Heft jin ji bo hilbijartina sendîkaya parêzeran bûn namzed

Li Beyrûdê beriya niha di nava 11 endamên mêr ên sendîkaya parêzeran de tenê jinek cihê xwe digirt lê belê niha heft namzedên jin ji bo namzediya sendîkaya parêzeran hatin diyarkirin û ger di hilbijartinan de bi ser bikevin dê hejmara parêzerên jin zêde bibe.

CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Jin di meclisa sendîkaya parêzeran de li paytexta Lubnan, Beyrûdê tunebûn û nûnertiya parêzerên jinên girêdayî sendîkayê li beramberî 11 endamên mêr tenê bi jinekê re sînordar bû. Lê hilbijartinên Yekitiya Baroyan ku dê di 21’ê Mijdarê de, werin lidarxistin dê bibe şahidiya şikestineke berbiçav. Mîna ya ku di Sendîkaya Endezyaran de qewimî di warê hatina hejmarek jinên serbixwe ji bo Encûmena Baroyê her wiha hatina sendîkaya ji bo Sendîkaya Pîşeyên Dîtbarî. Li gorî parêzer Suha Îsmaîl, dîmen hê jî ne zelal e û encam nayê pêşbînîkirin.
“Zîhniyeta baviksalar baroyê bi rê ve dibe”
Der barê rastiya Baroya Beyrûdê û hilbijartinên pêşwext de, parêzer Suha Îsmaîl ku ji endamtiya sendîkayê re hatiye hilbijartin ji ajansa me re axivî û got: “Hejmara parêzerên jin ên girêdayî Baroya Beyrûdê ji hejmara mêran zêdetir e. Di sendîkayê de temsîliyeta jinan li hemberî ji sedî 45 a mêran digihîje ji sedî 55. Meclisa Sendîkayê ku niha ji 12 endaman pêk tê, jinek tenê di nav de heye, mixabin car caran meclisên ku jin tê de nîn e hene û sedema wê jî bi zîhniyeta baviksalarî ve girêdayî ye. Yekîtî di nava xwe de piranî kesên hizbî û yên ku xwe ji sendîkayê re hilbijartine dihewîne, mixabin zîhniyeta ku di hilbijartinên parlamentoyê de ji aliyê hizban ve tê kirin, di baroyê de jî tê kirin. Partî li şûna jinan her tim mêran hildibijêre. Wate piraniya partiyan ji bo ku di şerê hilbijartinan de beşdar bibin mêran hildibjêrin û sedema sereke jî ewe zîhniyeta baviksalarî ya di civaka me de û parêzer jî beşek ji vê civakê ne. Em niha ketine nav şerekî helbijartinê yê bi temamî ne zelal û nêrîn ne diyar e, çi ji bo partiyan û çi yên serbixwe. Ji ber ku li wir hêrseke mezin a piraniyê li hemberî partiyan e.
“Ji 39 namzedan 7 jin ji bo endamtiya sendîkayan têdikoşin”
Suha der barê hejmara namzedên jin ji bo encumena sendîkayan li Beyrûdê de wiha got: “39 namzed ji bo 9 kursiyan di encûmena sendîkayan de hevrikiyê dikin, di nav wan de 7 jin in û ev diyardeyeke nû ye. Ji ber ku kêm caran tenê jinek an du jin tên hilbijartin û piraniya caran jî namzed bi jinekê re bi sînordar dimîne. Ji heft namzedên jin ên endamtiya meclisa sendîkayan, yek parêzerek hizbî ye, şeş jî parêzerên serbixwe ne di vî şerê ku em bi awayê exlaqî û pîşeyî dimeşînin de. Lê îro em dibînin ku hejmara namzedên jin zêde bûye û ev jî nîşaneya wêrekî û baweriya wan e, ji ber ku dizanin guhertin bi wan dest pê dike. Em şiyana mêran kêm nakin lê di nav hiqûqnasan de jî bi riya ragihandinê hêrsa meclisên sendîkayên mêran dibînin, ji ber ku ew dihesibînin mêr bi qasî parêzerên jin karên sendîkayê nadin.”
