9'ê Adarê: Alexandra Kollontain
Alexandra Kollontain
Bi keda xwe di nava 2’emîn Kongreya Enternasyonal û Konferansa Jinan a Sosyalîst ya Navneteweyî de cîh girt.
Di 6’emîn Kongreya Partiya Karkerên Demokratên Sosyalîst a Rusyayê de wek endama Komîteya Navendî û Serokatiya Rumetê ya Kongreyê hat hilbijartin.
9’ê Adara 1952’an li Moskovê di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.
Şewitandina gundê Kiravliyê
Di salên 1990’an heta 95’an dewleta Tirkiyê piraniya gundên Bakurê Kurdistanê bi zorê dan valakirin û 4 hezar gund şewitandin.
Di 9’ê adara 1994’an de jî gundê Kiravli yê navçeya Milazgirda Mûşê valakirin û li ber çavê gundiyan şewitandin.