Xebatên salê yên Tevna Alikariyê ya Jinên Êzidî

Endama Rêvebera Tevna Alikariya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî kar û xebatên Tevna Arikariya Jinên Êzidî ya sala 2021’an nirxand û ji bo bernameya sala nû jî da zanîn ku bernameya wan a sereke dê xebata ji bo rizgarkirina 3 hezar jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de be.

 
 EVÎN ZENDA
 
Şengal - Tevna Alikariya Jinên Êzidî sê sale xebatên xwe bi fermî didin meşandin. Piştî fermanan 3’ê Tebaxa 2014’an Jinên Êzidî pêdivî bi tevneke ku bikaribe pêdivîyên jin û zarokên ku ji fermanê rizgar bûne pêkbînin dît û jinan bi rêya tevnê karîn xwe bigehînin piranî jinan.Tevna Arikariya Jinên Êzidî xebateke serbixwe ya Jinên Şengalê ye. Di heman demê de ji bo xwegihandina tevahî jinan û pêşwazî kirina pêdiviyên wan Tevna Alikariyê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi hev re dinava peywendî û hevkariyê dene. 
“Xebata salê ya herî serkeftî rizgarkirina êsîran bû”
Ferîde Şengalî rizgar kirina êsîrên di destê çeteyên DAIŞ’ê de weke xala sereke ya xebatên xwe nirxand û wiha got: “Weke Tevna Arikariya Jinên Êzidî ji bo me ev sal gelek tejî derbaz bû. Di vê salê de me, QSD û Mala Êzidiyan bi hev re 5 êsîrên di destê çeteyên DAIŞ’ê de rizgar kirin, ji wan yek xort çar jin bûn. Ji bo me ev xebata herî serkeftî bû. Em rizgar kirina Jinên Êzidî yê di destê DAIŞ’ê de ji xwe re weke erka sereke dibînin ji bo wê çi ji me bê xwestin emê bikin. Emê bi Mala Êzidî û QSD’ê re xebatên xwe yên rizgar kirinê bidomînin. Em gelek sipasiya QSD û Mala Êzidiyan dikin ku heya niha ji bo rizgar kirina êsîran tişta ji destê wan hatî kirine.” 
“Di rewdaya Xanesorê de sed zarok perwerda pêş dibistanê dibînin”
Ferîde Şengalî diyar kir ku wan di nava salê de giranî dan avkirina rewdayan û wiha pêde çu: “Di nava salê de me xebatên xwe yên di warê çêkirina rewdayên zarokan de jî pêşxist. Li gundê Xanesorê me rewdayek çêkir di navê de 100 zarokên ji temenê 3 heya 6 cih digirtin. Ji bo civaka me rewda pêdiviyek ya sereke bû, ji bo di temenê biçuk de em dikarin van zarokan bi dendirust perwerde bikin. Di heman demê de ji bo jinan jî rewdayên zarokan bi fêde bû, ji ber gelek jinên ku kar dikin niha bi dileke rihet zarokên xwe dikarin li rewdayê bêlin. Li navenda Şengalê, Serdeştê û Gundê Borik ê me amadekariyên rewdayê temam kirine, emê di sala nû de vekin.”
“Bi pirojeyên kesk kirina Şengalê re di civakê de jî şiyarî avabû”
Ferîde Şengal qala hemleya kesk kirina Şengalê jî kir û da diyar kirin ku ew ji bo civaka xwe pirojeyên jingehê pêwist dibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava vê salê de me hemleyek mezin a çandina daran da despêkirin. Ji sala 2003 heya 2009’an Şengal kete nava belengaziyeke gelek mezin, ji ber bê derfetiyê gel debara xwe bi daran dikirin ji bo wê çiyayên me bê dar man. Ji bo em carek din Şengala xwe kesk bikin me ev hemle da despêkirin. Me bi hezarên berû çandin. Me li ber 22 Qubên xwe jî dar çand. Em ji bo pêşeroja civaka xwe van pirojeyan pêwist dibînin. Me ji xwere kiriye armanc ku em pirojeya dar çandinê her dem berdewam bikin ji ber ev hemleyên me di civakê de jî li bermberî xwezayê hişyariyê avadike.”
“Dewreyên fêrkirina xwendin û nivîsînê ji bo jinan hatin vekirin”
Ferîde Şengalî îşaret bi giringiya xebata fêrkirina xwendin û nivisandinê kir û da zanîn ku di Şengalê de rêjeya jinên xwendin û nivisînê nizanin gelekin ji bo wê wan dewreyên fêrkirinê dane despêkirin û sedemên nexwendina jinan wiha nav kir: “Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an gelek jinên ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar buyîn di warê derunî de zehmetiyên mezin jiyan. Me jî weke rêbaz xwest em dewreyên 6 mehan ên xwendin û nivîsînê her wiha dewreyên xeyatiyê vekin. Me di nava salê de 3’ê dewreyên xwendin û nivîsînê vekirin, du li navenda Şengalê, yek jî li nehya Til Izêr. Pêdiviyên jinên Êzidî gelek bi xwendin û nivîsînê hebû, ji ber wê em dikarin bêjin berî fermanê rêjeya xwendina jinan weke texmîn ji sedî/25 bû. Di heman demê de jî ji ber fermanê keçên dixwendin jî êdî nekarîn biçin dibistanê. Ji bo wê ev dewre ji aliyê jinan ve bi kêfxweşiyek mezin hatin pêşwazî kirin.” 
