Zeyneba 70 salî ya Lubnanî di nav şer de jî pez û dewaran xwedî dike

Zeyneb Sefa jinek 70 salî ji Başûrê Lubnanê ye, jiyana xwe di nav dewar û zeviyên xwe de derbas dike. Di lûtkeya şer de, lawirên wê bûn çavkaniyek piştgirî û hevaltiyê ya rojane, tirsên wê sivik kirin û girêdana wê bi axê re bihêztir kir.

RANA CONÎ

Lubnan – Li bajaroka El-Kufor a girêdayî navçeya El-Nebitiye ya başûrê Lubnanê, Zeyneb Sefa bi taybetî jî li yek ji taxên wê yên hundir, pîşeya ku di tevahiya jiyana wê de pê re bûye, didomîne: xwedîkirina lawiran. Zeyneb qet dev ji vê pîşeya gundewarî bernedaye, bûye beşek ji nasnameya wê, heta wê astê ku ew xwe wekî “hezkiriya çêlekan” bi nav dike. Ew wan wekî hevalên domdar, hevalên ku di dema şer de li kêleka wê mane dibîne. Çawa ku dê û bavek ji bo zarokên xwe ditirsin, guhê wê jî bi lawirên wê de xar e. Her roj tirsa êrîşeke hewayî li ser lawirên xwe dijî. Êrîşek ku dibe taxê bike hedef û bibe sedema mirina wan, dijî.

Bi qehweyekê dest bi roja xwe dike

Zeyneb Sefa 70 salî ye. Ew her roj di saet 6’ê sibê de şiyar dibe da ku bi qehweyekê dest bi roja xwe bike, dû re rasterast ber bi zeviya xwe ya ku çêlek lê nin ve diçe. Li wir, dewarên xwe têr dike, şîr didoşe, her wiha beriya ku biçe nav zeviyê xwe da ku xwarinê berhev bike, golikan xwedî dike. Ew seatên dirêj di nav dewar û zeviyan de derbas dike. Ev jî bûye jiyana wê, çavkaniya rihetiyê û aramiyê û hevalên ku ew bi wan re diaxive û parve dike û pê re xemên rojê sivik dike.

Her kêliyê çêlekan xwedî dike

Zeyneb Sefa ya ku di destpêkê de tu tiştek derbarê xwedîkirina çêlekan de nizanîbû, her tim di nava tevgerê de ye. Bi demê re ew bi hebûna wan re fêrbû heta ku ew bûne beşek ji roja wê. Ew di kêliyên ku herî zêde hewceyî bêhnvedanê ye jî, lênêrîna wan dike.

Di lûtkeya şer de berxwedana ji bo hilberînê’

Di lûtkeya şer de, bidestxistina hilberînê karekî dijwar bû. Lê Zeyneb Sefa israr kir, qet dev jê berneda û ji xwe re got “Divê li hember vê yekê li ber xwe bidin.” Dayîka Zeyneb heta di demên şer de jî qet dev ji çêlekên xwe bernedaye. Wê diyar kir ku alîkariya cîranên xwe jî kiriye û van piştevaniyan wiha anî ziman: “Min di demên şer de jî dev ji xwedîkirina çêlekan berneda. Min şîr li cîranan belav dikir û ji ya mayî min penêr, mast û rûnê malê çêdikir. Ez di dema şer de fêrî çêkirina rûn bûm. Ya mayî min kir mastê qerisî yê bi rûn. Min berê nizanibû lê niha yê mayî vediguherînim şîrê ku bi rûn hatiye qerisandin.”

Çîroka Zeyneb Sefa yek ji çîrokên Başûrê Lubnanê ye û yek ji çîrokên jinên ku bi awayên xwe yên taybet li ber xwe didin û piştrast dikin ku ew jinên axê û parêzvanên jiyanê ne.