Mafê kurtajê û têkoşîna wê - 2

Akademiya Jineolojî 

Em ê di beşa duyemîn a nivîsa ku Akademiya Jineolojiyê diyardeya kurtajê ya li hemû cîhanê tê axaftin ji bo ajansa me analîz kir bixwînin. Demografî qadeke nû ya zanistê ye ku ji bo diyarkirina hejmara mirovên li herêmek û lêkolînkirina veguhertina wê, li gorî rêjeya jidayikbûn, mirin, koçberî û zewacê, temen û zayenda nifûsê, rêjeya xwendin û nivîsandinê îstatîskan derdixe ye. Qadeke zanistê ye ku ji sedsala 18’an û vir ve li Ewropayê bi pêşketina kapîtalîzmê re bi awayekî paralel bi pêş dikeve. Lê em dibînin ku serjimarî û qeydên nifûsê li Sumer, Babîl û Misrê jî tê girtin.

Dewletan bi hezaran salan ji bo wergirtina leşkerî û bac, hejmara nifûsa mirovan a di bin çavdêriya wan de tomar kirine. Ji ber ku zêdebûn ji bedena jinan pêk tê, di polîtîkayên demografîk de girtina zayînê ya di bin kontrolê de mijarek pir girîng e. Em dikarin çavkaniya vê heta avabûna çanda xanedaniyê jî bibin. Em dikarin bispêrin avabûna malbatê ango karakterê baviksalarî jî. Jixwe wateya peyva malbatê ya family a di latînî de, tê wateya jin û zarokên di bin desthilatdariya mêrek an jî jin û zarokên koleyên mêrek.

Jinan dema zayînê ji bo xwe diyar dikirin 

Di malbatên bi pêşengiya dayikê, ji aliyê dayikê û ji koka dayikê de hejmara zarokan bi biryara jinna dihat diyarkirin. Hin lêkolîn nîşan didin ku di serdemên herî kevin ên dîrokê de, civakên nêçîrvan-koçeran bi çavderîkirina derfetên xwarin, stargeh û tevgeran, navbera wexta zayîna zarokan wekî 4 sal dane diyarkirin. Ev agahî pir balkêş e. Yanî encax, dema ku zarok dibin çar salî û dikarin bi xwe bimeşin dikarin zarokek din bînin. Ji bo vê gelek rêbaz tên bikaranîn. Ya herî girîng jî têkiliyên xwe yên zayendî li gorî wê birêkûpêk dikin, ji bo ducanî nebin giya bi kar tînin û di demên regl û şîrdayînê de tedbîr digrin. Destûr nadin hevberdana mêran. Di Tewratê de çîroka kesê bi navê Onan ê ji derve re valadibe (boşalarak) û naxwaze zarok çêbike tê şermezarkirin û ji aliyê Xwedê ve tê korkirin, heye. Bi kurtasî, em dizanin agahiyên li ser kontrolkirina zayînê pir kevn in.

Li Kurdistanê rêjeya zayînê kêm kirin

Dewleta Tirk li Kurdistanê di belgeyên fermî yên ku di çarçoveya guhertina demografîk de weşandibû de, behsa kêmkirina rêjeya zayînê kiriye. Di rapora xwe ya MGK’ê ya sala 1996’an de, nêzîkatiya di bingeha bi guhertina demografîk kêmkirina rêjeya zayînê bi van gotinan pênase kiriye; “Li deverên ku piranî Kurd lê dijîn rêjeya zayînê û zêdebûna nifûsê li gorî herêmên din zêdetir e. Li gorî lêkolînan nifûsa Kurdan di sala 2010’an de gihîşt ji sedî 40’ê nûfisa giştî û di sala 2025’an de jî di meyla ji sedî 50’ê derbas dike de ye. Dema zêdebûna nifûsê bi zindîgirtina neteweperestiya Kurd a hem li hundir û hem jî li derve bê fikirandin, ev yek bi xuyabûna meclisê re jî dibe ku di demên dirêj de ji bo Tirkiyeyê xeterek mezin ava bike. Ji bo vê jî li herêmê seferberiya plansaziya nifûsê pêwîstiyek e. Tedbîrên radîkal ên wekî ji kêm zarokan re prîm û ji gelek zarokan jî bac pêwîst e.

