“Zewaca min mirina xeyalên min bû”

Hevjîna yek ji çeteyên DAIŞ’î ya ji Sûriyeyê ku bi darê zorê bi DAIŞ’iyekî re tê zewicandin serpêhatiya xwe ya di nav tarîtiya DAIŞ’ê de vegot û daxwaz kir ku ji kampê derkeve, vegere jiyana xwe ya asayî.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Çîrokên jinan ên bi rêxistina terorîst a DAIŞ’ê re trajediyên herî hovane yên mirovahiyê ne, ji ber ku gelek ji wan rastî cureyên herî dijwar ên zilm û neheqiyê hatin, di nav DAIŞ’ê de bi destavêtin, biçûkxistin, tecawizkirin û danîna astengiyên kêfî yên herî qirêj ên li ser wan re rû bi rû man.

Li Kampa Roj, ji konekî heya konekî din, rû û raman ji hev cuda ne. Ji çîrokên jinên DAIŞ’î, çîroka R.A ya 20 salî, ji bajarê Cerablûsa girêdayî Helebê, bi yekê DAIŞ’î re hatiye zewicandin ku ev 3 sal in li Kampa Roj dimîne, ji ajansa me re çîroka xwe vegot.

R.A destnîşan dike ku piştî xwişka wê ji aliyê DAIŞ’ê ve hat kuştin û dayika wê jî 6 salan di girtîgehên rejîma Sûriyeyê de ma, neçar tê hiştin ku bi terorîstekî DAIŞ’î re bizewice û wiha dest bi axaftina xwe dike: “Ji dema ku DAIŞ derbasî herêmê bû ez neçar hatim hiştin ku bi çeteyekî DAIŞ’ê yê ji Yemenê re bizewicim, jiyana min berovajî bû. Ez 14 salî bûm dema zewicîm, piştî 7 mehan di bombebarana balafirê ya li herêma El-Maeden de li bajarê Reqayê hat kuştin. Dema ez bi wî re zewicîm min dev ji xeyalên xwe berda, ez bûm miroveke din, min kuştin, wêrankirin û serêjêkirin, bedenên ji veqetandî li ber çavên xwe dît. DAIŞ’ê tu kes nedihişt, dikuşt, talan dikir, her tiştî didizî û xera dikir.

“Tirkiye gelek destek dide DAIŞ’ê”

R.A bal kişand li ser têkiliyên di navbera DAIŞ’ê û Tirkiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek jin venagerin welatê xwe û dibêjin welatê wan welatê kafiran e û li vir Şam erdekî bi bereket e, hêvî dikin ku DAIŞ û Tirkiye wan ji vê derê derxe. Li kampê her çend navê wan di nav jinên ku welatên wan daxwaz ji wan kiribûn de jî hebû lê wan red kir û gotin dê Tirkiye me ji vir xilas bike û dewleta Îslamî careke din ava bike. Tirkiye gelek destek dide DAIŞ’ê, gelek ji wan bi wan re di têkiliyê de ne. Şaneyên DAIŞ’î yên veşartî yên derve, ji yên hundir re dibêjin ku dê Tirkiye derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe û wê demê em ê we rizgar bikin ji kampan. Heya zimanê Tirkî jî DAIŞ’î fêrî zarokên xwe dikin ji bo ku dema werin zanibin bi wan re biaxivin.”

Bi pere û temînatên ku ji DAIŞ’ê tên şandin hev dixapînin

R.A eşkere kir ku bi pere û temînatên ku ji DAIŞ’ê tên şandin bi dizî jinên DAIŞ’î yên li kampê hev dixapênin û wiha pêde çû: “Roj bi roj gefan li me dixwin, jinên li vir metirsî ne, ez nikarim rave bikim ku çiqasî metirsîdar in eger bên derxistin, hinek ji wan eger bixwazin fikrên DAIŞ’ê ji bîr bikin jî ji tirsa van jinên tundrew nikarin tiştekî bikin. Dema min kincên xwe ji nîqaba reş guherand û kir cilên normal, jinan  gelek caran hewl dan konê min bişewitînin û ji wê demê û pê ve bi gotinên (beraz, kafir.. û gotinên din ên qirêj) gef li min xwarin. Bi pere û temînatên ku ji DAIŞ’ê tên hev dixapînin ku tevlî partiyên cuda yên di nava DAIŞ’ê de wekî El-Xewaric El-Tekfîriye û gelek navên din ên di nav wan de, bi hinceta ku malbatên wan ji wan re dişînin da ku pêdiviyên xwe bikirin. Me ev kiryar ji Hêzên Asayîşê re got û wan jî tedbîrên lazim ji bo çareserkirina vê mijarê girtin.”

 “Bi riya dersên yasayî îdeolojiya DAIŞ’ê di mejiyê zarokan de bi cih dikin”

R.A destnîşan kir ku hin jinên DAIŞ’î li kampê îdeolojiya DAIŞ’ê dimeşînin û vê bêbaweriyê di mejiyê zarokên xwe de diçînin û got: “Jinên DAIŞ’î di kampê de dersên zagonî didin jin û zarokên li kampê da ku di bin îdeolojiya DAIŞ’ê de bimînin û ji zaroktiya xwe ve fikra zarokan biguherînin. Ev yek bandoreke mezin li ser zarokan dike, wek mînak dibêjin jinên ku nîqabê li xwe nakin kafir in û nahêlin ku ew zarok li me binêrin, konan dişewitînin û keviran diavêjin Hêzên Asayîşê di nobetên wan de, kampê sabote dikin û wêran dikin. Hêzên Asayîşê her roj qedexeyê pêk tînin û tedbîrên parastinê yên tam digrin lê tevî wê yekê jî jinên li kampê rêzê li rêbazan nagirin û her carê dibin sedema aloziyê.”

“Her çendî DAIŞ’ê kiryarên qirêj pêk anî jî Rêveberiya Xweser bi erkên xwe yê mirovî radibe”

R.A diyar kir ku her çiqas çeteyên DAIŞ’ê axa Sûriyeyê talan kirin û gelek Kurd jî qetil kirin jî dîsa Rêveberiya Xweser bi erkên xwe yên mirovî radibe û wiha bi dawî kir: “Niha ez di hundirê xwe de rehet, aram û ewle hîs dikim ji ber ku kesek heye min biparêze. Çendî ku DAIŞ’ê gelek axa Sûriyeyê talan kir û Kurd qetil kirin jî, li hember van hemûyan jî bi me re baş tevdigerin, guh didin pirsgirêkên me û hewl didin me ji vê kampê xilas bikin û hemûyan vegerînin welatê ku jê hatine. Mirov dikare bibêje ku Rêveberiya Xweser, QSD û Hêzên Asayîşê bi erkên mirovî radibin û ji bo mirovahiyê erkên xwe bi cih tînin. Ji dema ku ez ketim vê kampê ve, min dest bi vegera li kesayetiya xwe ya berê kir û ez hêvî dikim ku rojekê ji vê kampê derkevim û jiyana xwe wek berê ya normal berdewam bikim.

Daxwaz ji rayedarên pêwendîdar û hikûmeta Şamê dikim ku daxwaza derxistina min bikin û amade me ku sozê binivîsim ku ez venagerim ser îdeolojiya DAIŞ’ê. Ez welatiya Sûriyeyê me û ev welatê min e, mafê min heye bijîm li ser axa xwe wek welatiyên Sûriyeyê yên din. Ez naxwazim jiyana xwe di nav malbatên DAIŞ’ê de bidomînin, dixwazim tiştên ku hatine serê min, ji bîr bikim.”