Zêdebûna bûyerên kuştina jinan li Tûnisê fikarên komeleyên jinan zêde dike

Komeleyên jinan zêdebûna sûcên kuştina jinan li Tûnisê bi lawazbûna pergala yasayî û zoriya gihîştina jinan bo dadweriyê ve girê didin. Komele bang dikin ku zagona bê derxistin divê sûcê kuştina jinan bi taybetî werin qedexekirin.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis – Tevî ku nêzî neh sal di derxistina Zagona Bingehîn a Tûnisê bi jimare 58 a sala 2017’an ku têkildarî tunekirina tundiya li dijî jinan bû derbas bûye jî; sûcên kuştinê didomin û ev yek dibe sedema zêdebûna fikarên komeleyên jinan û mafên mirovan. Ev komele dibînin ku hebûna çarçoveyeke yasayî ya berfireh bi tenê nikare parastina jinan misoger bike, heya ku bi sepandina rastîn û bi bandor a yasayê, hêsankirina gihîştina dadweriyê û xurtkirina mekanîzmayên pêşîlêgirtin û parastinê ve neyê girêdan.

Derxistina vê yasayê, ne diyariyeke ji aliyê hikûmetê ve bû, encama rêwîtiyeke dirêj a têkoşîna jinan û daxwazên ji bo pejirandina yasayek bû ku parastina jinan misoger bike û dawî li bêcezabûna sûcdaran bîne. Bi yasayê nêrîneke berfireh ava bû li ser pêşîgirtina tundiyê, şopandin û cezakirina sûcdaran, parastina mexdûran û peydakirina alîkariyê ji bo wan ava bûye.

Lê berdewamiya sûcên kuştina jinan dîsa pirsên girîng der barê serkeftina vê pergalê di pêşîgirtina zêdebûna tundiyê û gihîştina wê de heta encamên kujer vedike. Ev yek bi taybetî di wan rewşan de girîng e ku berî kuştinê nîşaneyên tundiyê hebûne yan jî daxwazên parastinê hatine kirin.

'Divê sûcên kuştina jinan weke tundiya li ser bingeha zayendê bên nasîn'

Komeleyên jinan diyar dikin ku di nava pirsgirêkên sereke de zehmetiyên gihîştina dadweriyê, sînordariya hinek mekanîzmayên parastinê û hewcedariya zêdekirina hêza mirovî û lojîstîkî ya tîmên pispor hene. Her wiha komele bang dikin ku di warê yasayî de nîqaş bê kirin da ku sûcên kuştina jinan wekî sûcên têkildarî tundiya li ser bingeha zayendê bên nasîn. Ev yek dikare alîkariya başkirina belgekirin û têgihîştina şêweyên van sûcan bike û rê li ber danîna polîtîkayên bi bandortir ji bo têkoşîna li dijî wan veke.

Ji tundiyê heta kuştinê

Rojnamevan Yusra El-Riyahî got ku tevî hemû yasayên ku heta niha hatine derxistin jî jinên li Tûnisê hê di rewşeke lawaz de ne. Da zanîn ku rastî gelek binpêkirinan û hemû cureyên tundiya fizîkî, derûnî û devkî tên. Her wiha diyar kirin ku ev tundî gihîştiye qonaxa kuştinê. Yusra da zanîn ku heta dawiya sala 2025’an û destpêka Çileya 2026’an, 30 jin hatine kuştin.

Yusra El-Riyahî bal kişand ku dema jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi tundiyê re dimîne û ji bo gilîkirinê diçe cihên pêwendîdar, carna malbata wê ew vedigerîne cem hevjînê wê. Yusra wiha didomîne: "Ev yek dikare wê bi kuştinê re rûbirû bihêle. Wekî ku di doza Rifqa El-Şernî de qewimî. Ew jî berê ji aliyê hevjînê xwe yê polîs ve bi çekê wî hatibû kuştin. Jin ne tenê di malê de, li cihê kar û li kolanan jî bi tundiyê re rûbirû dimînin. Ev tundî ji aliyê bav, mêr, kur û heta kesên nenas ên li kolanan ve tê kirin.”

Lawazbûna pergala yasayî

Yusra El-Riyahî da diyarkirin ku ev rewş nîşaneya lawazbûna pergala yasayî û mekanîzmayên cezakirinê ye û pirsa; “Ger zagon di pratîkê de neyê sepandin, çi wateya wê heye?” dike.

'Rojnamevan balê dikşînin ser tundiya ku jin pê re rûbirû dimînin'

Yusra El-Riyahî behsa rola medyayê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û keçan kir û piştrast kir ku li Tûnisê gelek rojnamevanên jin û mêr dest bi amadekirina rapor û gotarên rojnamegeriyê li ser platformên dîjîtal kirine da ku bala civakê bikşînin ser tundiya li dijî jin û keçan, bi taybetî piştî pejirandina Zagona 58’an.

'Civakek li ser bingeha ewlehiya jinan neyê avakirin hevsengî dê zehmet be'

Yusra El-Riyahî bang kir û got ku divê tundiya li dijî jin û keçan weke mijareke pir girîng û pêşîn bê dîtin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ger civak li ser bingeha parastina ewlehiya jin û keçan neyê avakirin, wê demê avakirina civakeke hevseng ji aliyê aborî û siyasî ve dê zehmet be."