Di vê raporê de tiştên tên gotin wêdetir, di warê pêşxistina hin pêkanîn û rêbazên veşartî de jî gelek agahî cih digrin. Her çend îdiayên wek li nexweşxaneyên Kurdistanê bêyî agahdarî û xwesteka jinan girêdana tûpan, girtina hêkdank an rehîmê, bikaranîna derziyên bandora sêrkirin heye û belavkirina tovên genim ên nexweşî pêk tînin, hîn jî bi têrkerî nehatine lêkolînkirin jî ew rêbazên wek rêbazên kêmkirina nîfûsê ya dewletê tên ziman in. Heman polîtîkayan li gelek welatan hatine pêkanîn.

Perçeyek ji polîtîkaya guhertina demogratîk e

Hinek caran jî berovajî vê yekê gelên bindest xwestine bi anîna gelek zarokan pêşiya vê bigrin. Mînak gelên Afrîkayê, Kurdan û gelên Rojhilata Navîn ji van mînakan in. Rêber Apo ev yek weke şêwaza herî kevin ya parastinê pênase kiriye û aniyê ziman ku pêwîst e li dijî komkujiyê xwe bi rêxistin bikin û bi berhemên hunerî û zanistî bersivê bidin. Netewperestên gelên bindest jî vê rewşê piranî di şêwaza anîna gelek zarokan de bi zêdebûna nifûsê re li dijî qirkirinê berxwedanî girtine dest. Çawa ku di xwezayê de ajalên herî zêde tên nêçîrkirin, bi gelek pirbûnê re tedbîra vê digrin, gelên di qetlîman re derbas dibin jî bi zexta li ser jinan re neçarkirina zayînê û bi gelek jinan re dizewicandinê vê yekê dikin. Wek encam qedexekirina kurtajê jî perçeyek polîtîkaya guhertina demogratîk e.

Kedxwarî tê kirin

Ji ber ku zemîna bingehîn a guhertina demografîk bedena jinan e, dewlet ji bo kontrolkirina bedena jinan di qada tenduristî û hiqûqê de bi amûrên siyaset û medyayê polîtîkayên kontrol û beralîkirinê yên piralî bi pêş dixin.

Dewlet ji bo zêdebûna nifûsê pêk bînin û mêr jî ji bo nifşên xwe bidomînin li dijî kurtajê derdikevin. Komên olî jî bi gotina ‘ev cînayetek e,’ jinan di warê wijdanî de dikin bin zextan. Di heman demê de kurtaj ji bo jinan encamên giran ên derûnî derdixe holê. Encamên kurtajê yên pir giran ên derûnî jî li ser jinan heye. Komên ku di vê çarçoveyê de kampanyayan didin meşandin, kurtajê weke cînayetek dinirxînin.  Yek ji mînaka vê ya herî tirsnak jî gotina serokomarê faşîst ê Komara Tirk Erdogan a “Her kurtaj Roboskiyek e” ye. Bi qetlîama ku wî bi xwe pêk aniyê re wekhevkirina kurtajê, helwesta xwe ya qetlîamker û zayendperest raxistiyê ber çavan.

Têkoşîna mafê kurtajê

Ji ber ku agahiyên der barê zayînê de demeke dirêj a dîrokê di destên jinan de ye, zanyariyên mêran ên li ser kontrolkirina zayînê û bidawîkirina ducaniyê bi sînor mane. Jinan tevî qedexeyên dewlet, ol û zextên mêran jî bi hezaran salan bi dizî kurtaj kirine û ji bo ducanî nemînin rêbazan bi kar anîne. Li Rojhilata Navîn bi taybetî pîrik hîn jî di van mijaran de xwedî tercube û zanîneke pir mezin in. Yek ji sedemên herî girîng ên nêçîra pîrebokên ku di sedsalên 14 û 17’an de li Ewropayê pêk hatine, îdiaya ku jinan zarokan berdavêjin e. Piraniya jinên ku weke pîrebok hatine şewitandin jinên ku pîrikî kirine ne. Piştî vê qetlîamê bijîşkiya jinekolojî û zayînê, mêran dewr girtiye.Yanî agahiya der barê bedena jinan de ketiye destên doktorên pispor ên mêr.

