Xizmên windayên di destên DAIŞ'e de gotin ku êşa wan berdewam dike

Dema ku çeteyên DAIŞ'ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê Bakur û Rorjhilatê Sûriyeyê kontrol kirin, dest bi sepandina kontrol û pêdiviyên xwe li ser gelê herêmê kirin, gelek şêniyên herêmê jî dîl hatin girtin, jinan êş û azarên mezin dîtin, dayik û hevjînên windayan diyar kirin ku piştî nemana DAIŞ'ê jî êşên wan didomin.

AMALÎ SELÛM
Dêrazor- Di dema ku herêma Dêrazorê di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de bû jinan êş û azar dîtin, mêr jî ji van binpêkirinan bêpar nebûn, çeteyên DAIŞ'ê ku di bihara 2019'an de têk çûn bûn sedema bi hezaran karesatan û gelê Dêrazorê hê jî êşa wê demê dikşîne.
"Hevjînê min revandin û mala min kirin navenda xwe"
Ahlam Mihemed a ji bajarê El-Hewacê ku hevjînê wî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve ji malê hatibû revandin, diyar kir ku di sala 2017'an de komek çeteyên DAIŞ'ê girtin ser mala wan û hevjînê wê birin û ji wê demê de û heya niha wê tu agahî ji hevjînê xwe negirtiye. Teqez kir ku çeteyên DAIŞ'ê ne tenê binpêkirina mafan gelek tiştan kirin û wiha domand: "Piştî 3 rojan ji revandina hevserê min, komek din ji çeteyên DAIŞ'ê hatin û min bi zarokên min tehdît kirin gotin ger ji malê dernekevim ew ê zarokên min qetil bikin, destpêkê min red kir ku ez ji mala xwe derkevim, piştre ez ji bo zarokên xwe tirsiyam û neçar mam ji mala xwe derkevim. Wan mala min kirin navenda xwe."
Ahlam Mihemed diyar kir ku ew rastî rewşên awarte hatiye û 5 zarokên wê jiyana dijwar derbas kirine û wiha got: "Piştî demeke çeteyên DAIŞ'ê bi îdiaya nabe ku ez bi malbata hevserê xwe re bijîm, hewl dan min bi yekî bi endamên xwe re bizewicînin. Ji bo ku ez bi çeteyekî DAIŞ'ê re nezewicîm da ku zarokên min dûrî min nekevin, ez neçar mam bi birayê hevjînê xwe re bizewicim."
"Piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê ez vegeriyam mala xwe"
Jiyan û rewşa Ahlam Mihemed jî mîna hemû gelê Dêrazorê piştî rizgarkirina herêmê di bihara 2019’an de, hat guhertin û der barê wê demê de wiha dibêje: "Piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, ez vegeriyam mala xwe, jiyan û ewlehî li herêmê hebû, ez ji neheqiyê xilas bûm û min hîs kir ku jiyana min ji nû ve dest pê kiriye."
Ahlam Mihemed bi vekirina saziyê Rêveberiya Xweser re tevli nava xebatê bû û Rêxistinên jinan jî piştgiriya wê kirine, der barê vê mijarê de wiha got: "Bi riya derfetên ku komîteya jinan li pêşiya min vekir, ez fêrî dirûtina cilan bûm, niha jî ez xwedî kar im û bi riya karê xwe min kesayeta xwe îsbat kir, debara jiyana xwe dikim û min karê xwe bêtir bi pêş xist. Ez her jinê teşwîq dikim ku serkeftî bin û xwedî karekî taybet bin."
Hedla El-Xelef li benda vegera kurê xwe ye 
Hedla El-Xelef dayika Elî El-Îsa, xelkê gundê Hemmar El-Elî ye ku ji sala 2016'an ve ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye revandin, li benda vegera kurê xwe ye, wiha dibêje: "Em di şevek ji şevên meha Remezanê de rûniştîbûn û wesayîdek ku du çeteyên DAIŞ'ê tê de bûn hat û kurê min birin." Dayik rewşa kurê xwe di dema ku çeteyan ew bir wiha vedibêje: "Kurê min matmayî ma, ew bawer bû ku êdî careke din venagere mala xwe, xemgîniyê di çavên wî de xwiya dikir."
"Ji ber ku min cenazeyê kurê xwe nedît, ez bawer nakim ku sax nîn e"
Hedla El-Xelef diyar kir ku malbata Elî El-Îsa heya roja îro tiştekî li ser wî nizanin, tenê piştî revandina wî bi du mehan kaxezek biçûk gihîştiye wan ku li ser nivîsa Elî El-Îsa hatiye serjêkirin nîvîsandîbû û wiha pêl da gotinên xwe: "Em ji wan neditirsiyan, me li her derê û li navenda wan jî pirsa kurê xwe kir lê wan tiştek ji me re negot, tenê gotin ku ew hatiye îdamkirin lê min cenazeyê wî nedît û bawer nakim ku wî jiyana xwe ji dest dabe. Ji ber vê ez li benda vegera kurê xwe me, hêvîdar im ku kurê min di zindanê de be û rojek li me vegere."