Şoreş û jinên ku cîhanê guhertin -1

Şoreşa Cotmehê 105 salî ye. Şoreşa ku hemû têkiliyên jiyana civakî ji nû ve nivîsand, guhertina jiyana jinan jî li hemû cîhanê bi awayekî radîkal misoger kiriye.

Navenda Nûçeyan - Dema rûpelên salnameyê dîroka 25’ê Cotmeha 1917’an nîşan dan, çîna karkerên Rûsyayê ku di bin rêbertiya Bolşevîkan de serî hildan, ketin Qesra Zivistanê (Kişlik Sarayi). Ev roj navê Şoreşa Cotmehê di dîrokê de hat nivîsandin. Ji ber ku li Rûsyayê salnameya Gregoryen dihat bikaranîn, navê rojê Şoreşa Cotmehê ma. Şoreşa Cotmehê bi wê re di jiyana jin, bindest û kedkaran de riyeke nû vekir. Her çendî piştî salên 1920’î derbasî pêvajoya bi navê “sosyalîzma reel” bû û di bingeha fikrê de ango bingeha sosyalîzmê “rasterast demokrasiya” li aliyekê bê hiştin jî ev niha bûyîna mijara dosyaya me dûr e. Ji ber ku her çend riya wê hatibe beralîkirin jî li ser derketina wê sedsal zêdetir derbas bûbe jî bandora wê ya tirsnak li ser hêzên emperyal, bandora wê ya li ser têkoşîna çîna karkeran ciwantiya xwe diparêze û her sal pîrozkirina Şoreşa Cotmehê roja me ya îroyîn ronî dike û bandora xwe didomîne.

Çîna karker ji bo avakirina civakeke nû dest danî ser rêveberiyê, 'şikandina zincîran', rêveberî girtina destê xwe û 'dewleta yekem a proleter' a cîhanê, ji dîzaynkirina têkiliyên milkiyetê wêdetir wateyek hildigirt. Ev wate ji bo jinan zêdetir watedar bû. Dema hîmên civakeke nû dihat avêtin, di heman demê de divê di nava civakê de bûyîna jinan a ferdek wekhev di wateya aborî, hiqûqî û civakî de bihata misogerkirin. Baweriya Şoreşa Cotmehê ya ku hemû têkiliyên jiyana civakî dikarin ji nû ve bên nivîsandin û hêza wê ya ku bingeha vê guherîna ji reh ava bike, di warê jinan de jî derbasdar bûye. Girîngiya avakirina Şoreşa Cotmehê ya ji bo jinan ne tenê dayîna çend mafan a ji bo jinan e, di heman demê de ev guherîna ji reh e.

Jinên ku li Rûsyaya Çarlik tune dihatin hesibandin

Li Rûsyaya Çarlik jin di nava civak û malbatê de bi tevahî ji mafên xwe bêpar bûn. Jin tenê dikaribûn di bin zexta rêveberî, ol û hevjînan de û di nav çarçoveya sînorên wan de bijîn. Dikare bê gotin ku wê demê rolên jin û mêr bi hişkî hatibûn xêzkirin û civak gelek paşverû bû. Dema Rûsyaya Çarlik ji jinan re ji bilî 'makîneya zayînê' rolek nedîda, qanûnên Çarlik ên ku destûr dida jin bi eşkereyî ji aliyê hevjînên xwe ve lêdanê bixwin, rêjeya kêm xwendin û nivîsandinê, di şert û mercên jiyanê yên ji xwe xerab de çewisandina bêsînor li ser karkerên jin, di bin navê zewacê de xebitandina bi awayekî koleya jinan tenê çend mînakên ji wê serdemê ne.

Bûn endamên Partiya Bolşevîk

Di sala 1914’an de bi destpêkirina şer re, banga mêran ji bo şer û piştre anîna jinan a pîşesaziya ku ji wan valabû, bû sedema hin guhertinan. Feraseta li vir wekî çawa ku jin tu carî ji hilberîna aborî re nehatine qezenckirin, ev yek ji bilî nîşana wê yekê bû ku dor hatibû jin di dezgehên pîşesazî yên ji mêrên ku ji bo şerê cîhanê hatine sirgûnkirin hatine valakirin, bên îstismarkirin. Qadên ku ji mêran hatibûn valakirin jin derbas bûn û ji sêyan yekê jinan di pîşesaziya giran de dest bi kar kirin. Bolşevîkan di bernameyên partiyan de hewl dan ji pirsgirêk û pêdiviyên van jinan re çareserî bibînin.

“Jina Kedkar” yekemîn xebata nivîskî ya li ser jinan ye

Li ser daxwazên sereke yên jinan ên wekî mûçeyên wekhev, xwedîkirina zarokan û vekirina kreşan xebat hatin meşandin. Di encama van lêkolînan de hema bibêje piraniya jinên karker beriya şoreşê bûn endamên Partiya Bolşevîk. Di nava kesên ku bi pirsgirêkên jinên kedkar re mijûl bûn de navên Krupskaya û Aleksandra Kollontay derket pêş. Pirtûka Krupskaya ya ji 28 rûpelan a bi navê “Jina Karker” di wê demê de bû yekemîn xebata li ser jinan hat weşandin. Krupskaya ya jiyan û mercên xebatê yên jinên kedkar ên li Rûsyayê Çarlik vedibêje, diyar dike ku rizgaraiya jinan bi hilweşandina kapîtalîzmê ya ji aliyê çîna karkeran ve dê bê misgorkirin.

Dema behsa “Şoreşa Cotmehê” tê kirin yekem navê jinan ên tên bîra mirov wekî Nadya Krupskaya, Inessa Armand û Aleksandra Kollontay e. Di pêvajoya diçe Şoreşa Cotmehê de para jinan nayê înkarkirin. Bêguman hebûna Partiya Bolşevîk a ku hêza hevpar a jinan anî cem hev û jinan ji têkoşîna sosyalîst re da qezenckirin, ji bo jinan derfetek mezin bû.

Sibê: Şoreş û jinên ku cîhanê guhertin-2

Bi şoreşê re çi guherî?