Zaafaran Zayed bêyî ku bizanibe tê darizandin cezayê darvekirinê lê hat birîn!

Dadgeheke Husî ya li Sanayê, cezayê darvekirinê li çalakger Zaafaran Zayed û hevjînê wê birî. Zaafaran, bal kişand ku tevî cezayê girtine jî ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomîne û got ku ew nizane ji ber çi tê darizandin.Dadgeheke Husî ya li Sanayê, cezayê darvekirinê li çalakger Zaafaran Zayed û hevjînê wê birî. Zaafaran, bal kişand ku tevî cezayê girtine jî ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomîne û got ku ew nizane ji ber çi tê darizandin.

Dadgeheke Husî ya li Sanayê, cezayê darvekirinê li çalakger Zaafaran Zayed û hevjînê wê birî. Zaafaran, bal kişand ku tevî cezayê girtine jî ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomîne û got ku ew nizane ji ber çi tê darizandin.
NÛR SIRÎB
Yemen – Dadgeheke milîsên Husî ya li Sanayê, di 16’ê Hezîranê de cezayê darvekirinê li Dîrektora Weqfa Bihêzkirina Jinan parêzer Zaafaran Zayed û hevjînê wê Fouad Al-Mansoorî birî. Piştî biryara darvekirinê hat bihîstin, saziyên civaka sivîl ên li Yemenê û rêxistinên jinan, ji bo piştgiriya bi Zaafaran Zayed û hevjînê wê re dest bi kampanyayek kirin.
Nizanibû ku tê darizandin jî!
Zaafaran Zayed, der barê cezayê darvekirinê yê li wê û hevjînê wê hatiye birîn de ji ajansa me re axivî û got:
“Ji aliyê zagonî ve ev biryarên darazê nîn in; ji bo pêvajoya dozê xwedî tu krîterê nîn in. Di bin navê edaletê de fermanan dane. Ev ferman dibin sedema cezayên darvekirinê. Ez nizanibûm ku doz li min hatiye vekirin û dadgehê ji bo parastina min tu parêzer negirt. Têkilarî vê biryarê tu belge yan jî agahî ji min re nehat ragihandin jixwe min nûçeyê ji medya û medyaya civakî bihîst.”
“Ji ber ku me sûc û binpêkirinên milîsên Husî derxistibû holê ceza li me birîn”
Zaafaran Zayed, li ser sedema cezayê darvekirinê yê li wan hatiye birîn wiha got: “Ji bo ku me sûcên milîsên Husî derxist holê û eşkera kir cezayê darvekirinê li me birîn lê me tu carî dest ji xebata ji bo mirovên ku ji aliyê milîsên Husî ve bi darê zorê ji cihê xwe hatine derxistin, berneda. Me qurbaniyan parast; desteka tibî û derûnî da wan.” 
Tevî cezayê darvekirinê jî peyama bi hêvî da
Zaafaran Zayed ji hemû jin, parazvanên mafên mirovan û çalakgeran re vê peyamê şand: “Ji bo ku we daxwaz kiriye dê têkoşîna me tu carî têk neçe. Em hêvî û piştgiriyê didin hemû qurbaniyên li Yemenê.”
Zaafaran Zayed kî ye?
Zaafaran Zayed, beriya ku milîsên Husî êrîşê  paytexta Yemen, Sanayê bikin ji bo têkoşîna bi şîdet û îşkenceyê re di sala 2010’an de Weqfa Bihêzkirina Jinên Yemenê damezirand. Ew parêzer û çalakgereke ji Yemenê ye.