Jin bi têkoşînê bi ser ketin

Têkoşîna ji bo mafê kurtajê dikare wekî têkoşînek vekirîtir û siyasî ya li dijî zilma dewlet, mêr û olan were pênasekirin. Ji dawiya sedsala 18’an û vir ve ku kapîtalîzmê nifûsa zêde weke bingeha dewlemendî û pêşketina aborî dît, têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan a di vê mijarê de dest pê kir. Di destpêka salên 1900’î de gelek jinan di vê mijarê de çalakî li dar xistin. Ji salên 1960’î û vir ve li Ewropayê li derdora dirûşma “bedena me ya me ye” têkoşîneke xurt hat meşandin. Li Fransayê di sala 1971’ê de gelek rewşenbîr û nivîskar li dijî qanûna ku jinên kurtaj dikin ceza dike, bi gotina “Min jî kurtaj kir” kampanyayek pir bi bandor meşandin. Her wiha jinan bi fêrbûna pîriktiyê, ji hev re fêrkirina rêbazên kontrolkirina zayînê û perwerdekirina jinên ciwan li ser bedena wan jî têkoşîn didan meşandin. Di encama van çalakiyan de ji salên 70’î û vir ve li gelek welatên Ewropayê kurtaj zagonî bû. Lê belê van mafan her dem di teserûfên dewletan de, bi hesabên cuda yên polîtîk ji destên jinan tên standin. Kiryarê yekem a hikûmetên kevneperest, muhafezekar, rastgir û faşîst bi gelemperî pêkanîna qedexekirina kurtajê ye.

Her sal 39 hezar jin jiyana xwe ji dest didin

Qedexekirina kurtajê, nayê wê wateyê ku jin nayên kurtajkirin, gelek jin di şert û mercên ne tendirust de tên kurtajkirin û her sal bi hezaran jin ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên Rêxistina Cîhanê ya Tendirustiyê WHO her sal 39.000 jin di encama rewşên bê tendirust ên kurtajê de jiyana xwe ji dest didin, her sal 25 miyon kurtaj di şert û mercn bê tendirust de tên kirin. Berxwedana mafê kurtajê di bingehê de bal kişandiye ser vê mijarê. Bê beramberî û bi awayek tendirust mafê bidawikirina ducaniyê hatiye bidestxistin. Di nava deh salên dawî de çalakiyên herî mezin ji bo mafê kurtajê tên kirin. Ji vana ya herî bi bandor di sala 2016’an de li Polanyayê 6 milyon beşdarî çalakiyê bûn. Lê belê li ruxmê çalakî û xwepêşandanan, dewlet gav paşve davêje, mafê kurtajê weke malzemeya polîtîk bi kar tînin. Qismê dinî, qismê parêzger û bi hevkariya desthilata mêr dixwazi li ser bedena jinê  kontrol bikin.

Li Rojhilata Navîn mijara kurtajê her dem weke têgehek guneh hatiye destgirtin. Jin dihizirin ku canê Xwedê daye her çiqasî nexwazin jî neçar in binîn dinyayê, kurtajkirinê weke rewşeke cezakirinê dibînin. Li gelek welatan kurtaj qedexe ye yan jî di rewşên bê tendirust de tê kirin. Gelek caran jî ji bo kurtaj bibin diçin welatên derve û rêbazên bê tendirust neçar in bi xwe bi cih bînin. 

