Zarok ji ber bikaranîna bê kontrol a înternetê ber bi nexweşiyên fizîkî û derûnî ve diçin

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan, (UNICEF) di daxuyaniyeke fermî ya ku di Nîsana 2020’an de weşand de got ku bi milyonan zarok di bi xetera ji ya koronayê mezintir de ne. Rêxistinê di daxuyaniyê de eşkere kir ku demên dirêj têkiliya zarokan a bi jiyana sanal re wan ber bi îstîsmara zayendî ve dibe. Mesele ne tenê di vir de ye lê nebûna çavdêriyê, dihêle ku wan ber bi tundûtûjî û zirardayînê ve bibe.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî  ya Zarokan, (UNICEF) di daxuyaniyeke fermî ya ku di Nîsana 2020’an de weşand de got ku bi milyonan zarok di bi xetera ji ya koronayê mezintir de ne. Rêxistinê di daxuyaniyê de eşkere kir ku demên dirêj têkiliya zarokan a bi jiyana sanal re wan ber bi îstîsmara zayendî ve dibe. Mesele ne tenê di vir de ye lê nebûna çavdêriyê, dihêle ku wan ber bi tundûtûjî û zirardayînê ve bibe.
ASMAA FETHÎ
Qahîre- Vê serdema ku jê re dibêjin ‘serdema dîjîtal’ ligel avantajên xwe gelek ziraran digihîjîne mirovan bi taybetî jî zarok û ciwanan. Ger ku ev ‘serdem’ bi kontrol nebe, dikare bi xwe re gelek nirxên madî û manewî yên mirovan pûç û vala bike. Ji ber ku bi pêvajoya pandemiyê re dersên zarokan li ser înternetê bûn, gelek malbat bi pirsgirêkên mezin re rûbirû man. Gelek jinên xwedî zarok, di encama pêvajoya pandemiya koronayê de tiştên ku xeyal nedikirin dîtin û ji ber wan bûyeran êşê dikşînin. Ji ber torên medyaya civakî ya bi riya înternetê, bi pirsgirêkên mezin re rûbirû mane lewre vê yekê hişê zarokan ji serê wan girtiye loma jî ketine nav dijwariyek mezin. Bikaranîna înternetê, bandorê li ser hişê wan kir û ew ber bi nexweşiya otîzmê û kêmdîtinê ve bir. 
 Vê rewşê wisa kir ku gelek jin rojane têbikoşin ji bo ku tiştên ji zarokên xwe winda kirine bi dest bixin. Hinek ji wan hest û germahiya malbatê winda kirine, hinek ji wan ji tirsa pêşeroja zarokên xwe tirsiyane û xwe bi xemsariyê tawanbar dikin. Di raporta jêrîn de ajansa me ronahiyê bir ser serpêhatiya derxistina zarokan ji tora înternetê, sererastkirina xeletî û ziyanan û alternatîfên muhtemel ên nûjenkirinê.
"Ez şaş bûm min gazî pisporê derûniyê kir"
Şeyma Ehmed a 40 salî got ku êşa wê ya ji ber bandorbûna zarokên wê ji hêla înternetê, ji pandemiya koronayê mezintir e, ji ber ku hewcedariya wê bi demek dirêjtir heye ji bo baş bibin. Nemaze ji ber ronîbûn û ahenga zarokên wê bi cîhana dîjîtal û yekbûna wan di platformên medya civakî re. 
Şeyma Ehmed behsa krîza xwe kir û got: "Êdî zarokên min, hebûna min hîs nakin û ez bi wan re bêwate diaxivim lê min biryar da ku ji bijîşkek derûnî alîkariyê bixwazim da ku min ji vê tengasiyê derxin. Divê ku mirov pêşeroja zarokên xwe biçûk nebîne û pêşeroj jî ji îro derbas dibe. Ji ber wê divê ji destpêkê ve baldariya dê û bav li ser jiyana zarokan hebe. Dema ku ew nîvê roja xwe li ser înternetê derbas bikin dê di nav cîhanek xeyalî de derbas bibin, hestên wan der barê wan û malbatên wan de tunebin lewre têkiliya bi teknolojiyê re hemû xeyal û behremendiyên zarokan dirizîne.”
"Ji ber bikaranîna înternetê zarok hînî gotinên nebaş bûn û bi şev xewnereşkan dîtin"
Şeyma Ehmed her wiha got: "Dema min dît ku zarokên min bi hev re bi nakok in û peyvên ku tu eleqeya wan bi me re tune ye ji hev re dibêjin, min bi xeletiya xwe fêm kir. Ne tenê ew lê min bala xwe dayê ku zarokê min ê biçûk ê 9 salî bi şev di xew de tevlihev dibe û di xew de dipeyîve. Ji bilî vê yekê jî dema ku radizê dem bi dem bi qîrîn ji xew radibe. Rojekê min dît ku ew bi şev digiriya ji tirsa ku yek ji lîstik û cinawirên di cîhana wî de xuya dikin ku wî hilbijartibûn digiriya. Ez jî li kêleka wî bi girîn rûniştim û li ser asta wê felaketa ku hatiye serê zarokên min fikirîm."
