Xizmên Windayan aqûbeta Gulistan Doku pirsîn

Li Amedê xizmên windayan aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulistan Doku ku li Dêrsimê 686 roj in agahî jê nayê girtin pirsîn û çalakiya li Êlihê jî hat astengkirin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Yunus Bagiş, diyar kir ku dê der barê rayedaran de serlêdana sûc bikin.

Navenda Nûçeyan – Li Amedê xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo aqûbeta kesên ku di binçavan de hatin windakirin û di cînayetên kiryar nediyar de hatin qetilkirin pirsîn, careke din li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu li hev kom bûn. Çalakiya ku bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" gihişt hefteya 667'an, di bin barana zêde de hat lidarxistin.
Wêneyên windayan hatin hilgirtin
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Ozum Vûrgûn, Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî û gelek parêzer, parêzvanên mafên mirovan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di cînayetên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dane û yên hatine windakirin hatin hilgirtin. 
Adalet Kaya: Gulistan Doku li ku derê ye?
Di çalakiyê de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya axivî û Emîne Senyaşar a li Rihayê li edaletê digere, Dayikên Şemiyê û hemû kesên pê re edaletê digerin silav kir.
Adalet Kaya, da xuyakirin ku ew ji bo Gulistan Dokû ya 2 sal berê li Dêrsimê hat windakirin, ev windabûn li pêş çavên tevahiya cîhanê pêk hat û got: “Ji roja ku Gulîstan Doku winda bûye û vir ve jin bi hemû saziyên xwe li qadan çalakiyan li dar dixin û ji hemû cîhanê dipirsin, 'Gulîstan Doku li ku ye?' Lê belê hem mekanîzmayên dadgeriyê hem jî yên îdarî ji bo aqûbeta Dokû tiştek nekirin. Berovajiyê vê yekê hemû hewldan ji bo veşartina kiryaran û ji holê rakirina delîlan hatine kirin. Di nava rojê de windakirina jinekê nayê fêmkirin û qebûlkirin. Yek ji polîtîkayên sîstemê ye ku jin ber bi fûhûşê ve tên dehfdan û li tevahiya cîhanê bi taybetî li Tirkiye û herêmê ber bi tundiyê ve hatiye dehfdan. Em ê heta dawî li aqûbeta hemû jinên hatine windakirin bipirsin.”
 Çîgdem Sevîmlî: Lêpirsîn bi bandor nayê kirin
Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî jî têkildarî windabûna Dokû wiha axivî: “Li cihekî biçûk ê mîna Dersimê ku li her goşeyê kamera û polîs hene, ev du sal in aqûbeta jinekê nehatiye diyarkirin. Eşkereye ku nediyarkirina lêpirsînê ya ji destpêkê ve îhmala meqamên edlî heye. Malbata Doku di her firsendê de piştgirî xwest, ev îhmalkarî vegot. Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê di sala 2020’an de bi heyetekê re raporeke gelekî kûr amade kir û çû Dersimê û bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anî. Lê her cara ku jin diçin cem dayik û bavê Doku, dozgerî xebateke berbiçav deyne holê. Lê piştre ev lêkolîn dîsa disekinin. Rayedarên darazê ne neçarin tenê li ser medyaya civakî bixebitin an jî dema dengê jinan derkeve bixebitin.”
“Ew çîrokeka windakirina bi zorê ye”
Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Ozum Vurgun jî têkildarî windabûna Doku de wiha axivî: “Em dizanin ku ev ne çîrokeka wendabûnê ye, ew çîrokeka windakirina bi zorê ye.” Ozum Vûrgûna ku balkişand li ser polîtîkayên windakirinê ji salên 90’î ve ji aliyê dewletê ve tên meşandin û wiha axivî: “Dîrokê dubare kir ku em careke din dibînin polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê çi tîne. Xelatkirina failên di bin parastina dewletê de, bêcezahiştina wezîfedarên cemaweriyê yên tevlî dozên îstîsmarê bûne, nîşan dide ku em jin bi kîjan polîtîkayeke şerê taybet re rû bi rû ne. Ev polîtîkayeke taybet a li ser jinê ye. Em careke din soz didin ku em ê li dijî van hemûyan têbikoşin.” 
Piştî axaftinan Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr jî metînê ku pêvajoya windabûna Doku vedibêje xwend. Piştî xwendina metnê çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
Li Êlihê astengî: Em ê serlêdana sûc bikin
Li Êlihê xizmên windayan û endamên Şaxa ÎHD’ê ji bo çalakiya xwe ya hefteya 503’yemîn li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê hatin gelhev. Vê hefteyê jî bi hêceta qedexeya walîtiyê destûr nehat dayîn. Li ser vê yekê girseya ku derbasî pêş avahiya Şaxa ÎHD’ê bûn li gel wêneyên windayan pankarta di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” vekirin.  Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Yûnûs Bagiş li vir axivî û diyar kir ku demekî dirêje hiqûq tune tê hesibandin. Yûnûs Bagiş bang kir ku bêhiqûqiya heyî demildest bê bidawîkirin û dazanîn ku wê giliyê rayedaran bikin.