Bakurê Efrîqayê: Pênc welat, qeyranek ku jin bedêla wê didin – 4

Tevî ku li Cezayîrê hejmara jinên ku di qada aborî de çalak in ji 3 milyonî zêdetire jî, hebûna jinan a di bazara kar de li gorî mêran bi ferqeke mezin re sînordar e. Pirsgirêkên têkildarî aramiya kar û dahatê û ewlehiya civakî jî berdewam dike.

Li Cezayîrê sêgoşeya kar, bêkarî û bêewlehiya kar rastiya aborî ya jinan şêwe dike

NECWA RAHÊM 

Cezayîr – Zextên aborî û civakî yên li welatên Mexrîba Erebî, êdî ne tenê nîşanderên ku di îstatîstîkên bêkarî, enflasyon û mezinbûnê de xuya dikin e. Hejmarekî zêde jin, hewl didin ku hebûna xwe ya li bazara kar xurt bikin, çavkaniyên dahata xwe biparêzin û li hember zêdebûna lêçûnên jiyanê têbikoşin. Lê belê, hêj li pêşiya bidestxistina serxwebûna aborî ya tam, astengiyên pîşeyî û civakî hene.

Wêneya li Cezayîrê, ji nîqaşkirina rêjeya bilind a bêkariya jinan an jî nebûna ewlehiya kar, aloztir xuya dike. Her çend di warê hebûna jinan a li bazara kar de pêşveçûnek piledar çêdibe jî, li aliyê din di aliyê beşdariya aborî û rêjeyên bêkariyê de di navbera jin û mêran de ferqeke mezin berdewam dike.

Li gorî encamên lêkolîna Daîreya Îstatîstîkê ya Cezayîrê ya der barê çalakiya aborî, kar û bêkariyê de ya heta heyama 2019-2025’an, li Cezayîrê rêjeya bêkariyê ji sedî 9,7 bû. Di sala 2019’an de jî rêjeya bêkariyê ji sedî 11,4 bû. Ev rêje ji bo jinan ji sedî 20,4 û ji bo mêran jî sedî 19,5 hatibû tomarkirin.

Ji sedî 61,1’ê jinan di sektora giştî de û ji sedî 38,9’ê wan jî di sektora taybet de kar dikin

Li gorî heman îstatîstîkan, ji sedî 61,1’ê jinan di sektora giştî de û ji sedî 38,9’ê wan jî di sektora taybet de kar dikin. Li Cezayîrê karkirina jinan û jinên ciwan, bi giranî di sektora tenduristî û xizmetên civakî de ye û ev qad ji sedî 45’ê tevahiya karê jinan pêk tîne. Ev rêje di rêveberiya giştî de ji sedî 14 û di pîşesaziya hilberînê de ji sedî 19 e. Îstatîstîkên heyî nîşan didin ku rêjeya kar a jinên ku ji zanîngehê derçûne ji sedî 35,3 e. Ev rêje, dema ku bi asta perwerdehiya jinên Cezayîrî re tê berawirdkirin, pir kêm e.

Ev guman, ji bo têgihiştina rewşa jinan a li Cezayîrê girîng e. Rêjeyên bilind ên bêkariya jinan nayê wateya kêmbûna beşdariya aborî, di heman demê de dikare zêdebûna hejmara jinên ku dikevin bazara kar û li kar digerin jî nîşan bide. Bi gotineke din, jineke ku berê li derveyî bazara kar bû û êdî dest bi lêgerîna kar kiriye, di aliyê statîstîkî de him dikeve nav kategoriya di aliyê de aborî de çalak û him jî dikeve nava kategoriya bêkar. Ev rewş, zêdebûna hevdem a beşdariya aborî û bêkariyê heta astekî rave dike.

Ev avahî, nîşan dide ku hebûna jinan a beşekî mezin a di bazara kar de, bi sektorên xizmetên wekî perwerde, tenduristî, rêveberiya giştî û warên cûrbecûr yên xizmetê re girêdayî ye. Berovajî vê yekê, karê jinan a di sektorên din de di astên kêmtir de dimîne. Daneyên berê jî nîşan didin ku hejmareke mezin a jinan di sektora giştî de kar dikin. Li gorî daneyên rapora bi sernavê "Bi Hejmarên 2019’an re Jinên Cezayîrî ", zêdetirî ji sedî 61’ê jinên ku kar dikin, di sektora giştî de dixebitîn.

