Xizma girtî Nafiye Yîgît li dijî zextan banga hestiyariyê kir

Xizma girtî Nafiye Yîgît bal kişand ser pêkanîna zext û îşkenceyên li girtîgehan tên jiyîn, diyar kir ku tişta tê pêkanîn zilm e û li raya giştî banga hişyariyê kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Zext û binpêkirina mafê jiyanê yên girtiyên nexweş ên di pêvajoya dawî de li girtîgehan tên jiyîn, demeke dirêj e di rojevê de ne. Di nava 8 mehên dawî de 47 kesan li girtigehan jiyana ji dest dan, li gelek girtîgehan girtiyan hem ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û hem jî li ser zextên tên jiyîn, dest bi greva birçîbûnê kirine. Xizmên girtiyan ku diyar kirin ji girtiyan re di nava tecrîdê de tecrîd tê jiyîn jî li dijî zilma heyî bang li Wezareta Dadê û parêzvanên mafên mirovan kirin.

"Kurê min rastî îşkenceyan hat"

Ji xizmên girtiyan Nafiye Yîgît a der barê zextên li girtîgeha Amedê û girtîgehên din de axivî, têkildarî pêvajoya tê jiyîn bang li parêzvanên mafên mirovan û parêzeran kir. Nafiye Yîgît, diyar kir ku kurê wê yê 11 sal in di girtîgehê ye, li gelek girtîgehan maye û di vê pêvajoyê de rastî îşkenceyê hatiye, bal kişand ku îro zulum li hemû girtîgehan tê kirin.

“Di nava tecrîdê de tecrîdê dijîn”

Nafiye Yîgît da zanîn ku xizmên girtiyan jî para xwe ji van zextan digrin û wiha axivî: “Ji girtîgehan cenaze derdikevin û zilm û zordarî roj bi roj zêde dibe. Li girtîgehan girtî di nava tecrîdê de, tecrîd dijîn. Rastî heqaretan tên, ava wan tê qutkirin an jî xwarinek baş nayê dayîn. Dema ji wan re cil û bergek an jî name tên şandin, girtîgeh bi zanebûn wan nade girtiyan. Ji wan re ji bilî zilmê naxwazin tiştekî din bikin. Çi ji wan tê li dijî girtiyan dikin."

"Bila her kesê ku dibêje ez mirov im li dijî rewşê helwest nîşand bide"

Nafiye Yîgît bi gotinên "Ez bang li kesên ku dibêjin ez mirov im, mafên mirovan diparêzim û bi wijdan im dikim" bang li raya giştî kir, got ku divê ev kes çavên xwe li mirin û îşkenceyên tên jiyîn negrin. Nafiye Yîgît, diyar kir ku zarokên wan ên bi awayekî neheqî hatine girtin rastî îşkenceyê jî tên û wiha got: “Banga min di serî de li dewlet, hikûmeta AKP’ê û Wezareta Dadê heye. Divê her kesê ku dibêje ez mirov in, misilman û xwedî wijdan im destê xwe deyne ser wijdanê xwe û ji van heqeretan re bibêje bes e. Bila dawî li van polîtîkayan bînin. Me zarokên xwe ji bo îşkence bibînin û rastî heqaretan bên, neanî dinyayê.”

“Çavên xwe ji vê zilmê re negirin”

Nafiye Yîgît bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em wek her kesê dixwazin ku zarokên me di nava xweşî û azadî de bijîn. Lê zarokên me bi awayakî bêheq digrin û heqaretê li wan dikin. Tiştên ku li wan tên kirin tu mirov qebûl nake. Parêzvanên mafan, hiqûqnas, kî dibe bila bibe divê çavên xwe li van tiştên tên jiyîn negirin. Ez bang li dayikên tirk û hemû gelan jî dikim. Bila her kes destê xwe bide ser wijdanê xwe û çavên xwe ji vê zilmê negire.”