29’ê Nîsanê:Roja Dansê ya Cîhanê
	Roja Dansê ya Cîhanê
	Enstutiya Şanoya Navnetewî 29’ê nîsana 1982’an weke Roja Dansê ya Cîhanê pejirand.
	Ji wê demê heya niha her roja 29’ê nîsanê li gelek deverên cîhanê performansên dansê tên nîşandan.
	Her sal weke organîzetoriya giştî yek kes tê hilbijartin û bi awayek hev temamker performans tên nîşandan. 
	Sedema bijartina roja 29’ê nîsanê jî ji ber rojbûna Jean Georges Noverre yê weke kalikê balaya modern tê zanîn e.
		Li Fransayê carayekê jinan deng karanî
		
		Di guherîna zagonan a 4’ê cotmeha 1944’an de jinan mafê bijartin û hilbijartinê bidest xist. 
	
		Di hilbijartina şaredariyan a 29’ê nîsana 1945’an de jî cara yekê jinan karîn dengê xwe bikar bînin.