7'ê Adarê: Di eniya Til Temir de fedekariya Ivana Hoffmann

Di eniya Til Temir de fedekariya Ivana Hoffmann
Bi pêxistina çiruska şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê gur dibû re ji gelek deverên cîhanê şoreşgerên enternasyonalîst berê xwe dan eniyên cengê.
Yek ji wan jî Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) ya ji Afrîkayê bû di eniya Til Temir a Kantona Hesekê de cihê xwe girt.
Bi fedekariyek mezin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê heya nefesa xwe ya dawî şer kir û 7’ê adara 2015’an tevlî karwanê nemiran bû.
Raperîna Silêmaniyê
Di salên 1980 – 90’an de rejîma Îraqê zilmek gelek mezin ser miletê herêma Başurê Kurdistanê didan meşandin.
Li hemberî zilmê her ku diçu hêrsa welatiyên herêmê zêde dibû û li benda vêketina çiruskekê bûn ku ber bi wê ve têkevin nava tevgerê 
Di 7’ê Adara 1991’an de welatiyên Silêmaniyê dest  bi raperînê kirin û welatiyên nava bajêr hemû daketin qadan.