Xud El-Elî: Jin ji aliyê rejîmên desthilatdar ve tên astengkirin

Berdevka Ofîsa Kombûna Jinên Zenûbiya Xud El-Elî derbarê bandorên neyînî yên tundiya li ser jinan wiha got: "Jin her tim ji aliyê ramanên paşverû û rejîmên desthilatdar ve tên astengkirin, lewma vîn û mafên wê tên binpêkirin."

RÎM MIHEMED

Reqa - Ji bo zêdekirina zanebûna civakê, divê bal li ser were kişandin ku tundiya li ser jinê dibe sedema biçûkxistina rola jinan û binpêkirina mafên wan. Derbarê tundiya li ser jinan, Berdevka Ofîsa Kombûna Jinên Zenûbiya li bajarê Reqayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xud El-Elî ji me re axivî.

"Jin her tim ji aliyê ramanên paşverû û rejîmên desthilatdar ve tên astengkirin"

Xud El-Elî diyar kir ku gelek awayên tundiyê hene û ew ji hêla aliyên cûrbecûr ve tê kirin, ji malbat û civakê bigire heya rejîmên otorîter û wiha pê de çû: "Dema em behsa jinan dikin, divê em behsa civaka ku tê de dijîn bikin, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn, jin her tim ji aliyê ramanên paşverû û rejîmên desthilatdar ve tên astengkirin, lewma vîn û mafên wê tên binpêkirin. Her wiha civak jî wê dorpêç dike da ku nehêle jin weke kasayeteke çalak rola xwe bi cih bîne. Şîdeta li dijî jinê hêza û îradeya wê binpê dike."

"Divê jin xwedî wê hêzê be ku li dijî yê ku tundî li wê kiriye giliyê xwe bike"

Der barê rêyên ji bo bidawîkirina şîdeta li ser jinan de Xud El-Elî wiha got: "Gelek rêyên me hene ji bo bidawîkirina tundiyê û dabînkirina mafên jinan di dadgeh û qanûnê de. Her wiha em dikarin bi rêya hişyarî û medyaya civakî ve jî tundiyê bi dawî bikin. Divê jin xwedî wê hêzê be ku li dijî yê ku tundî li wê kiriye giliyê xwe bike da ku mafê xwe bigire û bibe mînak ji bo jinên din ên ku nikarin pêşî li şîdeta li ser wan tê kirin, weke zewaca di temenê biçûk de û bêparkirina wan ji mîrasê, bigire."

"Divê jin nirxê xwe bizanibe, bi hêz be û mafê xwe biparêze"

Xud El-Elî anî ziman ku ew semîner û civînan li dar dixin ji bo bi jinan re danûstandinê bikin û wiha got: "Tundî jinan ber bi xwekuştin, telaq, an nexweşiyên derûnî yên wekî depresyonê ve dibe. Dema ku jinan xwest rola xwe di siyasetê de bi cih bînin, ji ber mîrateyên civakê rastî zehmetiyan hatin. Mêr ji jina xwedî biryar ditirse. Divê jin nirxê xwe bizanibe, bi hêz be û mafê xwe biparêze."