Yek mekan du çîrok: Meleba Reş

Meleba Reş ya ku di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de li Reqa wek zindan û cihê îşkencê dihat bi karanîn îro bi rola xwe ya esasî ve ji nu ve tê înşakirin û buye cihê perwerdeya verzişî ya jin û ciwanan.

BÊRÎTAN ZINAR

Reqa – Li ser xaka Bakur Rojhilatê Suriyê 12 salin bênavber şer didome. Di bin siya şer de jiyan berdewam dike. Dem bi lez diherike. Wek her tiştî mekan jî dest diguherînîn. Li ser wê xaka ku bi sedan car hatî birîndarkirin zilm û zordarî serwer nebûye. Lê wek mirovan şunvar û mekan jî birîndar mane. Yek ji wan şunvarê birîndar û sê cara dest guhertiye jî stadyuma Beledî ya bi navê niha Meleba Reş (Stadyuma Reş) a li bajarê Reqayê ye. 

Bajarê Reqayê ku di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hat dagirkirin û di 17 Cotmeha 2017’an ve bi berxwedana mezin a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat rizgarkirin şahidiya gelek çîrokan kir. Jinên ku beriya ji aliyê DAIŞ’ê ve Reqa bê dagirkirin di nav pençê pergala baviksalar a rejîma Baasê de dijiyan û piştî dagirkeriya DAIŞ’ê jî rastî kiryarên herî dijmirovî yê vê pergala baviksalar hatin, bi rizgarkirina bajêr re jiyana xwe ya nû li ser bingehê Netewa Demokratîk ku xwe dispêre azadiya jinan dihûnin. Bajarê qedîm ê di dîrokê de gelek jinan lê veşartî ma, şahidiya kûr a du xetan dike. Yek jê pergala baviksalar ya din jî pergala ku xwe dispêre azadiya jin ango pergala demokratîk e. 

Hê jî gengaz e ku mirov di nava kolanên Reqayê de şopên êriş û dagirkeriya DAIŞ’ê bibîne. Di nav avahiyên hilweşiyayî de jiyana nû ya bi destê jinan tê hûnandin li ber çavên mirov dikeve. Êşên ku nehatin jibîrkirin, li Reqayê vediguhere bingehê avakirina jiyana nû ya li dijî pergala baviksalar.

Necwa Ebûzer yek ji wan jinan e ku beriya Reqa ji aliyê DAIŞ’ê ve bê dagirkirin jî, şahidiya pergala Baasê kiriye. Rastiya koç û koçberiyê ya li erdnigariya Rojhilata Navîn mîna ku qederek be tê ferzkirin. Rastiya dagirkeriya dewleta tirk ji nêz ve dîtiye û niha di nav pergala ku xwe dispêre azadiya jin de jiyana nû bi keda xwe dihûne. Necwa Ebûzer a niha Hevseroka Yekîtiya Werzîşê ya herêma Reqa ye. Li Meleba Reş a mîna zindana herî bi nav û deng ya DAIŞ’ê jî tê zanîn xwediyê dû çîrok û dû serhatiyên cûda ye.

Yekemîn perwerdeya werzîşê li Meleba Reş

Necwa Ebûzer ku bi eslê xwe ji Reqayê ye yekem car di 1991’an de li stadyûma Beledî ya Reqayê dest bi perwerdeya kareteyê dike. Di nav perwerdeya ku yekane jina ciwan e ji bo avakirina tîmek ji jinan xwişk, keç mam û xaltikên xwe jî beşdarî perwerdeyê dike û tîmek biçûk a ji jinan pêk tê ava dikin. Necwa Ebûzer a ji ber nebûna jinan di pêşbirkan de tê pêşberî xortan. Dibêje ku serkeftina wê ya li hemberî xortan hê bêtir bûye sedem ku baweriya wê bi xwe bê. Bi xebat û perwerdeya xwe ya di kareteyê de heyanî pîleya 12’an bilin dibe û li Şam, Humis û li ser asta hemû Sûriyeyê beşdarî pêşbirkên mezintir dibe. Bi demê re êdî tîmekê xweser a bi temamî ji jinan pêk tê ava dike.

