Zorî û bîranînên jiyana Helîmê

Helîm Tunc a 65 salî, li mexmurê dijî di zarokatiya xwe de li ber destê jinbavê mezin bûye û li gundek cuda hatiye zewicandin.

 
DÎLAN KORHAN
Musil - Wekî hemû gundên bakurê Kurdistanê, gundê Mijîn ê Qilebana Şirnexê deverek çiyayî ye û xwezaya wê gelek xweş e. Ev gunde bi ava xwe ya paqij û xweş tê nasîn, heta niha jî ev gund bi ava xwe bi nav û deng e. Jin û zilamên wî gundî ji ber xwezaya wê gelek bi tendirust û zîrek in. Piraniya şêniyên vî gundî beriya ku gundê wan di salên 1990’an de ji aliyê dewleta Tirk ve were valakirin bi lawirvanî û baxçeyan re mijûl bûn. Di nava baxçeyên wan de herî zêde pîvaz dihat çandin û piranî debara xwe li ser çandiniya pîvazan dikirin. 
Helîm Tunc a ku bi eslê xwe ji gundê Pîranê ye beriya bizewice tê gundê Mijîn li wî gundî dizewicw û li wê dimîne, niha jî li waregha penaberan a Mexmûrê li taxa sêyan dijî û di encama qezayeke trafikê de ji her du lingên xwe astetengdar bûye û bi alîkariya darikan rêve dîçe. Helîm a di heman demê de dengbêj e jî di ber sohbetê re ji me re stranek got û paşê jî behsa bîranîn û çîroka jiyana xwe kir.
‘Li gundê me sewalvanî dihat kirin’
Helîm der barê çîroka jiyana xwe de wiha dibeje: “Ez li gundê Pîran ji dayik bûme. Temenê min 65 salî ye. Gundê me giredayî Kêla Memê ye. Gundê me, gundek gelek xweş bû. Hemû gundiyan pez xwedî dikirin. Di malbatê de em sê xwişk bûn. Piştî em mezin bûn bavê min ji Pîranê bar kir û hatin gundê Mijînê. Dema em hatin gundê Mijîn temenê min biçûk bû lê bavê min ez dam şû. Zarokatiya min bi lîstokan derbas nebû, bi xwedîkirina lawiran jiyana min derbas bû. Ji derveyî vî karî me tiştek din nedikir.”
‘Piştî zewicîm jî min ajal xwedî kirin’
Helîm bal dikşîne ser şêwaza zewacê li gundê wan û diyar kir ku li gund malbatan zarokên xwe bê xebera wana dizewicandin û li ser zewaca xwe vê yekê dibêje: “Li gund malbatan piştî ku keçên xwe dizewicandin, keçik dizanibû ku malbatê ew zewicandine. Lê agahiya xort hebû. Carna jî ji keç û xort jî pirs nedikirin û bi wan bi hev re didan zewicandin. Piştî ez zewicîm ji bo min rojên nû dest pê kirin. Derengiya şevê hatin ez birim. Roja dinê mihek serjê kirin û tevayî gundiyên Mijînê garis xistin çenteyên xwe û hatin serdana min. Ên me jî bi tenekeyan gûz û hingiv datanîn ber wana. Wê demê dawet dihat kirin, ne kincê bûkanê, ne jî zêr hebûn. Ji bo daweta min dayika min hat. Piştî wê dayik û xwişka min çûn Mersînê. Piştî zewacê jî careke din ez bi xwedîkirina lawiran re eleqedar dibûm. Em diçûn bêriyê, me şîrê xwe dikir mast û penîr, em pêve mijulbûn heta rojan dinê cardin dibû demê bêriyê. Di ser de jî me alif ji bo sewalan kom dikir boyî ku zivistanê bidinê. Li gel me ji çiloyê daran bigire heta hêliz û kerkola zozanan gelek alif ji bo sewalan tê berhev kirin ji bo ku zivistanê birçî nemîne. Li gel van karan hemûyan zarokên me hebûn, min zarokên xwe jî xwedî dikir. Li gund me bi tena serê xwe av bi tenekeyan dianî ji bo malê. Piştî ku ez zewicîm bi qasî du -sê salan li gel xesûya xwe mam, xesû û xezûrê min gelek ji min hez dikirin. Hevjînê min gelek baş bû lê ez jê re ne baş bûm.”
Helîm bi bîr xist ku dema dibû cejn wan kade çêdikirin û got: “Cejnên me, ne wekî yên niha bûn, xemirok, çikolata û şekir tunebûn, me kewzan kom dikir didan zarokan û ji cejnê re jî kadeyên xevîs çêdikir. Kadeyê xevîs weke nîşaneya cejnê bû. Dawetên me jî dema em diçûn bûkê, em bi siwariya ajalan nediçûn, bi lingan diçûn strana narînê digotin heta diçûn bûk dianîn. Ji ber malên me hemû nêzîkî hev bûn û kolanên gundê me nexweş bûn her tîm bi lingan me diçû bûk dianî.”
‘Ez tim nîvê şevê radibûm min nan çêdikir’
Helîm dibêje ku ew gelek jîr bûye hemû kar ji destên wê dihat, zû radibû hemû karên xwe dikirin û diçû bêriye û wiha didomîne: “Ez jineke gelek jîr bûm min hemû kar dikirin di nav de jî min xwe elimandibû karên destan. Di demên vala de min karên destan çêdikir. Ez her tim nîvê şevê radibûm min nan çedikir, xwarina zarok û şivanan çêdikir, ji ber karê me gelek bû gelek caran dema ez diçûm bêriyê pê re nedigihîştim pariyek nan jî bixwim. Hinek caran ji bo ku ji birçîbûnê serê min gêj nebe min pariyek nan gel xwe dibir di rê de dixwar. Carek ji lezê min pariyek nan xwar ma di gewriya min de heta çû xwarê ez gelek pê êşiyam. Cihê bêriyê gelek dûr bû, heta em diçûn dihatin bi zarokan re em perîşan dibûn. Ji ber ku her tim zarokên me li gel me bûn yan di zikê me de bûn an li ber singa me, yan jî me dikir parzûn dida pişta xwe. Li gundê me jin ne tenê kevaniya malê bûn diçûn dexil didurûtin û karê anîna daran piranî zilaman dikir. Li gundê me jin û zilam ji hev re gelek baş bûn. Her yek bi karê xwe re mujûl bû. Di nava gund de jin û zilaman karê xwe dikirin ji ber wê jî şer di navbera malbatê de çênedibû. Bi taybetî malbata me û cîranên me jî jin, zilam û zarok bi hev re xwarin dixwarin, ji zarokatî heta niha tu caran me cuda xwarin nexwariye. Ji bo zarokên xwe me bi destê xwe cil çêdikir û dikir ber wan.”
‘Sê zarokên min di temenên biçûk de ji ber nebûna bijîjkan mirin’
 
Helîm da zanîn ku ji ber nebûna bijîjk li gund zarokên wê hê biçûk bûn jiyana xwe ji dest didan û wiha pêde çû: “Niha ez xwedî pênc zarokan im. Bi giştî heft zarokên min mirin. Li gundê me ji ber bijîjk tunebû zarokên min nediman. Dema yek nexweşiya wî/ê giran bûya dibirin bajarên Şirnex, Cizîr, Qileban û Amedê. Bi vî awayî tedawî dikirin. Li gundê me  melayek hebû navî wî mele Evdila bû. Dema zarokên me nexweş diketin me dibir gel wî. Hemû cure giya û dermanên nexweşiyan li gel wî hebûn wî bi dermanên gihayî nexweşan tedawî dikir.”