Di nîqaşên giştî yên der barê zêdebûna hejmara jinên ku kar dikin de, dem bi dem bi nêzikatiyekî jin "karên mêran ji destê wan digrin" derdikeve holê. Lê belê, ev şîrove bi asta heyî ya beşdariya aborî ya jinan re li hev nayê.

Zêdebûna beşdariya aborî ya jinan ferqa zayendî ya di bêkariyê de de ji holê ranake

Seroka Komeleya Jinên Cezayîrî "Huriye" Dr. Ayşe Serir, diyar dike ku zêdebûna hejmara jinên dixebitin ji nêzîkî milyonekî û 97 hezaran nêzî 3 milyonan, nayê wê wateyê ku jinan bazarê kar desteser kirine. Bi taybetî jî rêjeya beşdariya jinan a aborî li gorî ya mêran hêj sînordar e. Li gorî Ayşe Serir, dema ku rewşa aborî ya jinan tê nirxandin, divê ne tenê hejmarên jinan kar dikin binhêrin, divê faktorên wekî cewherê kar, aramiya kar, vegirtina ewlehiya civakî, derfetên bilindbûnê ya di kar de û qezenckirina serxwebûna aborî jî bê nirxandin. Ev xal, dema ku em ji pirsa "Gelo çend jin dixebitin?", derbasî pirseke zelaltir dibin, girîngtir dibe: Gelo ev kar ji bo jinê çi peyda dike?

Lêkolînera sosyolojiya bajar Hadîce Buseid, têgeha bêewlehiyê, ne tenê di çarçoveya bêkarî û xizaniyê de, di çarçoveyeke berfirehtir de jî dinirxîne. Li gorî wê, neewlehiya aborî nayê wateya xizaniya kesekî, hêj zêdetir rewşeke bêîstîqrarî ku dema rewşekî şokdar a aborî an jî civakî dijî, metirsiya ketina nav xizaniyê zêde dike, nîşan dide. Ew dibêje ku “Bi vî awayî, dibe ku xwedî kar û dahat be. Lê belê, ger karê wê ne aram be, dahata wê ne birêkûpêk be an jî ewlehiya wê ya civakî tune be û neghîje çavkanî û derfetan, dibe ku ew jin ji aliyê aborî ve di rewşeke lawaz û metirsîdar de be.”

Hadîce Buseid, di vê analîza xwe de xebatên sosyologê Fransî Robert Castel ê ku têkiliyek di navbera bêewlehiya civakî û encamên aborî, civakî û derûnî de danîbû û nêzîkatiya wî ya li ser bingeha têgeha ‘kapasîteyan’ bi bîr dixe. Li gorî vê nêrînê, wekhevî ne tenê bi dahata kesekî tê pîvandin, divê mirov şiyana rastîn a kesekî ya gihîştina perwerde, zanîn, xizmet, çavkanî û derfetan jî li ber çavan bigre.

Jin him karê derve û him jî karên malê û berpirsyariyên lênêrîna malbatê bi hev re dimeşînin

Dema ku mirov ji vê perspektîfê dinhêre, sînordarbûna gihîştina darayî, çavkaniyên hilberînê an jî zeviyan û parastina civakî ya lawaz, dikare jineke ku xwedî kar an jî çavkaniyeke dahatê, bêtir bixe ber metirsiya bêewlehiyê.

Hadîce Buseid vê rewşê, bi guhertinên berfirehtir ên di bazara kar de tên jiyîn û bûne sedema perçebûna zêdetir, derketina holê ya karên ne aram û zêdebûna şêwazên nû yên bêewlehiya kar re girê dide. Di vê çarçoveyê de lêkolîner, behsa têgeha ‘prekarya’ ya sosyologê Brîtanî Guy Standing ji bo pênaseya beşekî ku di nav bêewlehiya kar û civakî de û bêyî parastinên têrker dijîn bipêş xistiye, dike. Di aliyê jinan de ev bêewlehiya kar, bi faktorên din ên wekî cudakarîya li ser bingeha dayîkbûnê, tacîza li cihê kar û zehmetiyên di gihîştina hinek çavkaniyan de têkildar dibe. Li aliyê din diyardeya ku Hadîce Buseid wekî "roja ducot" pênase dike jî heye. Jin him karê derva û him jî karên malê û berpirsyariyên lênêrîna malbatê bi hev re bimeşînin. Lewma, beşdarbûna jinê ya ji bo bazara kar nayê wateya bidestxistina serxwebûna aborî. Serxwebûn, tê wateya karekî aram, dahateke birêkûpêk, vegirtina ewlehiya civakî, şiyana girtina biryarên aborî û dem û çavkaniyên ji bo domandina kariyereke pîşeyî.

