Yek ji situnên şoreşa 19’ê Tîrmehê perwrede her dema salê berdewame

Bi armanca pêşxistina xebatê perwerdehî û fêrbûnê di şoreşê de perwerde pêşiya her karî tê û her dema salê dewam dike.

Bi armanca pêşxistina xebatê perwerdehî û fêrbûnê di şoreşê de perwerde  pêşiya her karî tê û her dema salê dewam dike. 
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Yek ji situnên bingehîn ên şoreşa 19’ê Tîrmehê ya bi pêşengiya jinan li Rojavayê Kurdistanê Bakurû Rojhilatê Sûriyê pêşketî perwerde ye. Ji gava despêkê ya şoreşê heya niha ji hucreya herî bingehîn komunê heta banê herî fireh Rêveberiya Xweser ev rêgeza bingehîn a perwerdê derbasdare û her kes ji vê hayîdare. 11'ê Tîrmehê  Desteya Perwerdehî û Fêrbûnê ji bo sala xwendiyê ya nû baş û serkeftî be weke her deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê jî perwerde dan despêkirin. Mamostayên ku zarokan perwrede dikin jî her sal di betalana havînê de dikevin perwerdê û ji bo sala bê hîn zêdetir bi amadekarî bibin. Li bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nêzî 2800 mamoste perwerdê dibînin. Têkildarî perwerdeya mamosteyan komîsyon û mamoste nêrînên xwe dan. 
"Xwedîderketina li zimanê dayikê xwedîderketina li nasnama xwe ye "
Komisyona beşa Zimanê Kurdî ya dibistana Ehmed Zeal ya Taxa Til Hecer Xalide Mihemed teqez kir ku perwerde ji bo tevahî mamosteyan girîng e û wiha dewam kir: "Mamosteyên zimanê Kurdî bi kêfxweşî beşdarî perwerdeya biranşan bûne. Perwerdeya biranşan ji bo mamosteyan pir girîng e, ji ber ku ev salek mamoste derbasî perwerdê nebûne ji ber nexweşiya korona, lewma pêwistiya wan bi vê perwerdê heye.Her sal guhertin di biranşan de çêdibe lewma her sal mamoste perwerdeya biranşan dibînin. Her çiqas mirov tevlî perwerdeyan bibe asta wî ya zanebûnê li pêş dikeve. Barê mamosteyan girane îro avakirina nifşekî azad xwedî ziman, çand û polîtîk ji wan tê xwestin lewma di riya pêşxistina zanebûnê de dê bikaribin bibin bersiv ji vî barî re û xwedî li nirxê şoreşê derkevin."
"Bi naskirina dîrokê pêşerojek azad avadibe"
Mamoste Sêvîn Omer jî da zanîn ku perwerde ji bo pêşxistina kesayet û zanebûna  mamosteyane û wiha domand: "Di pergala cîhanê tevahî de di betlana havînê de mamoste derbasî perwerdeyên biranşa dibin, da ku ev mamoste ger kêmasî ango asta zanebûna wî kêm be li ser bisekin û derbas bike. Yek ji deskeftiyên herî pîroz û girîng ku di Şoreşa Rojava de hat bi dest xistin fêrbûna zimanê dayikê ye. Beriya şoreşê tu kes nikarîbû bi zimanê xwe bixwîne lê niha her kes bi serfirazî perwerdeyê xwe dibîne, ev gav jî bê guman ne bi hesanî pêk hat, li peyî vê gavê kedek mezin û bi hezaran şehîd canê xwe feda kirine. Îro pêwiste her mamosteyek di giraniya vê yekê de be û xwedî li nirxê şoreşê derkeve da ku em bikaribin nifşekî xwedî exlaq û polîtîk avabikin.Biranşên ku tên dayîn yê ziman, dîrok, bîrkarî û zanyarî  ne. Pir girînge mirov dîroka xwe nas bike, civaka ku dîroka xwe nasnake ew civak rastî helandinê hatiye. Dema dîrok were naskirin dê pêşerojek azad were avakirin."