Zewaca di temenê biçûk de kuştina jinan bi destên malbatê ye

Bandorên xirab ên tora civakî, nebûna perwerdeyek bi tendirust, fikrên xirab ên civakê li hemberî jin û keçan wisa kiriye ku malbat zarokên xwe di temenek biçûk de bidin zewicandin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Zewaca di temenê biçûk de ji berê ve heye, li gorî serdeman asta wê di zêdebûn û kêmbûnê de ye, di demên kevin de keç di temenê zarok de dihatin zewicandin. Hinek fikrên wê demê yên civakê ji ber paşketina xwezaya wê demê bû lê belê niha xweza ber bi pêş ve çûye lê belê aqilê civakê ji bo keç û jinan heman e û zewaca di temenê biçûk de berdewam dike.

Torên civakî, sistema xirab a perwerdeyê, malbat û hebûna gelek qeyranên din, hestek wisa ji bo ciwanan ava kiriye ku zewac tenê riya çareseriyê ye ji bo bidestxistina jiyana xweş e.

Lêkolînvana civakê û mamosteya di aliyê yeksaniya zayendi de Şîlan Heme Nûrî der barê zewaca di temenê biçûk de diyar kir ku her çendî ku teknolojî û dinya bi pêş dikeve, nayê wê wateyê civak bi pêş ketiye. Hişyariya civakê sedemê pêşveçûna civakê ye, dikarin sûdê ji hişyariyan bigrin û zewaca temenê biçûk û tindîtûjiyê kêm bikin û wiha got: “Pêşketina teknolojiyê û civakê zêde bûye, ew jî bi awayekî ye ku malbat hewl didin zû zarokên xwe yên keç bizewicînin. Her çendî sîstema modernîte niha civakê de hatiye bicihkirin lê belê di rastî de ev sîsteme gelek kêm û kurtiyên wê hene. Malbat nikare perwerdeyek rast bide zarokên xwe. Her dem tirsek heye wê zarokên wan bi kesên li hemberî xwe bikevin nava pêwendiyan. Ji ber wê jî dixwazin zarokên xwe di temenê biçûk de bizewicînin.”

“Tirsa malbatê ew e ku zarokên wan ezeb bimînin ji ber wê wan zû didin zewicandin”

Şîlan Heme Nûrî da zanîn ku zewaca temenê biçûk ger sîstemek a hikumetê ku taybet in ji têgihîştina kesan, hewl bidin kesek bi tendirust têbigîhjînin, wê demê kes wê ji xeletiyan dûr bikeve û wê bizane çawa nêzî kesê beramberî xwe bibe û kengê demê herî guncaw e ji bo jiyana zewacê. Sedemek din di nava civakê de zewicandina temenê biçûk ên zarokan, tirsa mayînê ye ku nezewicin ku ev e jî koça ciwanan û qeyrana ku yek li pey yekê ya sîstemê û aboriya Kurdistanê bûye sedem ji bo çêbûna wê fikrê, nebûna jiyana serbixwe ji bo jinan sedem in ji bo pêşxistina pêvajoya zewaca rast.”

Şîlan Heme Nûrî der barê pênaseya keç û kuran di pêvajoyê zewacê de wiha got: “Keç her dem weke banqeyek ya paran li kuran temaşe dike, ji ber wê gelek caran jinên ciwan li gel mêrên bi temen dizewicin. Ji ber ew keç di malbatê de wisa mezin nekirine û baweriya wan bi wan were û bi xwe xeyalên xwe bi dest bixe û her dem ji bo gihandina xeyalên xwe baweriya xwe bi mêr tînin. Bi heman awayî jî mêr weke amûreke zayendî li keçan dinêre ku hemû li pey ciwanî û modernîteyê digerin, ev jî wisa kiriye ku piraniya pêvajoyên zewacê di demek kurt de bi dawî dibe. Dema keç fêr dibe ku çawa kar bike û bawerî bi xwe hebe û beşdarî qadên siyasî û aborî bibe, ev dibe çandek ku zewac li hemberî xeyalên jinê nabe asteng.”