Hadîce Buseid, destnîşan dike ku meyla jinan a ber bi karên sektora giştî ve, dikare hinekî wekî lêgerîna aramî û ewlehiya pîşeyî bê fêmkirin. Sedema vê yekê jî ew e ku hinek pirsgirêkên wekî cudakariya girêdayî dayîktiyê, tacîz û şert û mercên kar, dikarin di sektora taybet de girantir bin.

Karê bêewle û nebûna ewlehiya civakî

Her çend aboriya nefermî dahatê peyda dike jî, ji ber parastina civakî ya lawaz û dahatên nebirêkûpêk, bêewlehiyê zêde dike. Ev rewş dikare ji ber windakirina karan û qeyranên malbatî hêj kûrtir bike. Her wiha daketina rêjeya enflasyonê nayê wateya daketina bihayan, tê wateya hêdîbûna leza zêdebûna bihayan.

Bandorbûna jinan a ji zêdebûna bihayan, ne tenê bi enflasyonê, di heman demê bi astên dahatê, lêçûna jiyanê û ewlehiya kar re jî girêdayî ye. Dema ku jinên xwedî dahatên birêkûpêk û serbixwe dikarin baştir li hember qeyranên aborî bisekinin, yên xwedî dahatên bêewle ji ber zêdebûna bihayan û windakirina karan zêdetir zirarê dibînin.

Dibe ku ji bo diyarkirina têkiliyeke rasterast a sedem û encama di navbera tundiya li dijî jinan û şert û mercên aborî de, lêkolînên têrker nebin. Lê belê, serxwebûna aborî, torên piştgirî û parastinê, dikarin di rizgarkirina jinan a ji rewşên tundî de roleke girîng bilîzin. Herwiha li Cezayîrê mekanîzmayên ragihandinê, alîkariyê û şandinê û ji bo jinan navendên piştgiriyê hene.

Pêşveçûna di asta beşdariyê de pirsgirêkan ji holê ranake

Ev dane, nîşan didin ku li Cezayîrê pêvajoya bihêzkirina jinan nayê wateya ku mirov tenê li ser nîşanderên bêkariyê bisekine. Di warê asta beşdariya aborî ya jinan de pêşveçûneke zelal heye; hejmara jinên ku di aliyê aborî de çalak in, cara ewil sê milyonan derbas kir û rêjeya çalakiya aborî ya jinan li gorî sala 2016’an zêde bû.

Lê belê, ev pêşveçûn pirsgirêkan ji holê ranake. Cûdahiya di navbera beşdariya aborî ya jin û mêran de hêj girîng e û bêkariya jinan di asteke bilind de berdewam dike. Di heman demê de mijarên têkildarî cewher, aramî û ewlehiya civakî ya kar, pirsên ku ji bidestxistina karekî wêdetir derdixe holê.

Naskirina pêşveçûna ku hatiye bidestxistin û paşguh nekirina pêşketina ku hatiye bidestxistin

Di encamê de wêneya li Cezayîrê ne tenê wekî paşveçûn û ne jî wekî bidestxistina wekheviya aborî nayê pênasekirin. Ev serdemeke veguhêze ku beşdariya aborî ya jinan roj bi roj zêde dibe ye. Lê belê, veguherandina vê hebûnê ya ji bo serxwebûneke aborî ya domdar, hêj dijwariya herî mezin e.

Ev yek jî ezmûna Cezayîrê, dema ku bi welatên din ên Mexrîba Erebî re tê berawirdkirin, ji du perspektîfên hevdem ve hêjayî nirxandinê dike. Naskirina pêşveçûna ku hatiye bidestxistin û paşguh nekirina pêşketina ku hatiye bidestxistin e. Ji ber ku hejmara herî girîng ne tenê hejmara jinên ku dikevin bazara kar e, di heman demê hejmara jinan e ku dikarin wê ketina bazarê veguherînin karekî aram, dahatekeserbixwe, ewlehiya civakî û şiyana rastîn a rûbirûbûna qeyranan.