Zagonên mêrsalarî û kêmderfetiya heyî nahêle rêxistinên jinan baş kar bikin

Her çendî hejmarek zêde ya rêxistinên jinan hene jî nikarin pirsgirêkên jinan çareser bikin. Beşek tenê ji bo berjewendiyên partî û aliyek kar dikin. Rêxistinên ku ji bo pirsgirêka jinan kar dikin jî ji aliyê desthilatdariyê ve tên astengkirin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Rêxistinên jinan di nava civakê de girîngî nabînin, hinek di rastî de kar ji bo jinan nakin û hinek ji wan jî bi aqilê mêrsalarî û desthilatdariyê tên birêvebirin û yên ku kar dikin jî ji aliyê partî û desthilatdariyê ve tên astengkirin. Aqilê mêrsalarî û desthilatdarî, civakê napejirîne, naxwaze ku jin azad bibin û bi awayek azad daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber wê dema ku navê rêxistin û aliyek din tê gotin, bertekên nebaş nîşan didin, weke ew rewşa ku niha rêxistin dijîn, sedemên wê hebin. Wekî ku bi temamî civak û jin karê xwe nakin, li aliyê din jî lêkolîn nayê kirin û zagon jî yan piştgiriya rêxistinê nakin yan jî pêşî li wan digrin nikarin lêkolînan bikin.

“Ji ber ku hewldanên cidî tune ne karê rêxistinan ji aliyê hemwelatiyan ve bûye cihê pirsê”

Parêzer Çîro Şwanî diyar kir ku civak gihîştiye asteke wisa ku, ne tenê li hemberî rêxistinan, ji bo hemû partî û aliyên ku derdikevin giringî nadin sedemên vê bêbaweriyê. Tu rêxistinek û aliyek bi mebesta sereke kar nakin û wiha got: “Rêxistin kar dikin lê belê heta astekê xelk girîngî nade, pêwîst e bi riya xebatên cidî û ger hewl nedin ev hemû girîngînedan wê bibin cihê pirsyariyê. Karê rêxistinan dema ku jinek serdana rêxistinên jinan dike ger pirsgirêk zagonî be û çareser bike, ew parêzerên rêxistinên xwebeş çareser dikin. Pirsgirêk wisa ye ku êdî jin baweriya wan bi rêxistinan namîne û gelek caran hewldanên jinan nayên dîtin, rêxistin diçin gel parêzeran. Mînak jinek tê kuştin rêxistin karên cidî û lêkolînek berfireh jê re nakin, sedemên vê yekê jî desthilatdariya mêrsalarî ye ku rê nade derfet çêbibin. Lê belê karê rêxistinê encam nagire, ya sereke hebûna zagona pêşîlêgirtina tundîtujiya malbatê, pirsgirêk di zêdebûnê de ye. Ji ber wê di zagonê de kêm û kurtî heye. Li gorî rewşa civakê û çêbûna diyardeyan dibe guherîn tê de were kirin. Hinek cezayên zagonî hene li hemberî tawan ceza sivik in. Ez weke parêzerek daxwaz dikim ku zagon di hebûna pirsgirêk û diyardeyên zagonî de serwer be.”

Rêxistin ji ber kêmasiya aborî nikarin karê xwe baş bikin

Rojnameger û çalakvan Diyarî Feredûn jî der barê karê rêxistinan de bi bîr xist ku hejmarek zêde ya rêxistinan heye lê belê yên ku bi rastî kar dikin hejmarek kêm e sedemên vê jî aborî ye. Destwerdanên derve bi taybetî ew rêxistinên serbixwe ne ku ji aliyê kesên siyasî û desthilatdariyê ve rêgirî ji wan re tê kirin û dixwazin wan bixin bin fikrên xwe û wiha got: “Piraniya rêxistinan, bi destê rêveberiyan heta endamên herî biçûk ên siyasetê li pişt in, di demek di bin bandora partiyan de kar dikin, bêguman karê wan di berjewendiya wan de ye. Her çendî hejmarek zêde ya rêxistinan hene, nikarin weke jinên serdemên pêşî çalak bin û bibin rêveberên şoreşê. Bi vê ve girêdayî pirsgirêk û jiyana jinan di civaka niha de nayê çaresekirin. Daneyên tunditujiya li hemberî jinan di asteke bilind de ye, ev cihê pirsê ye ku rêxistin bêdeng in û lêkolînê li ser nakin. Dema ku dosyayek hebe, nabe rêxistin jê bitirsin lê belê ji ber ku zagon li herêma Kurdistanê ji bo bê desthilatdariyê ye; hinek ji rêxistinan û yên ku ne xwedî partî ne, dema ku hewl didin rastiya mijarê derbixin zagon pêşî li wan digre. Xwediyên rêxistinan bi xwe li hemberî pêşîlêgirtina zagona li hemberî jinan bêdeng in, weke ew bûyera beriya çend hefteyekê li dadgeha Silêmaniyê rûdaye û tê de zagon pêşî li mafên jinan girtiye, diviyabû jinên çalakvan jinên di nava rêxistinan de dengê xwe bilind bikin.”

“Dema ku civakek bi aqilê mêrsalar were birêvebirin rê nade ku jin çalak bin”

Rojnameger û çalakvan Diyarî Feredûn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Civaka Kurd bi fikrên mêrsalarî tê birêvebirin, ew rêxistinên çalak in û kar dikin rastî gelek bêrêzî û pêşîlêgirtinên mafan tên, bi vê ve girêdayî pêşîlêgirtina erkên wan jî zêde bûye li ser vê jî dubare bargiranî li ser jinan çêkiriye. Her çendî jin û rêxistinên jinan kar bikin jî dema ku zagon ne li pişta wan be, nikarin berdewam bikin û dengê wan tê qutkirin. Divê rêxistin xwe bigihîjînin gotinên civakê û bi awayek wêrekî karê xwe bikin, lêkolînên berfireh ji bo pirsgirêkên jinan bikin.