Zextên derûnî jiyana jinên Idlibê dorpêç kirine

Li Idlibê di salên şer de zextên derûnî li ser jinên Sûriyeyê zêde bûne. Bi hezaran jin, bi koçberî, hejarî û tunebûna pêdiviyên sereke, newekheviya zayendî û zextên malbatî re rû bi rû mane.

 
SUHÊR EL- IDLIBÎ
Idlib- Di van salên şerê li Sûriyeyê didome de wekî gelek bajaran gelê ku li Idlibê dijî, di zorî û zehmetiyên giran de derbas dibe. Bi taybetî yên ji şer bi bandor bûne jinên Idlibê ne lewre pir êş û zehmetî dikşînin ji vî şerê ku bi dehan salan e didome. Di hemû warên jiyanê de bi taybetî di nava malbatan de ji her alî ve zext çêdibin, jin hem di warî madî de hem jî manewî de ji hemû pêdiviyên jiyanî bêpar in.
“Ji ber ku kar tune ye hêrsa xwe ji serê me derdixe”
Jina bi navê Sohêla El-Ebdo ya 30 salî dide diyarkirin ku rojek bi tenê jî di navbera wê û hevjînê wê de aram derbas nabe û wiha pêl da gotinên xwe: "Her dem di navbera min û hevjînê min de pevçûn çêdibin. Ew hêrsa xwe hemû bi serê min û zarokan de vala dike, her roj derdikeve ji bo ku li karekî bigere lê nikare peyda bike ji ber vê bi wê qehr û hêrsê tê malê û pirsgirêkan derdixe. Ez rewşa wî ya neyînî ya ku ji ber peydanekirina kar û acizbûna wê çêdibe di ber çavan de derbas dikim lê ev yek dibe nebe hincet ku li me îşkence bike. Em ji vê rewşê gelek aciz bûne."
Sohêla El-Ebdo û malbata xwe li kampa Marat Misrin di koneke ku wan ne ji germa havînî, ne jî ji sermaya zivistanê diparêze de dijîn. Sohêla roja xwe bi paqijkirina konê xwe re derbas dike û serdana cîranên xwe dike da ku hinekî ji hewaya zextên derûnî derkeve.
Jina bi navê Lîna El-Selûm a 17 salî ku bûye bêtirî du salan bi malbata xwe re li kampa Qah a li başûrê Idlibê dijî jî di rewşeke depresyon û xemgirtî re derbas dibe. Lîna dibêje: "Min di dilê xwe de xewn û xeyalên mezin ava dikir. Ez di wê hêviyê de bûm ku xwendina xwe berdewam bikim û derbasî zanîngehê bibim da ku beşa endezyariyê bixwînim. Min dixwest di pêşerojê bûbûma xwedî peywirek ji bo ku debara mala xwe bikim lê ev xewnên min tevahî vala derketin." 
Gelek keç ji ber rewşa şer rastî şîdeta derûnî hatine û zewaca di temenê biçûk de li wan hatiye ferzkirin
Tu dibistan li kampa ew lê dimîne tune ye. Dibistana herî nêzî herêmê 10 km. dûrî wan e ku nikare bigihîjê, vê yekê Lîna gelekî xemgîn kiriye. Rewşa Lîna El-Selûm mîna rewşa gelek keçên ku şer hêvî û xewnên wan binpê kiriye û rastî zextên derûnî û zewaca di temenê biçûk de hatine ye. Di demeke de ku herêm ji xizmetên piştgiriya derûnî û civakî vala ye, nexweş bi riya malperên tora civakî  li çareseriyan digerin.
Zextên derûnî li gel kategoriya zarok û kesên xwedan hewcedariyên taybet li ser jinên ku rastî tundiya zayendî hatine û hewcedariya wan bi piştgiriyeke civakî û taybet heye didomin. 
Li ser çanda civakê ya serdest der barê lêgerîna karûbarên piştevaniya derûnî û civakî de, pispora civakî Fatin El-Siwêd a 40 salî dibêje: "Têgihîştina serdest ew e ku kesên serî li bijîşkên derûnî didin kesên dîn û nexweşên derûnî ne. Ev yek şermeke ji bo malbatê lewre şert û mercên malbatê vê nexweşiyê ava dikin.
Hem pirsgirêkên ji ber şer hem jî zextên malbatan nexweşiyên derûnî afirandine
Fatin El-Siwêd diyar kir ku ev nêzîkahî û raman şaş e bi tevahî ji rastiyê dûr e. Ji ber ku di encama gelek qeyranên ku jin di şer de derbas kirine ji têkçûna xeyalan bigre heta hemû warên madî û manewî ev encam bi xwe re aniye. Di ser de jî endamên malbatê, li ser wan rewşan zexta derûnî zêde kirine.
Fatin El-Siwêd bang li rayedarên pêwendîdar ên di nav de hikûmet û rêxistinên civaka sivîl de kir ku ji bo pêşkêşkirina xizmetên derûnî û civakî bêtir hewl bidin û hişyariyek li ser girîngiya wê ya di jiyanê de belav bikin.
Di Tebaxa 2020'an de Bernameya Geşedanê ya Neteweyên Yekbûyî, bi hevkariya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, "Piştgiriya psîko-civakî, derûnî û civakî " bi navgîniya înternetê dest pê kir, ew xizmetek ji hemû gelên Sûriyetê re ye, bi riya wê re pirsgirêk tên pêşkêşkirin û bersiv ji aliyê 26 pisporan ve tê dayîn.