Bi berxwedaniya jinan azadkirina bedenê

Mafê dayîna kurtajê yan qedexekirin, diyar bûye ku kontrolkirina bedena jinan çiqas kûr bûye, di vê pêvajoyê de girtina zanyariyên jinan der barê bedenê wan de ji destên wan, bedena jinan a ku pîroz tê ditîn hatiye girtin. Jin li ser bingeha ku zarokan nayne weke seqet yan jî kêm tên destgirtin. Heta mêr neanîna zarokan, weke nexweşiyek yan jî astengdariyê dibînin. Gelek caran ji ber vê sedemê ji bo zewaca duyem were kirin jin di bin zextê de dimînin. Ji ber vê yekê divê destpêkê di mijara bedena jinan de hişmendî û zanyariyên ne rast û nêzîkatî werin guhertin. Jin ji ber van sedeman biyaniyên bedana xwe mane loma jî divê ev yek ji holê rabe, ji bo vê jî pêwîstî bi perwerde û nêzakatiyê heye. Ji dema balixbûnê ve jinên ciwan divê perwerdeya zayendiyê bibînin. Di mijara zayendî de zanyariyên din ên qedexekirî û nêzikatiyên guneh divê ji pornografiya kapîtalîzmê werin paqijkirin. Qedexe û guneh kapîtalîzma nêzikatiyên kapîtalîzmê li beramberî zayendê di encamê de bedena jinan xistiiye bin dest, kiriye milk û çandeke zayendî derdixe holê. Her têkiliya zayendî ji bo jinan hem fizîkî, hem ruhî, hem jî civakî encamên giran bi xwe re tîne. Di vê mijarê de jin di biryardayîn û hilbijartinê de tevgerek bi zanabûn divê were kirin. Di parastina mijara ducaniyê de zanabûn, amûr û bi rêbazan xwegihandin û bi avakirina derfetan nexwestina ducaniyê rola kêmkirinê dilîze. 

Rêbazên qirkirina jinan

Di çanda zayendperestiyê de jin li dijî şîdeta zayendê bê parastin tên mezinkirin, di êrîşên li beramberî wan de, ji rêbazên xweparastinê û ji îradebûnê dûr tên mezinkirin. Li beramberî tacîz û tecawizan amûrên xweparastinê mijarek girîng e. Ducaniya di encama tecawizê de, jin bêyî ku bimînin di bin zextan şert û mercên ruhî, fizîkî û madî li ber çavan were girtin derfet were dayîn ku biryaran bigrin. Tu jin divê zaroka ku nexweza neyne dinyayê. Ji bo vê jî divê kesê tecawizkirî bi cezayê herî giran were darizandin. Di bin têgîna namûsê de jin neçar dimînin bi mêrê tecawizkar re werin zewicandin û anîna ser rûyê dinyayê ya wan zarokan, rêbaza qirkirina jinan e. Li dijî  nêzîkatiyên malbat û civakê pewerdekirin û ji bo vê berxwdaniya qanunê pêşxistina vê rewşê mijarek din e. Neçariya kurtajê yan jî rewşên ku hatine tercîhkirin jin bê beramber û bi awayek bi tendirust divê derfet were avakirin. Di qada tendirustiyê de ji bo pêwîstiyên jinan werin dabînkirin perwerdeyên tendirustiyê pêwîstiya jinan pê heye.

Berxwedaniyek çawa?

Di encamê de; di van salên dawî de rêbazên faşîzane, muhafazakar, bawerî, bi hebûna hikumetê êrîşên li hemberî jinan zêde bûne, qedexekirina kurtajê jî parçeyek ji vê ye. Dema ku mirov di encamê de kurtajê bigre dest di mijara mafê kurtajê de ji bo zagonê pêwîstî bi berxwedaniyek berfireh heye. Di Berxwdaniya mafê zêdebûnê de jin mafê jinan ê ku zarok bîne yan neyne, di têkiliyên zayendî de ji bo bibe xwedî zanîn û xwedî îrade divê di çarçoveyek fireh de were nîqaşkirin.  Rêber Apo di ravekirina çanda tecawizê de bedena jinan, ruh û fizîka wan û bi sîstema ku tên bindestkirin şîrove dike û diyar dike ku divê ev yek ji holê were rakirin. Ne tenê qedexekirina kurtajê yan jî serbestkirina wê, ew berxwedanî kêm dimîne. Di heman demê de ev berxwedanî tenê dewlet bi guherîna zagon û qanûnan zêde nikare jê encamê bigire. Berxwedaniyek berfireh a jinan, di berxwedaniya azadiya jinan de jin di aliyê aborî de ger bi xwe têra xwe bikin, di qada siyasî de biryarên wan bi bandor bin, di jiyana komînal de berfirehkirin, ji derveyî sîstemê xwe rêxistinkirin, bi fikir û çarçoveya jiyanê de divê berxwedaniyê bikin.