Yekitiya rewşenbîran ji bo parastina çandê hewl dide xwe bigihîjîne her kesê

Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn-Şehbayê diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê dîroka xwe ji nû ve nivîsandine û xebatên parastina çandan dimeşînin.

RÛBARÎN BEKÎR

Şehba- Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn-Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zanîna ku çand di pêşxistina civakê û parastina dîroka mirovahiyê de xwedî roleke girîng e û bi vê hişmendiyê xebatên xwe dimeşîne. Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn-Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo perwerdekirina gel, keşfkirin û pêşxistina jêhatîbûna gelan ji her temenî, bi taybetî ji bo xwe bigihîjîne zarokan dixebite.

Têkildarî mijarê Endama Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn-Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesna Hesen ji ajansa me re axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku çand û rastiyên ku tên tepisandin û veşartina wan bi taybet ji ber polîtîkayên dewletan derxin holê. Hesna Hesen got: “Em dixwazin rewşenbîran teşwîq bikin û piştgiriyê bidin wan. Di destpêkê de me xebat kir ku em bigihîjîjin wan kesên ku hunera wan a nivîsandina helbest û romanan hebûn û bi giranî em di vî karî de bi ser ketin. Dema ku em di nav gel de geriyan, bi taybetî em rastî jêhatiyên kesên ku ji warê xwe bûne hatin û em girîngiyeke mezin didin bidestxistina wan jêhatiyan û piştgiriya nivîskaran dikin.”

‘Em hewl didin xwe bigihîjînin hemû zarokan’

Hesna Hesen da zanîn ku hikûmet hewl didin dîroka mirovahiyê veşêre û got: “Hikûmet polîtîkayên ji holêrakirina dîroka mirovahiyê dimeşîne û dîrokê li gorî xwe nîşan dide. Lê belê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîroka xwe ji nû ve nivîsandin. Hemû gelan, hemû pêkhateyan hevgirtineke hevpar nîşan dan. Em weke Yekitiya Rewşenbîran bi feraseteke demokratîk girîngiyê didin perwerdehiya gel û bi taybet zarokan. Bi hemû saziyên herêmê û bi taybet dibistanan re diyaloga me heye. Ji bo ku hişmendiyê bilind bikin, em dixwazin xwe bigihîjînin hemû zarokan.”

Wê civînên gel li dar bixin

Hesna Hesen, anî ziman ku bi taybetî di serdana wan ya dibistanan de gelek jêhatî dîtine û wiha berdewam kir:

“Zarok hemû xwedî hişê ronî ne, ji ber vê yekê em dikarin bi hêsanî xwe bigihîjînin civakek hişmend û xwedî çand. Her wiha di vê pêvajoyê de em bi avakirina komîteyên di nava yekitiyê de hewl didin xwe bigihîjînin hemû beşên civakê. Jin jî di avakirin û pêşxistina civakê de xwedî roleke bingehîn in. Ji ber vê yekê yek ji xebatên me yên pêşîn ew e ku hejmara jinan di nava yekitiyê de zêde bibe. Civaka bê çand û rewşenbîr civakeke kêm e. Em ê di rojên pêş de civînên gel li dar bixin. Di civînan de em ê dîroka rast a mirovahiyê û rol û girîngiya Yekitiya Rewşenbîran vebêjin.”