din ên Ereb ne cuda ye. Li Morîtanyayê, sala 2025’an di aliyê aborî de nebû sala hilweşînê lê ne saleke belavkirina wekhev a destkeftiyan bû jî. Li gorî daneyên herî dawî yên Bankaya Cîhanê, aborî di nav salê de nêzî ji sedî 4,2 mezîn bûye, enflasyon daketiye ji sedî 1.5 û rêjeya hejariyê di sala 2024’an de ji sedî 27 bûye, di sala 2025’an de jî daketiye ji sedî 25.2’an. Lê belê nîşaneyên bazara kar rûyekî din ê aboriyê eşkere dikin ku di sala 2025’an de bêkarî di nava jinan de bi qasî ji sedî 14.7 bû, di nava mêran de jî ji sedî 8.1 bû.

Ev hejmar nakokiyekî ku zehmet e mirov paşguh bike, eşkere dike. Îstîqrara makroaborî dibe ku ji bo jinan ne îstîqrara aborî be. Karek çiqas ne ewle be, lêçûna windakirina wê jî ewqas bilindtir e. Dahata jinekê çiqas ne aram be, kapasîteya wê ya ji bo çareserkirina lêçûna jiyanê yan jî parastina xwe û malbata xwe ewqas qelstir dibe.

Ev nîşane sê pirsgirêkên cûda dipîvin. Beşdarbûna kêm tê wê wateyê ku tenê rêjeyeke sînorkirî ya jinan dikevin bazara kar. Bêkariya zêde nîşan dide ku beşek ji kesên dikevin nava hêza kar nikarin kar bibînin. Rêjeyek bilind a karê bê ewle pirsgirêkek sêyemîn a der barê kalîte û aramiya kar de eşkere dike.

Li gorî rapora "Jin, Karsazî û Hiqûq a 2026’an" a Bankaya Cîhanê, li welatekî ku beşdarbûna hêza kar a jinan nêzî ji sedî 27 sînorkirî ye, mijara kar û serxwebûna aborî ya jinan dibe beşek ji pirsgirêkek berfirehtir ku xizanî, parastina civakî, tundî û malbatê vedihewîne.

Jinên ku bi paşveçûna aborî û civakî re rûbirû dimînin

Paşveçûnên aborî û civakî tenê di hejmar û nîşaneyên aborî de xwe nadin der. Bandoreke rasterast li ser jiyana rojane ya malbatên Morîtanyayê jî çêdike. Yên ku herî zêde barê vê qeyranê hilgirtin dîsa jin bûn. Bi kêmbûna derfetên kar û zêdebûna lêçûnên jiyanê re, gelek jin bi vebijarkên sînorkirî re rûbirû man. Jin bi windakirina çavkaniya dahata xwe û vegera girêdana aborî yan jî di bazareke kar a nebaştir de lêgerîna alternatîfan re rûbirû man.

Qeyran ne tenê aborî bû, bi demê re veguherî qeyraneke civakî û mafan. Şêwazên berê yên newekheviyê ya di navbera jinan de ji nû ve hilberand û bi taybetî di aliyê jinên ku debara malbata xwe pêk tînin û malbatên ku di bazarên nebaştir de dixebitin de, qada lawaziya heyî berfireh kir,

Pirsgirêka jinan, ne tenê li ser hejmara karên berdest e, di heman demê de li ser kalîteya wan karan û kapasîteya wan a dabînkirina dahatiyek sabît û parastina civakî ye. Daneyên Bankaya Cîhanê ya li gorî texmînên Rêxistina Navneteweyî ya Kar, nîşan didin ku di sala 2025’an de ji sedî 71.1’ê jinên ku li Morîtanyayê dixebitin, di karên nebaş de ne û ev rêje ji bo mêran ji sedî 45.1 e. Ev cudahiya nêzî 26 puan, tê vê wateyê ku jinên karker bêhtir rastî karên bê ewle yan jî karên ku parastina wan têr nîne tên.

