Zarokên Efgan ên li Kampa Torkham dimînin: Em nizanin çi bikin

Zarokên Efgan ên ku ji Pakistanê hatin dersînorkirin û li Kampa Torkham a li ser sînorê Efganistan û Pakistanê man, gotin, "Em nizanin emê çi bikin."

BAHARÎN LEHIB

Afganîstan – Di 1’ê Mijdara 2023’an de dema ku bi darê zorê koçberên Efganî yên ji Pakistanê hatin derxistin, herî zêde jin û zarok êş kişandin. Li gorî daneyên Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji sedî 60’ê koçberên dersînorkirî zarok in. Ji sedî 24’ê zarokan di bin 5 saliyê de ne û ji sedî 90’ê koçberan jî bêmal in. Piraniya zarokên ku şeva xwe di kon an jî otomobîlê de derbas dikin ji serma, tayê, kuxuka dijwar û êşê gilî dikin.

'Em nizanin çi bikin'

Li Kampa Torkham a li ser sînorê Efganistan û Pakistanê em bi zarokên sirgûnkirî re axivîn. Zarokan diyar kirin ku saziyên alîkariyê bi cil, pêlav û hin pêdiviyên bingehîn alîkariya wan kirine. Roya Naserî ya 8 salî ku bi birayê xwe yê 11 salî re li kampê ma, wiha got:

"Ez û birayê xwe yê 11 salî li Pakistanê me tiştan difirot. Dê û bavê min salek berê li Pakistanê di qezayeke trafîkê de mirin. Piştî mirina wan, me bi xizmekî xwe re li Pakistanê jiyan kir û ez û birayê xwe neçar man ku bixebitin da ku debara xwe bikin. Ji bo malbata ku me li gel wan jiyan kir û kurê wan ê mezinê malbatê ye êdî destûra karkiirnê nedihat dayîn.  Her du birayê wî jî ji dibistanê hatin avêtin. Me Pakîstanê terikand. Ji ber ku cûda tu kesekî me nîn bû. Em neçar man ku tevî vê malbatê vegerin. Êdî ez û birayê xwe li vê derê ne û em nizanin bê ka çi bikin.”

Jameela Sabur a 10 salî jî got, “Em 4 xwişk û bira ne. Beriya ku em ji Pakîstanê werin Efganistanê, li Pakistanê me tevî malbata xwe jiyan dikir. Paşê em hatin vê kampê û ji bo her malbatê konekî hat dayîn.”

Dema ku axaftina me bi zarokan re berdewam dikir endamên Talîbanê hatin, gotin “Hûn keç çima naçin konên xwe” û qîr kirin. Em neçar man ji kampê derkevin. Kampên penaberan ji aliyê Talîbanê ve di bin venêrînekê dijwar de ye. Saziyên alîkariyê, rojnameger û biyaniyên dikevin qada kampê dikevin bin venêrînê.