Şeyma Ehmed piştrast dike ku wê biryar daye serî li bijîşk bide da ku bi wê re lîsteyek amade bike ji bo çend têketinên nû di jiyana zarokan de, û rewşa xwe wiha pênase dike: "Ez rastî stresek tund bûm, hetabe min telefona kurê xwe yê mezin şikand. Bijîjk şîret li min kir û got ku divê ez bi carekê deriyên cîhana wan a dîjîtal negirim û li gorî bernameyê tevbigerim, hêdî hedî ji wan re alternatîfan peyda bikim. Her wiha da zanîn ku bijîjk jê re gotiye, ji bo ku bikaribe zarokên xwe ji nava wê jiyana sanal derxe dem jê re lazim e.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî  ya Zarokan, (UNICEF) di daxuyaniyeke fermî ya ku di Nîsana 2020’an de weşand de got ku bi milyonan zarok di bi xeterek ji ya koronayê mezintir de ne. Rêxistinê di daxuyaniyê de eşkere kir ku demên dirêj têkiliya zarokan a bi jiyana sanal re wan ber bi îstîsmara zayendî ve dibe. Mesele ne tenê di vir de ye lê nebûna çavdêriyê, dihêle ku wan ber bi tundûtûjî û zirardayînê ve bibe. Ev yek ji hêla Rêveberê Hevkariya Gerdûnî ya ji bo Dawîkirina Tundûtûjiyê, Howard Taylor ve hat piştrastkirin û destnîşan kir ku zarok di dema bikaranîna Înternetê de ne xwediyên amûrên ewlehiyê ne loma jî ber bi xeterê ve diçin.
"Min xwe spast hêza xwe û bi ser ketim"
Der barê serpêhatiya rojnamevan Nadia Mabrouk a ku bi keça xwe ya 9 salî, Solaf re bi aram û bi xwebawer bû de diyar kir ku dema wê qeyrana zaroka xwe hîs kir serî li şêwirmendiya hevalên xwe da û biryar da ku di xwendin û fêrbûnê de bêtir hewl bide. Wê ji keça xwe re rêzek testên otîzmê û ceribandinê pêk anî da ku pê ewle bibe, ne hewcedarê bijîjk e. Di wê heyamê de Nadia wekî "metirsîdar" bi nav kir, wê têkilî bi rêveberiya dibistana zaroka xwe re da ku bi dilxwazî di dema dersan de bernameyek hişyariyê çêbike, dem bi dem zarok ji balkişandinê û bêbaldarbûnê dûr bigre.
Nadia Mabrouk got: "Di dawiyê de rewşa keça min piştî hewldanek dijwar baştir bû û ez piştrast bûm ku heya niha rewş di bin kontrolê de ye." Wê  destnîşan kir ku ji nû ve entegrasyona zarokan pêwîst e û ji bo dîtina alternatîfan divê xebat bê kirin. Wê serpêhatiya xwe ya bi zaroka xwe re wekî "tehlûkeyek mezin" bi nav kir, ji ber ku wê heya demeke dirêj ji ber tenêbûna zaroka xwe êşê dikişand, vê yekê jî hişt ku ew têbikoşe da ku keça xwe vegerîne û bi rastî jî di wê yekê de bi ser ket.
UNICEF û hevkarên wê pêşniyar kirine ku dê û bav bi zarokên xwe re diyalogê daynin divê çawa û bi çi rengî, bikevin înternetê û beşdarî danîna qaîdeyên ji bo bikaranînê bibin. Digel  baldariyek mezin li ser nîşaneyên ku dê li ser zarokan derkevin, bi taybetî hestên xemgîniyê û tirsê.
"Înternet wekî şûrekî dudev e loma jî divê xeterên wê li ber çavan bên girtin"
 Nadia Mabrouk dibîne ku gelek aliyên înternetê hene, keça wê Solaf ji bilî beşa kêfxweşiyê, kanalên zanistî û bernameyên girîng dişopîne, bi rastî wê gelek behremendî jê bi dest xistine. Lê di heman demê de, înternetê bala wê da ser xwe û kir ku ew tenê xwe bispêre hesta bihîstinê. Ji ber vê yekê ew dibîne ku alternatîf û amûrên ku dikarin bi awayekî realîst werin pratîzekirin hene. Wekî pirtûkên perwerdeyê, amûrên ji bo şekildana hunera destan û her wiha werzîş ku gelek alîkariya kêmkirina tansiyonê dike û dihêle ku zarok li çalakiyên xwe vegerin.
Nadia Mabrouk piştrast kir ku keça wê beşdarî du çalakiyên werzîşê bûye û wiha got: "Melevanî û kickboxing", ji ber vê yekê wê dikaribû dema werzîşê zêde bike da ku wextê xwe dagir bike û wê zûtir bi rastiyê re bike yek.
"Rêjeya kêmdîtinên di sala 2020’an de sê qat zêdetir bûye"
Lêkolînek ku li ser zarokan li Hong Kongê hatiye kirin, piştrast kir ku rêjeya kêmdîtinê di zarokan de di sala 2020’an de bi qasî 3 carî ji rêjeyên normal zêdetir bûye, ji ber ku demek dirêjtir li ser înternetê dimînin. Her wiha wê da zanîn ku nimûneya test li ser hatiye kirin di navbera 6 û 8 salî de ye. Bi saya wan hat îsbatkirin ku rêjeya kêmdîtinê bi qasî ji sedî 30 zêde bûye.