“Xebata ji bo nexweşên otîzmê têkoşînek berdewam e”

Komeleya El-Terecî “Îspîrenis Eqbû” tevî gelek saziyên sivîl, ji bo peydakirina lêherîna tenduristiye ya bêkêmasî ji bo zarokên bi otîzmê li Cezayîre dixebitin.

NECWA RAHIM

Cezayîr –  Gelek rêxistinên civaka sivîl dixebitin ku xebatkarên bijîşkî, dermanî, derûnî û civakî peyda bikin ji bo pêşkêşkirina xizmetên çêtir a ji bo zarokên bi otîzmê.

“Em bi alîkariya derûnnas û psîkologan piştgiriya psîkolojîk didin zarok”

Seroka Komeleya El-Terecî “Îspîrenis Eqbû” Medîha Bin Elî diyar kir ku komele ji sala 2016’an ve nexweşên otîzmê xwedî dike û wiha got: “Navendek taybet a komeleyê ji bo alîkariya zarokên bi otîzmê û ji bo peydakirina lênerîna civakî ya tevahî ji bo wan, hate bikar anîn. Em bi alîkariya derûnnas û psîkologan piştgiriya psîkolojîk didin zarok û dê û bavên wan. Navend hewl dide ku xizmetên tenduristî û civakî pêşkêş bike ji bo hişarkirina dêûbavên kesên bi otîzmê û piştgiriya zarokên bi otîzmê dike. Kurekî min ê bi otîzmê jî heye û bi saya kurê min, min gelek alîkarî da vê komeleyê heta ku hêdî hêdî pêş ket û îro bû navendek mezin ji bo pêşwazîkirina hejmara herî zêde ya nexweşan.”

“Ji bo xizmeta zarokên bi otîzmê gelek hewldan, dem, hêz, îmkan û enerjiyê hewce dike”

 Medîha Bin Elî  da zanîn ku mijara xebat û pêşkêşkirina xizmetên baş ji zarokên otîzmê re ji têkoşîneke şexsî û rojane ya ku ew dike derdikeve û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ez bi jêhatîbûna zarokên bi otîzmê bawer dikim ku hewcedarê baldarî û lênêrînê ye, nemaze bi peydakirina îmkanên pêwîst ji bo hevgirtin û rêberiya rast, çi ji bo zarok an dêûbavên wan be. Hilbijartina kar û dilxwazî ​​​​ji bo xizmeta zarokên bi otîzmê gelek hewldan, dem, hêz, îmakan û enerjiyê hewce dike. Navend nêzî 100 zarokên bi otîzmê pêşwazî dike. Karmendên îdarî û bijîjkî bi baldarî hatine bijartin.”

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê belavbûna otîzmê ji sedî 1 nifûsa cîhanê texmîn kiriye. Li Cezayîrê ku di 1'ê Tîrmeha 2021'an de nifûsa wê gihaşt 45,2 mîlyonî, li gorî Midûriyeta Nifûsê ya Wezareta Tenduristiyê, zêdeyî 450 hezar kes bi otîzmê hene.