Bi vî awayî, qeyran ji "bêkariyê" wêdetir diçe. Jinek dikare di nava kesên ku dixebitin de were hesibandin lê dibe ku ew di karekî dahatiyek sînordar peyda dike yan jî ne aram de bixebite û dibe ku ew ne xwedî teseruf an jî ewlehiyek be ku ger karê wê rawestiya xwe biparêze. Lewma rêjeya bilind a karê ne ewle bandorê li her hêdîbûna mezinbûna aborî ya li ser jinan zêde dike.

Di asta giştî de jî nîşaneyên herî dawî eşkere dikin ku rêjeya bêkariyê di çaryeka yekem a 2026’an de ji sedî 12 daket ji sedî 11.97’an. Hejmara kesên ku li kar digerin jî wekî nêzî 180 hezar hat tomarkirin. Windakirina kar tê wateya windakirina serxwebûnê.

Bazara kar, yek ji wan deveran bû ku bandorên qeyranê herî eşkere bûn. Her çendî afirandina kar di karê bi mûçe de kom bû jî di vê qadê de 249 hezar derfetên kar ên nû ava bûn û karê bê mûçe 55 hezar kêm bû. Lê belê veguherînê bi awayekî wekhev li ser jin û mêran bandor nekir. Jin bêhtir rastî karê ne ewle û ne aram tên. Her wiha hebûna wan a di bazarên wekî tekstîl, çandinî û xizmetan de wan, ji ber kêmbûna aborî yan jî kêmkirina hêza kar hesastir dike.

Di aliyê hinek jinan de windakirina karên xwe di tekstîl, çandinî û xizmetan de ne tenê dibe sedema rawestandina kar, di heman demê de dibe ku bibe sedema windakirina çavkaniya dahata yekane ya malbatê. Jineke ku di dawiya rojê de ji bo debara malbata xwe bike yan jî lêçûnên zarokên xwe pêk bîne bi pereyekî têr vedigere mala xwe, dibe ku ji nişkê ve bê dahat û bê ewlehiya civakî ya ku wê ji xizaniyê biparêze bimîne.

Li vir nakokiyek derdikeve holê jina ku ji bo bidestxistina astek serxwebûna aborî dikeve bazara kar, dibe ku ger karê xwe winda bike dîsa bi hevjîn an jî endamên malbata xwe ve girêdayî be.

Bihayê zêde gefê li serxwebûna aborî ya jinan dixwe

Windakirina kar, ne yekane faktora ku rewşa jinan kûrtir dike. Bihayên zêde yên pêdiviyên bingehîn û lêçûna jiyanê nirxê rastîn ê dahatê kêm kir û ji bo malbatan dijwartir kir ku hewcedariyên xwe yên rojane bi cih bînin.

Ji bo jinan, bandora lêçûna bilind a jiyanê du alî bû. Ji aliyekî ve kapasîteya wan a bicîhanîna hewcedariyên xwe kêm kir û li aliyê din jî beşek mezin a barê birêvebirina budceya malbatê û lênêrîna zarokan girtin ser xwe.

Bi kêmbûna çavkaniyan re, jin xwe di nava hevkêşeyek de dibînin. Dahata kêmtir, bihayên bilindtir û berpirsiyariyên malbatê yên bêdawî... Di hinek rewşan de, zexta aborî dikare bibe rageşiya di nava malbatê de û xetera pevçûn û tundiya navmalê zêde bike.

Lewma divê têkiliya di navbera qeyrana aborî û tundiyê de wekî têkiliyek rasterast an neçar neyê fêmkirin. Divê were hesibandin ku zextên aborî bi taybetî jî di rewşên mekanîzmayên parastin û piştgiriyê yên civakî qels in de dikarin lawazî û rageşiyê di hinek malbatan de zêde bikin.

Jinên li gundewaran û çandinî: Paradoksa karê bêkar

Jinên Morîtanyayî, di qonaxên cûrbecûr ên çalakiyên çandinî û xurekê de roleke girîng dilîzin. Lê belê beşdariya jinan a xebatÊn çandiniyê nayê wê wateyê ku ew xwediya amûrên hilberînê ye. Gihîştina erdê yek ji astengiyên herî girîng dimîne. Daneyên heyî nîşan didin ku jin di milkiyeta erd û biryargirtina der barê bikaranîna erdê de bi zehmetiyan re rûbirû dimînin.

