Zubeyde Tepe: 28 sale ji bo darezandina kujerê kurê xwe têkoşînê didim

Dayikên Şemiyê vê hefteyê faîlên nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe pirsîn. Dayika Ferhat Zubeyde Tepe got: “Ev 28 salin ez ji bo darezandina kujerê kurê xwe têkoşînê dikim. Li tirkiyê edalet nîne, ger heba niha kujer hatibûn dîtin.”

Stenbol - Dayikên Şemiyê, di hefteya 854'emîn de ji ber pandemiyê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" bi awayekî online li dar xistin. Dayikan di vê çalakiyê de faîlên nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28’ê tîrmeha 1993’an de hatibû revandin û qetilkirin pirsîn. Di daxuyaniyê de ewilî dayika Ferhat Tepe, Zubeyde Tepe axivî. 
“Li cihê qatîlan em ên li aqubeta zarokên xwe dipirsin tên darezandin”
Zubeyde Tepe, diyar kir ku 28 sal in ji bo kujerên kurê wê bên darizandin têdikoşe û wiha got: “Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Heke edalet hebûya niha kujerên kurê min hatibûn dîtin. Sûcê kurê min çi bû? Êdî ez ê vê ji wan bipirsim. Kurê min çima kuştin? Îro dayikên ku li Qada Galatasarayê têdikoşin tên darizandin, çima faîl nayên darizandin? Em weke Dayikên Şemiyê her tim li cem zarokên xwe ne. Bila kujerên zarokên me bên dîtin û darizandin.”
“Ji wê rojê heya niha ji bo kujer bê darezandin em di çalakiyê de ne”
Dûre bav Îsak Tepe, bi lêv kir ku ji roja kurê wî hatiye qetilkirin ve li ser piyane têdikoşin û wiha axivî: “Wan kujeran bi piştevaniya dewletê ev tişt kirin. Dema ez ji bo lêgerîna kurê xwe çûm ji min re gotin ‘milyareke pere bide, ji partiyê îstîfa bike û partiyê bigire em ê kurê te teslîmî te bikin’. Wexta ev gotin digotin kurê min qetilkiribûn. Me di sala 1994’an de hemû delîl û tiştên me dizanî ji Wezareta Dadê re ragihandin. Yê wê rojê kurê min hedef nîşanda fermandarê tugayê bû. Li wê herêmê bi dehan mirov dan kuştin. Mirov hedef dida nîşandan û dida kuştin. Em ji wê rojê were ji bo kujer bên darizandin di çalakiyê de ne lê tu kujer nehatin darizandin û dozek jî nevebû. 20 sal derbas bûn doz xistin. Îro dozê li kujerên 18 hezar mirovan navekin li malbatan vedikin. Ji bo min axaftinek kiriye doz li min jî vekirine. Niha jî derbarê Dayikên Şemiyê de doz hatiye vekirin. Di pergaleke wisa de mirov wê çawa memnun bin û wê edalet çawa were pêkanîn? Ev pirsgirêka me hemûyan e. Em dest ji doza xwe bernadin. Yên vê nekin bila şerm bikin.”
“Em dest ji Qada Galatasarayê î bernadin”
Xwişka Ferhat Tepe, Ayşe Tepe jî da zanîn ku di sûcên li dijî mirovahiyê de tên kirin demborî nayê qebûlkirin û wiha got: “Em têkoşîna maf û hiqûqê didin. Bila bêcezatî bi dawî bibe, em dixwazin dewlet bi vê re rûbirû bimîne û faîl werin darizandin. Em dest ji Qada Galatasarayê î bernadin.”
Pişt re Zeynep Ceren Boztoprak daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê xwend û bi bîr xist ku hemû serlêdanên malbata Tepe yên di mijara darizandina faîlan de bê encam mane. Boztoprak, di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Gelek şahidan got ku Ferhat li Fermandariya Cendermeyan a Amedê de bi îşkenceyê tê îfadekirin lê serî li îfadeya tu şahidan nehat dayîn. Îdiayên malbatê yên derbarê Korkmaz Tagma de li lêpirsînê zêde nekirin. Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê bêyî ku delîlan kom bike, şahidan guhdar bike û ji bo bûyerê ronî bike bikeve nav hewldana bi zanebûn hişt ku demê dosyayê bibore û dosya girt. Em girtina dosyaya Ferhat Tepe qebûl nakin. Çend sal derbas bin jî em ê ji bo Ferhat Tepe, windayê xwe edaletê bixwazin û bînin bîra dewletê ku di nava normên hiqûqê de tevbigere. Em ê dest ji Qada Galatasarayê ya cihê hevdîtina bi windayên me ku 155 hefteye ji me re hatiye qedexekirin bernedin.”