Zeviyên çîlekan li Sineyê bi destên jinan tên çandin

Herêma Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi çîlekên xwe yên bi tam bi nav û deng e. Ev fêkiya bi tam û bêhnxweş a havînê, bi destên jinan tê çandin.

HÎMA RAD

Sine- Bajarê Sine bi berhem û çinîna çîlekan li seranserê Îranê tê nasîn. Li Îranê 96 hezar ton çîlek tên hilberandin, ji wê 62 hezar û 500 ton ji Sine û navçeyên derdorê tê. Zêdetirî 13 hezar malbat di vî alî de kar dikin û zêdetirî ji sedî 90 vê rêjeyê ji derveyî malê di serayan de berhem tînin, di nava baxçeyan de 10 ton ji her baxçeyekê, di serayan de 3 heta 5 hezar tone.

Bi hatina werza biharê re amadekirin û avdaniya zeviyan dest pê dike. Di nava werza biharê de heta dawiyê çîlek hene. Di werza peyîzê de jî kom dikin û temam dikin, di nava gundên herêma Jawrud gundên weke Huye, Serhuye, Şiyan, Bîsaran, Nacî, Avaheng di piraniya zeviyê wan de çandiniya çîlekan tê kirin.

Jin di nava baxçeyên çîlekan de dixebitin

Bi heman armancê me serdana gundê bi navê Huye kir ku tê de çîlek lê tê çandin em nêzî baxçe bûn me keda ku ew jin didin bi çavên xwe dît.

Yek ji xwediyên zeviyên gundê Huye Mehemed Rustem Rehmî ku gelek jin di nava baxçeyê wî de kar dikin bi lez çîlekan diçinîn û piştre kom dikin û dixin nava qutiyên plastîk, ji bo firotinê bi rê dixin û hinek jî tên di nava baxçe de çîlekan dikirin.

Hevjîna Mehemed Rustem Rehmî Xetîce Qurbanî piştî ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye zeviyê çîlekan bi xwe ji bo çandinê bi kar tîne dibe û alîkariya jinên ku di nava zeviyên wan de kar dikin û di der barê karê xwe yê di nava zevî de wiha dibêje: “Em du caran zeviyê xwe dikêlin, çar yan pênc caran av didin, sê çar caran berheman di werza bihar û peyîzê de kom dikim. Ev û gelek karên din di vî zeviyê de li gel jinên din em dikin. Cudahiyek mezin di nava çîlekên di nava baxçe û serayan de heye, çîlekên di nava baxçeyan de tamek wan a taybet heye lê belê çîlekên di nava serayan de tenê rengê wan ciwan e tam û bêhna wan nîn e.”

“Dahata jiyana me li ser çandiniyê ye”

Yek ji wan jinên di nava baxçeyê çîlekan ê Xetîce de kar dike Sediya Rustem wiha got: “Berhemên çîlekan îsal ji salên berê baştir e , berhemên me baştir tên firotin. Xwedê karê me asan dike ji ber em gelek zehmetiyan dikşînin, karê me û dahata jiyana me li ser çandiniyê ye. Ji ber wê ger em bi nirxek baş nefiroşin keda me vala diçe, em di wê baweriyê de ne ku bi nirxek baş were firotin, ji bo ku xwediyê zeviyan û bikir bikaribin sûdê jê bigrin. Ji ber tama çîlekên vê herêmê tamek xwe ya taybet heye, li tu cihên din çîlekên bi vî awayî nîn in.”