Ji ber ku beşek girîng a karê çandiniyê yê jinan, li derveyî çarçoveya karê fermî yê bi mûçe pêk tê, dibe ku ev çalakî bi tevahî di statîstîkên aborî de neyên nîşandan. Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), destnîşan dike ku jin di pergalên çandinî û xurekê de her diçe di karên demsalî, ne fermî û kêm meaş de kom dibin û newekheviyên di lêgerîna erdê, gihîştina fînansê, perwerdeh û karûbarên çandiniyê de berdewam dikin.

Ev nakokî, di bazara çandiniyê de bi awayekî zelal xuya dike. Jinên ku li herêmen gundewarî dijîn, dikarin rasterast beşdarî hilberîna çandiniyê, ajalvanî, hilberandina xurekê û firotina berheman bibin. Lê belê dibe ku ew jin dahateke serbixwe negirin, xwediyê erdê yan jî kontrola dahata ji van xebatan nebe.

Li gorî analîza Rêxistina Navneteweyî ya Kar, tenê ji sedî 6 jinên li Morîtanyayê xwediyê erdê ne. Ev rêje ji bo jinên ku li deverên gundewar dijîn dadikeve ji sedî 4.2’an. Her wiha rêxistin, balê dikşîne ser kombûna zêde ya jinan a di aboriya nefermî û ne ewle de.

Kêmbûna beşdariya fermî ya jinan a ji bo bazara kar, tê wê wateyê ku divê wekî dûrxistina jinan ji çalakiyên aborî neyê şîrovekirin. Her wiha divê cewhera kar, pozîsyona jinan a di nava malbatê de, milkiyeta amûrên hilberînê û hêyîna dahata wan a serbixwe jî li ber çavan were girtin.

Yasa heye lê valahî zêde ye

Lawaziya jinan tenê bi aboriyê re sînordar nîn e. Pirsgirêk digihîje çarçoveya yasayî û kapasîteya saziyan ku mafan veguherînin parastina rastîn.

Rapora "Jin, Karsazî û Hiqûq a 2026" a Bankaya Cîhanê, di navbera çarçoveya yasayî û pêkanîna wê ya li Morîtanyayê de valahiyek mezin eşkere dike. Welat, di çarçoveyên hiqûqî de ji zêdetirê 100’an 33.5, di çarçoveyên piştgirî de 31.45 û di nîşaneyên têkildarî pêkanîna mafên aborî yên jinan de jî 36.48 pûanan girt.

Bi taybetî, di qada kar de çarçoveya yasayî ji 100’an 25 pûan girt û li gorî metodolojiya raporê jî çarçoveyên piştgirî sifir pûan girtiye. Nîşaneya têgihîştinê ya der barê pêkanînê de ji 100’an 31.25 bû.

Nîşane eşkere dikin ku di navbera çarçoveya yasayî, mekanîzmayên piştgirî û mekanîzmayên pêkanînê de valahî hene. Mînak rapor destnîşan dike ku qanûna Morîtanyayê ya li gorî Yasaya Kar û Yasaya li ser Krîmînalîzekirina Cudakariyê, cudakariya li ser bingeha zayendî di kar de qedexe dike. Lê belê tê tesbîtkirin ku der barê çareserkirina giliyên cudakariyê li cihên kar an jî stratejiyeke neteweyî ya zelal û bi taybetî ji bo zêdekirina gihîştina jinan a bazara kar de, delîlên ku hebûna mekanîzmayên pispor piştrast dikin, bi sînor in.

