Zehra Nabîzade ya ji aliyê Îranê ve hat girtin li ku ye?

Girtina Zehra Nebîzade ya ku ducanî bû hêrsa gelê Mehabadê li dijî rejîma Îranê zêde kir û gel daket kolanan û daxwaza berdana Zehra Nebîzade kir. Her wiha ji bo kesên di serhildanê de jiyana xwe ji dest dane merasîma bîranînê hat lidarxistin.

LARA GEWHERÎ

Mahabad – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, serhildanên gel û komkujî, girtin û îşkenceyên dewleta Îranê berdewam dikin. Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê gelek kes hatin girtin, ji bo wan girtina parêzeran hat redkirin û ceza li wan hatin birîn. Tevî tedbîrên awarte û tundiya fizîkî û derûnî ya leşker, polîs û îstîxbarata Îranê jî gelê Mehabadê bi qîrîna edaletê çalakiyan berdewam kir. Li Mehabadê, di çend rojên dawî de ji bo azadkirina jina ducanî Zehra Nebîzade û bîranîna kesên ku di serhildanê de jiyana xwe ji dest dane çalakî hatin li dar xistin.

Jinan barîkat danîn

Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, di 25’ê Kanûnê de li bajarê Bûkanê hemwext bi çalakiyên protestoyî komek jin bi daxwaza azadiyê daketin qadan. Jinên ku barîkat danîn û agir pêxistin, dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" qîriyan.

Girtina Zehra Nebîzade şermezar kir

Roja Duşemê polîsên Îranê bi ser mala jina ducanî ya bi navê Zehra Nebîzade de girtin û bêyî tu biryar û delîlên dadwerî hebe, ew binçav kirin. Heta niha jî nayê zanîn ku Zehra Nebîzade ya hatiye girtin, birine ku derê.

Tevî hemû hewldanan jî malbat nikaribûn aqubeta zarokên xwe hîn bibin, li gel ku bi fikar berdewam bûn, girtina Zehra Nebîzade bû sedema hêrseke mezin di civakê de. Girtina Zehra Nebîzade hem li ser torên medyaya civakî û hem jî li kolanan hat protestokirin.

Hevdem bi desteserkirinê re, hin ciwanan bi şewitandina cadeyên sereke yên herêmê û danîna barîkatan nerazîbûn nîşan dan û daxwaza azadkirina Zehra Nebîzade kirin. Ciwanan diyar kirin ku ger Zehra Nebîzade neyê berdan dê çalakiya xwe bidomînin.

Bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane

Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi boneya çilrojiya cangoriyên Azad Hisênpûr, Kemal Ehmedpûr û Mihemed Ehmedî Gageşî yên di serhildana bajarê Mehabadê de jiyana xwe ji dest dabûn, çalakiyeke bîranînê li dar xistin. Di bîranîna 26’ê Kanûnê roja Sêşemê de gel çû ser goristana kesên jiyana xwe ji dest dane. Komek mezin ji malbatên ku piraniya wan jin in beşdarî merasîmê bûn.

Hêrs û xemgînî

Yek ji kesên beşdarî bîranînê bû Şaler Mihemed ji ajansa me re axivî. Şaler Mihemed diyar kir ku ji bo neyên naskirin rûyê xwe bi hevalên xwe re girtine û got; “Di merasîmê de girseyeke qelebalix ku piraniya wan jin in, amade bûn. Malbatên din ên şehîdan wêneyên şehîdên xwe û pankartên cuda hilgirtin. Di destpêka merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan, malbatên şehîdan axaftin kirin. Dayikên şehîdan li ser gorên zarokên xwe dua kirin. Atmosfer xemgîn û bi hêrsê tije bû. Dema sirûda Ey Raqîp hat lêxistin hemû beşdaran bi hev re sirûd gotin. Hin kesan kevokên spî li ser gorên şehîdan firandin û me ala Kurdistanê bilind kir û dirûşm berz kirin."

Jinan li ser dîwarên bajêr nivîsandin

Piştî bîranînê gel bi girseyî daket kolanan, barîkat danî û lastîk dan ber agir. Di nava kolanan de dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Bimre dîktator", "Bimre Xamaneyî" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Tevî ku hêzên rêjîmê bi çekan li kolanên bajêr geriyan, agir û barîkatan heta derengiya şevê li Fecr, Poşt Tep, Kolana El-Mosor û Karakansê berdewam kirin. Şervanên jin li ser dîwarên bajêr dirûşmên nû nivîsandin.