Ferîde Şengalî da diyar kirin ku ji bo jin di bin bandorên fermanê de nemînin wan dewreyên Perwerdeyanên cur be cur vekirin û wiha qala xebatên wan ên perwerdeyê kir: “Ji bo jinên Êzidî bikarin bi xwebawer li ser lingên xwe bisekinin me perwerde dan despêkirin, me seminer û perwerdên cur becur dan jinan. Ji bo jinên ji ber bandorên ferman û ketina destê çeteyên DAIŞ’ê deroniya wan bandorbuyî jî bandorek erênî kir. Weke tevin em bi wan jinan re taybet elqederbûn, ev jî ji bo me xebatek gelek girînbû.”
“Xebata ji bo zarokên sêwî”
Ferîde Şengalî bivan gotinan qala xebata tevnê ya ji bo zarokên sêwî dike: “Pirojeyeke din jî ya ku me divê salê de dayî pêşiya xwe bernameya ji bo zarokên sêwî ye. Di encama fermanê de 336 zarok bê dê û bav man. Di nava salên de weke salên burî li gor defetên xwe me pêdiviyên van zarokan bi cih anîn. Em weke tevin xwe diber deruniya wan zarokan de berpirsyar dibînin, ji bo ku ew zarok xwe sêwî nebînin em bi rêbazên cur be cur bi wan re eleqeder bûn û ji niha û şunde jî emê hewil bidin tevahî pêdiviyên wan pêşwazî bikin.”
 “Emê di sala nû de zêdeti li ser çareseriya kuştin û tundiyê bisekinin”
Ferîde Şengal bûyerên kuştin û xwe kuştina jinan jî nirxand û diyar kir ku ewê jin di biniya tevanê xwe bigehînin hev û rê li ber van bûyeran bigirin û wiha pêde çu: “Di vê salê de li gel xebatên wiha mixabin weke tevin em nikarin bêjin em têrkerbûn. Ji ber di vê salê de ji derveyî Kampên Başurê Kurdistanê li Şengalê 22 jinan dawî li jiyana xwe anîn. Ev ji me re zortê, ji ber em weke jinên Şengalê dixwazin bi keda xwe ji êş û zorahiyên heyî rizgar bibin. Ji bo em dawî li bûyerên xwe kuştin û qetilkirina jinê bigirin ji vir û şunde jî çi ji me bê xwestin emê bikin. Em hêvî dikin di sala nû de em rastî van buyeran neyên. Ji ber em di wê zanebxwnê de ne ku jinên Êzidî xwedî hêzeke mezin in, ji dîrokê heya roja îro ev yek wiha buye divê ji vir û şunde jî em hêbêtir ji hev re bibin alîkar û em jin bi hev re tevahî êş û zorahiyên xwe çareser bikin.”
“Me ji bo xizmeta jin û zarokên Şengalê ti astengî nas nekir”
Ferîde Şengal bandorên êrîşên li ser kar û xebatên wan jî wiha pênase kir: “Bê goman ji bo pêkanîna van pirojeyan me zorahiyên mezin kişandin. Ji ber êrîş û pilanên li ser Şengalê rewşa siyasî ya şengalê kir ku weke tevin em jî rastî astenfgiyên cur be cur bên lê caredin me hewil da di tevahî xebatên xwe de astengî nasnekin û me xwest ku em pirojeyên ji bo vê salê dayî pêşiya xwe pêkbînin. Ger cih û xebatek din ba wê nekarîba dibin van êrişan de evqas xebat bidin meşandin lê ji ber xeyal û daxwazên jin û zarokên Şengalê binirxin me jî tu astengî nasnekir.”
“Ji bo sala nû me xebatek berfireh daye pêşiya xwe”
Endama Rêvebera Tevna Arikaiya Jinên Êzidî  Ferîde Şengal  pirojeyên tevnê yên ji bo sala bê jî wiha nirxand: “Em dikarin bêjin ji bo Tevna Arikariya Jinên Êzidî xebatê sala 2021 xebatek serkeftî bû lê hêjî ne têrkere. Ji bo sala nû me pirojeyên nû danîne pêşiya xwe. Em dixwazin di sala nû de pirojeyên dem dirêj bidin pêşiya xwe. Pirojeya me ya sereke eweke ku emê ji bo rizgarkirina 3 hezar jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de êsîrin xebatan bidin meşandin. Emê di sala nû de hewil bidin ji bo jinên Ereb ên Şengalê jî pirojeyên taybet bidin avakirin, ji ber em dizanin pêdiviya jinên Ereb jî bi pirojeyan heye. Emê hewil bidin Rewdayên zarokan li gelek gundan vekin. Her wiha emê di sala nû de perwerde û dewreyên karên dest li gelek gundan vekin.”