Zarokên ku komkujiya Kobanê dîtine hê bi wê derûniyê dijîn

Dewleta tirk bi planên hov êrîşî Kantona Kobanê û gundê Berxbotanê kir, xwest bi vê komkujiyê tolhildana binekftinên xwe di şerê Kobanê de bistîne.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di komkujiya 25’ê Hezîrana 2015’an de ya li Kantona Kobanê, ne tenê mal û milkên gel hatin xirabkirin, di heman demê de golên xwînê li ser vê xakê herikîn. Di komkujiya dijmirovî de zarokên ku hê çavên xwe li jiyanê venekiribûn di zikê dayikên xwe de hatin qetilkirin û mafê jiyanê ji wan hat dizîn. Di dawiya Îlona 2014’an de bi alîkariya dewleta tirk çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kantona kobanê kirin û gelê herêmê ji ser xaka xwe welatê xwe koçberî herêmên cuda bû. Gelek ji niştecihên Kantona Kobanê derbasî Bakurê bûn, gelek ji wan jî derbasî Başurê Kurdistanê bûn û li van deveran di nava zehmetiyan de jiyana xwe didomandin. Piştî têkoşîna 134 rojan Kobanê hat rizgarkirin, gelê herêmê careke din berê xwe dane warê xwe û dest bi hûnandina jiyana nû kirin. Di 25’ê Hezîrana 2015´an çeteyên DAIŞ’ê dîsa êrîşî Kobanê kirin, di encama êrîşê de  64 jin û 35 zarok di bajarê de û her wiha di gundê Berxbotanê de 252 kesî jiyana xwe ji dest dan.
 Zarokên komkujiyê bi êşên xwe re mezin dibin 
Bêguman ev komkujî birînên wê tu carî neyên jibîrkirin lê yên herî zêde di komkujiyê de bandor bûn û heta niha jî nîşaneyên wê bi xwe re rakirine, zarok in. Gelek zarok ji ber dayik, bav, xwîşk û birayên wan li ber çavên wan hatin kuştin, pirsgirêkên derûnî dijîn. Zarok qurbaniyên herî mezin in di şeran de heger rastî êrîşên hovîtî jî neyên helbete wê pirsgirêkên derûnî bijîn. Zarokên vê serdemê yên çavên xwe di nav kuştin û komkujiyan de vedikin, wê van êş û eleman heta çend nifşan ji bîr nekin. Di komkujiya Kobanê de bi taybetî gundê Berxbotanê herî zêde zarok di komkujiyê de hatin hedefgirtin, gelek zarok bi rojan li ser  cenazeyê dayikên xwe man û hin ji wan jî di nava xwînê de razan. Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku di 26`ê Çileya 2015`an de li kela berxwedanê Kobanê bi bin ketin, xwestin bi riya komkujiyan gel careke din bitirsînin û rê li ber koçberiyê vekin. Di 25`ê Hezîrana 2015`an de di saet 5`ê sibehê çeteyan bi hevkariya dewleta tirk komkujiyeke hovane li Kobanê pêk anîn. Komeke çeteyan ji Rojavayî Kobanê ji milê Cereblûsê re ketin gundê Berxbatanê û komeke din ji sînorên Tirkiyeye ketin navenda bajar. Çeteyan cilên şervanên Yekîneyên Parastina Gel li xwe kiribûn da ku gel bixapînin. Di encama wê komkujiyê de 35 zarok, 64 jin û bi giştî 252 kes hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê gel xapandin
Çeteyên DAIŞ`ê di 25’ê Hezîrana 2015’an de bi cilên YPG û tugayên Artêşa Azad ên ku li rex YPG`ê şerê DAIŞ`ê dikirin li xwe kiribûn. 80 çeteyên DAIŞ`ê di destê wan de çek û bombeyên destan hebûn li deriyê Mûrşid Pînar erebeyeke bombebarkrinî teqandin û ketin kolanên Kobanê de.  Her kesê li pêşiya wan derdiketin  gulebaran dikirin. Zarok li pêşberî çavên dayik û bavên xwe, dê û bav jî li pêşberî çavên zarokên xwe dihatin qetilkirin. Li ber derî û di hundirê her malek ku çete ketibûnê de cenaze hebûn. Xuyabû ku çeteyên DAIŞ`ê planek ji bo kontrolkirina Kobanê û qirkirina şêniyan danîbû. Çeteyan xwe li tevahiya cihên bilind bi cih kiribûn. Deriyên ketin û derketina bajêr ji bilî aliyê Rojava hemû kontrol kiribûn û sekvanên xwe bi cih kiribûn. Di komkujiyê de 242 sivîl li bajarê Kobanê û gundê Berxbotanê hatin qetilkirin. 30 şervanên YPG, YPJ û endamên Asayîşê jî di ber parastina gelê herêmê de şehîd bûn. Her sal di salvegera komkujiya Kobanê de welatî serdana goristana şehîdên komkujiya Kobanê dikin, bi vêxistina mûman û danîna gulan wan bi bîr tînin.
