Zînê Vedoyav û 31 salên xebatê
Zînê Vedoyav beşa biyolojiyê xwendiye û 31 salan di dermanxaneyê de xebitiye di navberên kar de bi hevalên xwe re digihan hev û diçun Mala Kurdan, li wê demên xweş bi hev re derbaskirine.
Zînê Vedoyav beşa biyolojiyê xwendiye û 31 salan di dermanxaneyê de xebitiye di navberên kar de bi hevalên xwe re digihan hev û diçun Mala Kurdan, li wê demên xweş bi hev re derbaskirine.
LEYLA QADİR
Ermenîstan – Zînê Vedoyav di sala 1938’an de li Tiflîsa Ermenîstanê di nava malbatek Kurdên penaber de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Berî ku Zînê bê diniyayê malbata wê ji gundê Sipîkanîka Qersê ya herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê koçî Ermenîstanê kirine û li Tiflîsê bicîh dibin. Ji malbatê tayîbetî jî ji bavê xwe her dem agahiyên ser gundê xwe bihîstiye û her dem di dilê xwe de daxwaziyek a dîtina gundê xwe veşartiye. Ji ber bavê wê her dem qala vegerê dikir û nedikarî penaberiyê bi dil û mejiyê xwe bide pejirandin.
Ji ber beşa biyolojî li tiflîsê nebû li gel zarokên ap û xalan ji bo xwendinê berê xwe didin Rewanê û li wê dibistanê dixwînin. Keçên binemala wan yên weke keçmama wê Porsora Sebrî û keçmeta wê Delal hemûyan xwendine û salên dirêj kar kirine.
Dema ku mezin dibe xalê wê ji bo lawê xwe dixwaze û malbata wê jî wê didinê. Weke şêwaza xwe parastinê kalikê Zînê û mezinên qebîla wan keçên xwe nedane derve û ji derve jin nexwestine. Zarokên mirovên hev bi hev re zewicandine. Zînê ya qet welatê xwe nedîtiye li penaberiyê bi lawê xalê xwe re zewiciye û dayika sê zarokane.
31 salên xebatê
Zînê ya ku beşa biyolojiyê xwendî 31 salan di dermanxaneyê de xebitiye da zanîn ku ticarî hevjînê wê li pêşiya karê wê nebûye asteng û wiha domand: “Di ber xebatê re min zarokên xwe jî hemû dane xwendin û li wan mêze dikir. Min tiştek ji wan kêm nekir, ji ber bi xwe jî xwendekarbûme, min dizanî çawan wana mezinbikim. Birastî xwendina dayikê li ser mezinkirina zarokê bandora xwe heye, ji ber wê jî zarokên min hemû ji xwendinê hez dikirin û niha jî di karê xwe de serkeftîne.”
Mala Kurdan
Zînê destnîşan kir ku ji derveyî xebatên radyoyê komek wan a jinên ronakbîrên sohbet xweş hebûne û wiha pêde çu: “Ez Nûra Cewaherî, xwişka wê Zînê em komek mezin hemû jinên xwendî û her yek ji me di saziyên cud de kar dikir , digihan hev û bi hev re diçun Mala Kurdan. Wê demê li Rewanê Mala Kurdan hebûye, em diçun heya dereng li wê diman. Gelek ji wan jinan jî tevî hevjînê xwe dihatin hengî sohbeta me xweşbû, kesê nedixwest rabe. Cihê kombûn û hevdîtina me hemûyan Mala Kurdan bû û bîna me li wê dihat der. Yên ku berê welat dîtine qala welat dikirin. Min bi xwe welat nedîtiye, her dem min mereqa gundê xwe dikir û vê nêrîna xwe jî bi hevalên xwe re par dikir.”
Zînê ya temen mezin û êdî nikare bixebite li Êrîvana Ermenîstanê dijî.