Jina ku sinorên malbatê nikarî bi bin bixî

Ji ber qalibên civakî yên di pergala baviksalar de rol ji jinan re hatine diyarkirin; bêguman ecêb e ku jinek di werzîşa kareteyê de cih bigre. Lewra malbata Necwa Ebûzer li hemberî wê astengiyan derdixin. Necwa Ebûzer a dibêje “Ez xemgîn û hêrsbûm, min dixwest ez di karetê de bibim pispor. Beşdarî şampyonan bibim û derkevim ji derve jî” bi zexta bav neçar tê hiştin ku dev ji werzîşa kareteyê berde. Di sala 1999’an de her çiqas carek din hewl dide werzîşê bidomîne ji ber heman pirsgirêk û astengiyê nikare vê yekê bike û sala 2000’î bi giştî neçar tê hiştin ku dest ji werzîşê berde.

Necwa Ebûzer di sala 2002’an de dizewice û paşê mala xwe dibe gundekî li serdora Eyn Îsayê. Necwa Ebûzer ku dibêje “Min pir xwest ez xebatên werzîşvaniyê bikim, lê mixabin ku em di civakeke wiha ne tê nade jinan ku werzîşvaniyê bikin” rastiya form û qalibên ku bi hişmendiya mêr-dewletê li ser jinan tê ferzkirin vedibêje. Lê ferzkirinên civakî hezkirina Necwa ya ji bo werzîş û kareteyê bidawî nake. 

Li Meleba Reş cardin veger

Mîna rastiya kevneşopiyên civakî li vê erdnigariyê jin rastiya dagirkeriyê jî ji nêz ve dîtin û di çîroka hemu jinên li vê erdnigariyê de ev rastî xwe diteyisîne. Çar sal berê dewleta tirk êrîşî gundê Necwa lê dijî dike û car din necardibe ku koç bike. Necwa Ebûzer carekdin berê xwe dide cihê ku lê ji dayîkbuyî û li vir ferî her tiştî buyî.

Necwa Ebûzer dema tê Reqayê cardin biryar dide ku dest bi xebatên verzîşê bike û wiha bahsa çîroka xwe û Meleba Reş dike: “Ji ber ku rewşa min ya aborî lewaz bû, ez ketim nava malbata xwe ku ez li cem wan dijiyam. Min biryara xwe girt ku ez vegerim werzîşê. Ez di warê karetê de bihêz bûm. Kemera min a reş jî heye. Dema ez çûm stadyuma Beledî ku ez li fêrî perwerdehiyê bûm, min şoq derbas kir. Bajar û stadyum wêran û hilweşiya bû. Ez nîv seatê li stadyumê rawestiyam. Bîranînên min hatin bîra min. Ew stadyum warê werzîş û werzîşvanan bû. Hemû pêdivî hebûn. Lê wê demê tevî bajar her tişt xirab bûbû. Ez ji wê rewşê ku DAIŞ’ê bajar wêran kiribû gelek bandor bûm. Bi taybet jî dema min dît ku stadyuma me veguherîbûn girtîgehê.”

Ji mamostetiye heta hevserokatiyê

Necwa li beranberî tabloya ku rastî wê hatî her çiqas xemgîn jî dibe, lê zend û bendan ba dide û ji bo Meleba Reş vegere ser rolê xweyî esasî berpirsyartî radike. Di Meleba Reş de dibe mamostê verzîşê û şagirtên ku hejmara wan di gihîşe 200 kesî perwerde dike. 3 salan bi perwêrdê re mijul dibe. Di vî warî de kedê dide û dûra erka Hevseroktiya Yekîtiya Werzîşê li Reqa verdigre.