“Ez hewl didim ku edaleta dîjîtal bi cih bînim”
Suha der barê sedema namzediya xwe ya ji bo Desteya Baroyê de wiha dibêje: “Ji ber ku ez di wê baweriyê de me hêza min a karkirin û dayînê ji hêza mêr ne kêmtir e. Her wiha ji ber daxwaza min a sê salan ji bo karên sendîkayî û hezkirina min a ji dilxwazî, xizmeta gel, xizmeta parêzeran û pêşxistina sendîkayê. Em wekî serbixwe dikarin bigihîjin endamtiya sendîkayê, her çend partîzan gelek caran xwe ji namzetkirina parêzerên jin dûr bixin û biçin ser bijartina namzetkirina mêran jî, em şer dikin û atmosferên erênî li pêşiya serbixweyan heye. Min berê xwe ji bo serokatiya şaxê Lubnanê ya Rêxistina Erebî ya Parêzerên Ciwan berbijar kir û di heyama ku min serokatiya şaxê kir de, bi çalakiyên ku min li ser asta Lubnanê pêk anîn, min karî ronahiyê bidim rêxistinê, di nav de konferansa neft û gazê di navbera kêşe û qanûnê de. Me parêzerên ji welatên cuda yên Ereb kom kirin. Her wiha me ji bo Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî li dar xist û di asta rêxistinê de çalakiyên din jî pêk anîn. Min ji bo sendîkaya ku di dadweriya dîjîtal de temsîl dike, pirojeyek hilbijartinê pêşxist ku piraniya sendîkayên li cîhana Erebî dest bi xebatê kirin, di nav de Urdun, Misir, Cezayîr û Mexrib heye. Me kêrhatîtir dît ku em tiştên ku me di dema korona de dest pê kir di warê berdan û danişînên virtual de temam bikin û bingehên vê pirojeyê deynin, her çend ew dem û hewldan hewce bike.”
“Sendîkaya parêzeran ji sendîkayên din cuda ye”
Suha Îsmaîl da diyarkirin ku weke Komeleya Endazayara dîtiye ger hêrsa li kolanê ya li hemberî partiyan bi awayekî neyînî yan erênî li ser hilbijartinên sendîkaya parêzeran nîşan bide û wiha dom kir: “Sendîkaya parêzeran ji Komeleya Endezyar û sendîkayên din xwedî nepeniyek cuda ye. Lê şik tune ye ku hêrs, hewcedarî û daxwaza guherînê heye. Ji bo ku hemû xebatên sendîkayan nexin çarçoveya neyînî, li cihekî performansek neyînî û li cihekî din jî erênî heye. Lewma em dibînin ku çavê hemûyan li sendîkaya parêzeran ya li Beyrûdê ye. Her wiha çend faktor hene ku hilbijartinan birêve dibin, wek peywendiyên kesane û radeya şiyana parêzeran ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji parêzeran re û karê sendîkal ên xwebexş ev hemû faktor di vî şerî de li hev dikin. Ji ber ku hemû partiyan serî li namzetkirina parêzeran nedan, lê hin ji wan xwe dispêrin berbijarekî serbixwe ji bo beşdarbûna di şerê hilbijartinê de di bin dirûşma Serbixwe. Serxwebûn di giyanê de ye, dibe ku mirov hizbî û serbixwe be û ferd dibe ku ne alîgir be û ne serbixwe be. Yanî  serxwebûn di karê sendîkayan de ne hewceyî hizbî yan jî ne hizbî ye. Belkî pêwîstî bi kesekî heye ku sendîkaya xwe di nav rêzan de bi cih bike, mirovekî ku di karê sendîkayî de baş bizane û sendîkaya xwe li ser hemû berjewendiyên din tercîh bike.”