Yara El-Zinatî: Îstismara herî mezin li ser bedena jinê tê kirin

Yara El-Zinatî der barê gendeliya li ser bingeha zayendî tê kirin de diyar kir ku îstîsmara desthilatdariyê ji bo bidestxistina berjewendiyan e. Jin ji aliyê xebatkarên xwediyê desthilatdariyê ve rast her cure îstismarê tên û eşkerekirina wê zehmet e.

NEXEM KARACA

Xeza- Koordînatora projeya NED’ê Yara El-Zinatî, bal kişand ser hebûna kêmasiyan di pratîk û sepandina zagonên têkildarî têkoşîna li dijî gendeliyê li ser bingeha zayendî û teqez kir ku sûcdîtina her cure gendeliya civakî dê dibe alîkar, ji bo jinên Filistînê û dad û edalet bi wê yekê dikare pêk were.

Gendelî di serdema me ya niha de yek ji belayên herî mezin e ku rastî civakan tê. Bi taybetî civaka Filistînê û jin herî zêde bi gendeliya zayendî re rû bi rû ne. Divê ku stratejî û polîtîkayên ji bo pêşîgirtina vê belayê hebin û ji bo eşkerekirina kiryarên qirêj ên li ser jinan di hemû beşan de hewldan û xebat bên zêdekirin.

“Pênaseya herî hêsan a gendeliyê bikaranîna nebaş a desthilatdariyê ye”

Koordînatora projeya "NED"ê Yara El-Zinatî got: "Pênaseya herî hêsan a gendeliyê, bikaranîna nebaş a ji desthilatdariyê ye ku di astên giştî de tê dayîn ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe li ser hesabê berjewendiyên giştî. Der barê têgîna gendeliya zayendî ya ku jin pê re rû bi rû ne, diyar dike ku destdirêjiya desthilatdariyê, ji bo bidestxistina berjewendiyek e. Dema ku ev yek ji hêla karmendek desthilatdariyê ve raporkirin û eşkerekirina wê dijwar e lewre di rewşeke wiha de mexdûr rastî gef, tacîz, şantaj û hwd tê."

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha behs kir: "Guman tune ku hejarî û rêjeya bilind a bêkariyê ji girîngtirîn bertek û sedemên pêkanîna gendeliya li dijî jinan in û ew kategoriya herî zêde ne ku dibe rast werin. Jin tevî ku ji bo wekheviya zayendî û edaletê têdikoşin jî hê ji mafên xwe yên aborî, siyasî û civakî bêpar dimînin."

“Divê sazî ji bo jinan jîngehek guncaw û ewledar bin”

Der barê tedbîrên pêşîlêgirtinê yên gendeliya li ser bingeha zayendî, Yara El-Zinatî dibêje: "Eger em bixwazin li ser tedbîrên pêşîlêgirtinê biaxivin, em ê bala xwe bidin ser saziyan, hem li hundur hem jî li derve, bi awayekî giştî zêdekirina nirxên yekrêziyê bi afirandina kodên tevger û exlaq ji bo karmendên di saziyê de. Divê siyaset hebe ku hebûna wan di saziyê de misoger bike, wek mekanîzmaya raporkirina dozên tacîz, bertêlxwarina zayendî, yanî her cure û şêwazên gendeliya civakî. Her wiha divê sazî ji bo jinan jîngehek guncaw û ewledar bin û di heman demê de ji bo êrîşkaran jî tedbîrên cezakirinê bên girtin. Jixwe tedbîrên pêşîlêgirtinê yên ji bo gendeliya civakî ne tenê bi saziyê, di asta derve ya civakê de jî tên sînordarkirin. Wek pêkanîna kampanyayên parêzvaniyê yên li ser hişmendiya gendeliya li ser bingeha zayendî, atolyeyên taybet û çalakiyên perwerdeyê yên li ser dozên ku bi gendeliya civakî re rû bi rû mane ji bo ku tedbîrên pêşîlêgirtinê yên pêwîst bizanibin û wê kêm bikin."

Der barê projeya NED’ê de, Yara El-Zinatî diyar kir ku proje ji aliyê Hevbendiya Yekitî û Berpirsiyariyê AMAN ve, bi hevkariya Navenda Jinê ya Rawêjkariya Zagonî û Civakî û bi piştgiriya Yekitiya Ewropayê hatiye destpêkirin. Proje bi giranî li ser sê xizmetên sereke disekine: Xizmetên tenduristiyê, perwerde, pêşveçûna civakî. Armanc dike ku roniyê bibe ser gendeliya li ser bingeha zayendî û dozên ku jin di dema girtina xizmetguzariyê de rastî wan tên.

Li ser gendeliyên zayendî gelek rapor pêşkêşî wezaretê kirin

Yara El-Zinatî bal kişand ku di sala yekem a projeyê de, wan bi Wezareta Pêşketina Civakî ya li Xezayê re kar kirine ji bo bilindkirina hişyariyê û hilberîna zanyariyê û wiha domand: "Me komek rapor û lêkolîn amade kirin ku behsa gendeliyên li ser bingeha zayendî dikin. Di heman demê de, em bi yekîneya pispor a giliyan re ligel hemû wezaretan kar dikin da ku mekanîzmayên rûbirûbûna bi vê diyardeyê re bi cih bînin û di astek din de em bi saziyên bingehîn re wekî Komeleya Lêkolînên Jinan re di çarçoveya bihêzkirina wan li ser bilindkirina hişyariya li ser gendeliya zayendî kar dikin. Her kes dikare bi riya sepana AMAN’ê bi jimareke bêpere bişopîne, beşdar bibe û nêrîna xwe diyar bike yan daxwaza şêwirdarî û parêzvaniyê bike û sepan jî nûçeyên li dijî gendeliyê pêşkêş dike."

“Bêyî referans tu nikarî qedehek avê jî bigrî”

Wafa Radî, ya 26 salî, dibêje: "Piştî derçûna min ji zanîngehê û bidestxistina ezmûnê, min serlêdana karekî bi reklam kir. Dema ku ez ji bo hevpeyvîna kesane çûm, yek ji kesên di komîteyê de ji min pirsî: Ma referansek te heye? Ez ji pirsê matmayî mam û piştî ku min pirsa wî îtîraz kir, ji min re got ku bêyî referansek te hebe tu nikarî qedehek avê jî bigrî."  

Li aliyekî din Somaya Muslim wiha got: "Dema ku min ji bo bûrsek li derveyî welat ku hemû şert û mercan bi cih tîne pêşkêş kir, min digot qey ez ê bistînim lê rayedarê akademiyê nêrîneke xwe ya din hebû ku kurê hevalê wî burs bi dest xist ruxmî ku li derveyî şert û mercên pêwîst bû. Di her rewşê de jî ez nikarim li hemberî biryarderan îtîraz bikim, ji ber ku ez keçek im, li herêmek paşguhkirî dijîm."