Jin ji çi hez dikin wê dikin

Necwa piştî dibe hevserok, herî zêde bi pêşxistina werzîşvanên jin re mijûl dibe. Niha di beşên têkwando, karetê, futbol, biskilêt û hwd. de jin tên perwerdekirin û di hemu beşên werzişê de tîmên jinan hene.

Necwa Ebûzer a ku bi demê re rastî gelek guhartina hatî pêşketinên ku çûbuyî wiha bi lêv dike: “Heger mirov hevrûkirineke çêbike, bêguman gelek cudabûnên mirov behsê bike hene. Di salên 90'î de, civakê hîn pirsgirêk derxist. Lê ne di asta ku werzîş bi tundî dihat red kirin.

Berovajî civakê hezdikir û di gelek waran de xwestên xwe jî dianîn ziman. Lê di serdema DAIŞ de, werzîşa jin hatin tunekirin. Bi rizgarkirina Reqa yê ji aliyê hêzên QSD'ê ve, êdî jiyana min ber bi guhertin û nûjenbûnê ve diherike. Êdî jin dikarin tiştên hezdikin bikin, êdî jin dikarin werzîşa xwe berdewam bikin. A niha saloneke me ya werzîşê heye ku taybet a jinan e. Ji ber hişmendiya civakê pêkanîna werzîşê di dilê min de ma, ji bo vê em niha hewil didin van qeydan bişkînin ku jin jî dikarin tiştê meraq û hezdikin bikin.”

Meleba Reş di her warî de ji nu ve tê avakirin

Di jiyana Necwa de Meleba Reş cihek xwe ya taybet heye. Tekoşîn, serkeftin û guhartinên keseyat di vî makanî de Necwa bi serdixe û bi van peywan bahsa girîngiya Meleba Reş di jiyana xwe de dike: “Odeyên min yên perwerdeyên karetê, jîdo û hwd di jêrzemîna stadyumê de bûn. Lê DAIŞ ev ode veguherandin girtîgeh û odeyên işkenceyê. Ev stadyum cihekî cuda di dilê min de digre, ez li vir mezin û fêrbûm, kesayeta min li vir ava bû û min xwebûna xwe naskir, hezkirina min li vir hat cih. Ev 4-5 salin ku stadyum tê sererastkirin, lê ji ber xirabûna dijwar hîn jî neqediyaye. Em jî di wê baweriyê de ne ku çawa jiyana min hat guhertin, dê stadyuma me jî vegere û ji berê baştir jî bibe. Raste em niha nikarin careke din di van odeyan de perwerdeyê bidin, lê me li şûna wê bi dehan cihên perwerdeyê vekirin û em werzîşa jin pêşdixin.

Ez di 11 saliya xwe de derbasî stadyuma Beledî bûm, bi salan fêr û perwerde bûm heta ku ez jî gihîştim asta ku ciwanan perwerde bikim. Ez ji vê stadyumê derçûm û îro jî nifşekî nû perwerde dikim. Ez gelek serbilndim ku îroj zarok û ciwanên bajarê xwe heman werzîşa ku ez  bi eşqeke mezin fêrbûm, perwerde dikim. Raste ez niha hevseroka Yekîtiya Werzîşê me, lê di demên xwe yên vala de karetê dişopînin û perwerdeyê jî didim.”

Peyama Necwa ji bo jinên ciwan

Hevseroka Yekîtiya Werzîşê ya bajarê Reqa Necwa Ebûzer ji bo jinên ciwan jî herî dawî vê peyamê dide: “Xwe mehkûmî hişmendiya kevneşop ya civakê nehêlin. Em çawa tên jiyanê, civak ji bo hîn xal û bendan datînin. Lê divê em têkoşîn bikin, bixwînin, fêr û perwerde bibin. Werzîş jiyan e û divê em bi kesayet, hişmendî û xwebûna xwe bikin da ku armanca xwe bi cih bînin.”