29’ê Çile: Gauri Lankesh

Gauri Lankesh 
Di 29’ê çileya 1962’an de li bajarê Bangalore yê eyaleta Karnataka yê Hindistanê hat dinyayê.
Rojnamegera Hindistanê û parêzvana mafên jinan, li dijî pergala kastê ya xwe dispêrse polîtîkayên cudakar sekiniye.
Ji ber ku rexne li fanatîzma Hindû dikir, bû qurbanê sûîqesteke siyasî.
Harriet Tubman 
29 Çileya 1820’an li Maryland ê weke kole tê diniyayê, paşê ji koletiyê direve û li hember disekine.
Malbat û hevalên wê jî di navê de bi giştî 700 kole rizgar kiriye. Paşê jî ji bo bidestxistina mafê jinan ê dengdanê têkoşîn kiriye.
Bi keda xwe hatiye nasîn û jina duyemîne wêneyê wê li ser 20 dolaran tê dîtin.