Tundiya li dijî jinan: Hejmarên hêyî asta bêdengiyê eşkere dikin

Qeyrana di qada mafan de, dema ku mijar dibe tundiya li dijî jinan, aliyekî xeternaktir qezenc dike. Rapora ku di sala 2025’an de ji aliyê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî ve li ser bingeha daneyên anketê hat weşandin, texmîn dike ku ji sedî 10’ê jinên di navbera 15-49 salî de ji 15 saliya xwe ve rastî tundiya fîzîkî hatine û di heman demê de ji sedî 6 jî rastî tundiya zayendî hatine. Ya balkêştir ew e ku ji sedî 65 kesên ku rastî tundiyê hatine alîkarî nexwestine.

Ev hejmara dawî, pirseke girîng derdixe holê: Gelo çima jin bêdeng dimînin? Li vir gelek faktorên wekî ji tirs û demxeya civakî bigre heya girêdana aborî û zehmetiyên gihîştina xizmetên hiqûqî û derûnî, dikevin nava hev. Lewma têkoşîna li dijî tundiyê, tenê bi hiqûqê dest pê nake û bi dawî nabe. Divê pergalek hebe ku jin dema biryar didin li alîkariyê bigerin.

Navendên bêhnvedanê

Di vê valahiya di navbera hewcedarî û parastinê de, girîngiya navendên bêhnvedanê, komele û rêxistinên ku di qada mafên jinan de dixebitin eşkere dibe.

Rapora Bankaya Cîhanê, eşkere dike jinên ku ji tundiyê bi bandor bûne, bi riya navendan alîkariya yasayî, tenduristî û derûnî û xizmetên ku ji bo debara jiyana wan dibe destek digrin. Her wiha destnîşan dike ku delîlên hebûna stargehên taybet a ji bo jinên ku ji tundiyê bi bandor bûne têr nakin û di vî warî de mekanîzmayên dadweriyê yên taybet sînordar in.

Ev sazî, tenê encamên tundiyê nagirin, di heman demê de bi pirsgirêkên berfirehtir ên wekî bêkarî, girêdana aborî, pevçûnên navmalê yan jî nebûna agahdariya li ser mafan re jî rûbirû dimînin. Lewma navendên bêhnvedanê ne tenê dibin cihekî ku gilî lê tên girtin, di heman demê de dibin beşek ji tora ewlehiya civakî.

Qeyrana aborî ne bêalî ye

Di encamê de qeyranên aborî bi awayekî wekhev bandorê li hemû beşên civakê nakin. Jin dikarin di dema qeyranê de ji ber rewşa xwe ya lawaz di bazara kar de berpirsyariyên pir û serxwebûna aborî ya qels, bedelên girantir bidin.

Lewma çareserkirina qeyranê nikare tenê bi afirandina derfetên kar ên giştî sînordar be. Polîtîkayên ku rasterast jinan hedef digrin jî hewce ne. Divê parastina jinên ku di bazarên ne ewle de dixebitin, peydakirina derfetên kar ên bi îstîqrar, piştgirîkirina jinên ku debara malbatên xwe dikin, xurtkirina mekanîzmayên ji bo parastina li dijî tundiyê û berfirehkirina karûbarên piştgiriya derûnî û yasayî û qanûnî mîsoger bibe. Lewma divê valahiya di navbera yasa û pratîkê de were girtin da ku parastina jinan bibe mafek rasteqîn ku dikarin dema hewce bike bigihîjin wê.

Di encamê de, pirsgirêk ne tenê ew e ku jinan çend kar winda kirine yan jî rêjeya bêkariyê di nav jinan de çi ye. Pirsgirêka rast ew e ku windakirina van karan di jiyana wan a rojane de tê çi wateyê. Gelo jin dikare serxwebûna xwe ya aborî biparêze? Gelo jin dikare debara zarokên xwe bike? Gelo jin dikare saziyek bibîne ku dema hewcedariya wê bi alîkariyê hebe guh bide wê?

Li pişt van pirsan, çîroka qeyraneke aborî û civakî heye ku ji hejmaran wêdetir diçe. Ev çîrok eşkere dike ku parastin û bihêzkirina jinan ne mijareke duyemîn e, li dijî qeyranan di hewldanên avakirina civakeke berxwedêr de hêmaneke bingehîn e.