‘Yek ji sedemên li pişt zewicandina bi zorê paşverûtî ye’

Endama Yekitiya Jinên Kurdistanê Beyan Mehemed der barê zewca bi zorê got ku serdestiya pergala mêrsalar, paşverû û xirabiya rewşa aborî dibe sedema zewaca bi zorê ên zarokên keç.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Bi zorê zewicandina zarokên keç yek ji wan diyardeyên civakî ne ku jin êşê ji ber dikşînin. Di nava civaka li Başûrê Kurdistanê de hê jî zewaca bi zorê heye. Çend sedemên vê diyardeyê hene ku çavkaniya xwe ji xirabiya rewşa aborî û paşverûtiya ji serdestiya aqilê mêrsalarî digre. Ev jî dibe sedem ku zêdetir pirsgirêk rûbidin û dozên hevbardanê li dagdehê zêde bibin. Li herêma Kurdistanê her çendî zagonên der barê mafên parastina jinan heye lê belê nayê bicihanîn.

‘Dozên hevberdanê li dadgehê zêde dibe’

Beyan Mihemed da zanîn ku çend sedemên diyardeya zewicandina bi zorê heye û wiha got: “Diyardeya yekem kevneşopiyên kevn e ku di nava hinek binemalan de heye ku zarokên xwe yên keç di temenek biçûk de bidin zewicandin. Sedemek din hinek malbet ji bo bidestxistina hinek pere zarokên xwe yên keç bi zorê didin zewicandin bêyî ku bifikirin ku wê pêşeroja zarokan çi bibe. Yek ji sedemên sereke jî xirabiya rewşa aborî ye, malbat niha zarokên xwe yên keç bi zorê dizewicînin da ku bikaribin dahata jiyana xwe bi asanî bi dest bixin. Diyardeya bi zorê zewicandina zarokên keç bûyerên hevberdanê li dadgehê zêde kirine. Ev jî bandora neyênî li ser kes û civakê dike, piraniya wan jinan ji ber hebûna zarok carek din neçar dimînin vedigerim nava malbata xwe.”

‘Zagona pêşîlêgirtina zewaca bi zorê nayê bicihanîn’

Beyan Mehemed destnîşan kir ku hinek binemal dema ku pirsgirêkên wan ên eşîrî çêdibin li cihê ku bi riya dadgehê pirsgirêkê çareser bikin riya lihevhatinê bi bikaranîna jinan hildibijêrin ji bo çareserkirina pirsgirkê bi zorê jinan bi binamelek din re didin zewicandin û got:”Di vî alî de herî zêde jin bandor dibin. Li herêma Kurdistanê zagon heye ji bo pêşî li diyardeya zewicandina bi zorê bigre lê belê nayê bicihanîn. Divê jin hişyar bin û wê zilma ku li hemberî wan tê kirin qebûl nekin. Her wiha divê hişyariya mêran jî li hemberî mafên jinan hebe. Dema ku pirsgirêkek çêbibe divê malbat derî li rûyê zarokên xwe yên keç negirin.”