Birîndarên komkujiyê
Zergê Şêx Mihemed 46 salî ye û ji gundê Berxbotanê yê ku 27 kîlometreyan dikeve li Başurê Kobanê dikeve. Zerge niha di xebatên Meclîsa Kantona Kobanê de di Komîteya şopandinê de cih digre. Di dema şerê Kobanê de Zergê bi israr li ber xwe de ku sînoran derbas neke lê ji ber wê mal bi rê ve dibir mecbûr ma derkeve. Di 25'ê Hezîrana 2015'an de şêniyên gund razayîbûn, dijmin di xefikekê de zarok, jin, kal, pîr û xort qetil kirin. Der barê komkujiyê de Zergê Şêx Mihemed ji ajansa me re axivî.
"Min jî para xwe ji komkujiyê girt"
 
Zergê behsa komkujiyê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Serê sibehê bû, hin ji şêniyên gund şiyar bûn û hin jî ji xwe ranebûbûn. Carekê min dengekî bihîst, yek ser min berê xwe da mala birayê xwe û min got xwe xilas bikin çete ketine nava gund. Paşê min bihîst dengê xwîşka min Eydê tê, dibêje keça min Jiyan xilas bikin. Dema min bihîst ez çûm mala wan, wê demê xelkê gund digotin qey Sirîn hatiye rêzgarkirin lê nizanibûn ku çeteyan xefik ji wan re vedane. Dema ez gihîştim mala xwîşka xwe min xwest ez alîkariya wê û keça wê bikim lê gule li stûyê min ket. Keça xwîşka min jiyanê jî çeka bavê xwe rakir li hemberî çeteyan şer kirin, heya kêliya dawiyê jiyana xwe ji dest e. Komek ji endamên Asayîşê û yên parastina gund dikirin berê dan çeperên şer û li dijî çeteyan şer kirin. Dema ez birîndar bûm bi tu awayî ez nefikirîm wê rewşa min çawa be û malbat min çidike. Çend caran min li ber xwe da ku ez rabim xwe xilas bikim lê min nedikaribû û ez li ser hişê xwe çûm.  Paşê ez hişyar bûm û min bi xwîşka xwe re got biçe xwe xilas bike û bêje Zergê birîndar bûye. Lê dengê jiyanê di serê min de bû, min her tim digot gelo çi li jiyanê hat ket destên çeteyan an na. Dema min bihîst ku dengê malbatê hat min hêviyên min çêbûn ez dîsa bijîim. Min xwe bi erdê re kişand heya ku min xwe gihand malbatê."
"Zarok û jin bûne qurbaniyên komkujiyê"
Zergê di nava axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên jiyane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dijminekî hov bû, bi awayên bêexlaq êrîşê me kirin. Dengê zarokan gihîşt ezman, qîrîna dayikan bilind bû, hawar hawara mirovan bû. Jinekê xwest kurê xwe ji destên dijmin xilas bike di rê de hat qetilkirin, zarokên biçûk li ser cenazeyên dayikên xwe bi rojana man û ew zarok niha bi wê derûniya xirab dijîn. Ew zarok bêdeng in, her dem behsa wan bûyeran dikin û hin ji wan jî naxwazin wê hovîtiyê bînîn bîra xwe. Jina bi navê Kîfah jiyana xwe ji dest dabû û zarokê wê di bin cenazeyê wê de mabû. Malbata Fewzî ku 21 salan zarokên wan tune bûn, paşê zarokek wan çêbû, ev malbat jî hatin qetilkirin. Her wiha bi dehan zarok û dayik bi vî rengî jiyana xwe di dest dan. Beşek ji gund di nava dorpêça dijmin de mabû. Kesên di malan de derî li ser xwe girtîbûn lê ew kesên di nava dijmin de man jî derûniya wan heya niha jî xirab e. Keçeke bi tenê biçûk birîndar bibû serê xwe dabû li ser cenazeyê dayika xwe û bi nefesa xwe ya dawî jiyan. Ez çiqas qala wan bûyeran bikim wê dawiya wê neyê, ji  ber ku gundî bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Çeteyan bê wijdan zarok qetil kirin. Planên çeteyan yek bûn."
"Xwedîderketana li welat girîng e"
Zergê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Piştî vê komkujiyê êdî me wek gundê Berxbotan amadekariyên xwe kirin ku em çawa bi şêweyekî din gundê xwe biparêzin û xwedî lê dekevin. Bi taybetî ciwan divê hişyar bin li hemberî planên dijmin ku rojane ciwanên me hedef digrin. Çi bi riya şerê taybet an jî bi şerê derûnî be. Îro şerê ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê tê meşandin, li ser me jî tê meşandin û bandor xwe li me dike. Dema serkeftin li Başûr çêbibe, wê li vir jî çêbe em hev temam dikin. Divê em xwe biparêzin da ku careke din em bi komkujiyên bi vî rengê re rû bi rû nemînin. Planên dijmin li ser me gelek in, jixwe her tim dewletan li ser xwîna Kurdan bazarê kirine, ew her dem dixwazin koka me bînin. Bi yekitiya Kurdan em dikarin dawî li van kiryaran bînin û welatê xwe rizgar bikin. Di dawiyê de ez sersaxiyê ji kesên birîndar re dixwazim û bejna xwe li hemberî hemû şehîdan ditewînim."