“Piraniya bûyerên hevberdanê ji ber zewaca di temenê biçûk de ye”

Şîlan Heme Nûrî di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku piraniya bûyerên cudabûna hevjînan di temenê biçûk de zewicîne û wiha got: “Gelek kes hatine ber destên min ku daxwaza cudabûnê kirine, di temenê 16-17 salî de zewicîne, ez daxwaz ji dayik û bavan dikim dema ku zarokan mezin dikin bi taybetî keçên xwe di temenê biçûk de nezewicînin, bila nefikirin ku wê keçên wan bi zewacê ji pirsgirêkan rizgar bibe. Perwerdeyek bi tendirust a malbatê, sedema bi tendirustbûna zarok e. Zewac kêfxweşiya jiyanê ji bo keçan dabîn nake û bi xwe bi destên xwe keçên xwe dikujin.”

Parêzer Ciwana Wehîd diyar kir ku salên borî rêjeyek zêde ji niha ve zarok ji dayik dibûn didan zewicandin, yan jî li gorî hinekan wisa bû ku divê zarokên wan bizewicin, yan jî hinek caran ji bo mijara sulhê di nava malbatan de tê encamdan û wiha got: “Temenê zagonî yê zewacê 18 salî ye, ew malbatên ku di temenek biçûk de zarokên xwe didin zewicandin naçin dadgehê û heta digihîjin temenê zagonî zarokên wan hene û wê demê tên dadgehê. Di zagonê de ne şert e 18 salî be divê di aliyê derûnî de kamil be lê belê di demeke ku keç 17 salî be dikare bi rizaya dayik û bav hevpeymana zewacê çêbike. Dema ku 15 salên xwe temam kir û di temenê 16 salî de bi şertê ku were pêkanîn ev zewac were kirin, ji derveyî rizaya dayik û bav di wê demê de hevpeymana zewacê dikin.”

“Hevberdan her diçe zêdetir dibe”

Ciwana Wehîd di der barê ew  malbatên ku keçên xwe di temenê biçûk de dizewicînin de wiha got: “Seza heye ew jî weke bac û girtîgeh lê belê gelek bûyerên kêm dikevin ber van cezayan. Zarokên malbatê dikarin giliyê malbata xwe bikin û li gorî zagonê pêşî li tundîtûjiya malbatê li gorî zagona jimare 8 a sala 2011’an were cezakirin. Di bûyerên zewacê temenê biçûk de dema ji bo cudabûnê tên dadgehê, gelek caran temen di nava malbatan de bûye pirsgirêk, cudahiya temen gelek e û ev jî bûye sedemê tênegihîştina ji hev. Hinek ji malbatan dibêjin keça wan ji wê zewacê razî bû lê belê divê ji aliyê hemûyan ve aşkera be her çendî ku zarokê wan razî be, nabe malbat razî bibe ji ber nigihîştiye temenê têgihîştinê.”

Ciwana Wehîd diyar kir ku di hemû bûyeran de derûniya kesan rastî aloziyan tê û ji ber ku hê negihiştine temenê ku bikaribin pirsgirêkan çareser bikin û pêşî lê bigrin rewş nebaştir dibe. Her wiha ev rewş û zewicandina zarokan bandorê li ser kesên derdorê bi taybetî li ser kesên di heman temenî de dike û wisa bûye ku ji xwendinê dûr bikevin û wiha got: “Dezgehên ragihandin û torên civakî sedemên sereke ne ji bo şîrinkirina van bûyeran û belavkirina. Ji ber wê divê hikumet û aliyên pêwendîdar ji sîstema perwerdeyê dest pê bikin û bi riya xwendinê hişyarî belav bike bi taybetî ji bo herêmên dûr. Her wiha kesên diyar di nava torên civakî de divê hişyariyan ji bo ronîkirina xelkê belav bikin. Wê ev pirsgirêka zewaca di temenê biçûk de kêm bibe û ji holê rabe.”